SADIYE ESER / MA / STENBOL

Ji lîstîkvanên Teatra Jiyana Nû ya di bin banê NÇM’ê de Cîhad Ekîncî diyar kir ku ew ê 2019’an li her deverê ku temaşevanên wan hene, derkevin ser dike û li pêşberî temaşevanan bin.

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) di warê şanogeriya Kurdî de karekî mezin  heta roja me ya îro kir. Yek ji komên şanoyê yên NÇM’ê jî Teatra Jiyana Nû ye û dê di Çile de li gelek deveran derkeve ser dike. Di 10, 11 û 12’ê Çile de Teatra Jiyana Nû dê bi lîstika “Tenê Ez” biçe Amedê û li Şanoya Bajêr a Amedê derkeve pêşberî şanohezan. Heman lîstik dê di 13’ê Çile de li Yenî Sahneya Êlihê, di 17’ê Çile de li Şa Performansê li Stenbolê û di 27’ê Çile de jî li Navenda Pêşandana Sû ya Stenbolê derkeve ser dikê.

Bi Zarok TV re bernameya çîrokan

Cîhad Ekîncî der barê lîstikên ku plansaziya wan kirine, got, meha Çile bi gelek şanoyan ew ê derkevin ser dike û di Sibatê de bi lîstika “Bêrû” derkevin tûra Ewrûpayê. Ekînci anî ziman ku di Sibatê de bernameya wan atolyeya şanoyê heye û ew ê heta Sibatê miracaetan qebûl bikin. Ekînci diyar kir ku yek ji plansaziyên wan ên ji bo 2019’an jî ew e ku bi Zarok TV re bernameyeke zarokan çêkin: “Em ê di vê bernameyê de çîrokên Kurdî bi efektên dîtbarî pêşkêş bikin. Bernameyeke ji 30 beşan pêk tê. Dîsa bernameyeke me ya din heye ew jî, em dixwazin bi lîstikekê ku me nivîsandiye, derkevin pêşberî temaşevanan. Çima em tiştekî wisa dixwazin. Çimkî bi pirranî karê nivîsandina şanoyê dikeve ser milê wêjevanên Kurd. Lê mixabin di şanoya Kurdî de tenê berpirsyariyek wisa didin ser milê lîstikvanan. Têgihiştineke wisa çêdikin. Divê teqez wêjeya Kurdî di vê mijarê de piştevaniya xwe bide nîşandan. Divê wêjevanên Kurd vî karî wek erkekê bibîne û xwe nêzî bikin. Ji ber vê yekê me xebatek wiha da pêşiya xwe.”

Kurdî şert e

Ekîncî ji bo atolyeya şanoyê jî da zanîn ku krîtera wan esas atolyeya Kurdî ye: “Yên bi Kurdî nizanin nikarin beşdarî atolyeyê bibin. Em dixwazin kesên dixwazin bibin şanoger û ruhê lîstikê bi wan re hebe, beşdar bibin. Beşdar dikarin li ser malpera teatrajiyananu.com forma miracaetê dagirin û xwe qeyd bikin.”

Ekîncî bi bîr xist ku di warê mekan de gelek zehmetî ji wan re hatine derxistin û dawiyê jî weke çareserî wan cihê xwe bixwe ava kiriye.

Navê xebata kolektîf e 

Ekîncî di dawiyê de diyar kir ku tevî hemû zext û zordariyan jî xebateke bi awayê kolektîf bi rê ve dibin û got, “Ji pergal û dewletê ti daxwaza me nîne. Bendewariya me ji hunermend û saziyên me heye. Em dixwazin hemû sazî, gel, şexsiyet û hunermendên me bi awayekî xurt xwedî li şanoya xwe derkevin.”