
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dijminên gelê Kurd, li hemberî têkçûna xwe û rastiya ku derketiye holê serî li rêbazên şerê qirêj û psîkolojîk daye û ev tişt hatin gotin: "Bi ambargoya aborî ya li ser Rojava û propagandaya qirêj dixwazin îradeya li Rojava derketiye holê bişkînin, gelê herêmê teslîm wergirin û mecbûrî koçberiyê bikin."
Helwesta Başûr
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di demeke ku gelê Kurd ber bi kongreya neteweyî ve diçe de helwest û ambargoya rêveberiya herêma Başûr gihiştiye asta cezakirina gelê Rojava û ev yek hevkariya bi dijmin re aşkera dike û nakeve xizmeta gelê Kurd.
Li hemberî êrîşên têne domandin helwesta hin derdorên Kurd jî di daxuyaniyê de hat nirxandin û ev tişt hatin gotin: "Di demeke ku Serokê Koalîsyona Sûriyeyê Ehmed Carba hebûna li Rojava înkar dike, her wiha koalîsyon fermana qirkirina Kurdan dide de, hêzên Kurd ên bi navê 'Îttîhat Siyasî (Partiyên Azadî û El Partî)' jî biryar girtine ku tevli koalîsyonê bibin. Ev jî tê wê wateyê ku Îttîhat Siyasî hevkarê van komkujiyan e. Ev yek rastiya vê plana qirêj û dijminahiyê radixe ber çavan."
Dengê xwe derxin
Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên Kurd hat kirin ku li hemberî vê helwestê dengê xwe derxin û wiha hat domandin: "Valakirina Rojava û guhertina demografiya Kurdistanê tenê dikeve xizmeta dijminên Kurdan. Xurtbûna Rojava tê wateya xurtbûn û bihêzbûna Bakur, Başûr û Rojhilat. Çarenûsa her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Li ser vî esasî divê hemû hêzên Kurd helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin û nebin amûrên dijmin."
Xwedî li hev derkevin
Li hemberî hewldanên hêzên ku dixwazin herêmê vala bikin jî di daxuyaniyê de bang li welatiyan hat kirin ku cihên xwe terk nekin û wiha hat gotin: "Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi fedakariyeke bêhempa û bi xwînê erdên Kurdistanê diparêze. Pêwîst e hemû kesên welatparêz jî layiqî berxwedana şehîdan bin û bi fedakariyeke mezin li mala xwe, erdê xwe û welatê xwe xwedî derkevin. Her wiha nebin amûrên van lîstikên ku armanca wan valakirina Rojava ye. Bi berxwedanê em ê van lîstikan vala derxin. Sûriye bi giştî di rewşeke awerte û şer re derbas dibe. Di gelek pêdiviyên jiyanê de kêmasî hene. Lê saziyên pêwendîdar li ser vê pirsgirêkê radiwestin û bi qasî derfetan wê bi cih bînin. Ev pêvajoyeke demkî ye û wê derbas bibe. Bi xwedîderketina lihevûdin wê gel karibe vê rewşê derbas bike. Em ji bîr nekin ku azadî bêberdêl nabe. Ji derveyî nexweşiyên giran bila tu kes malên xwe û welatê xwe bernede bêrûmetiyê qebûl neke."
Di daxuyaniyê de bang li hêzên Asayîşê jî hat kirin û hat xwestin ku li gorî prosedurên huqûqî, der barê kesên ku li ser sînor bazirganiya mirovan dikin tiştên pêwîst bikin û van lîstikan vala derxin.
ANHA/QAMIŞLO