Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameya Al-Monîtor re axivî û destnîşan kir, gelê Kurd ev 40-50 sal in ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li hemû parçeyên Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn di nava meşek mezin de ye.

Bayik got, “Kurdên li derveyî welat jî timî li ser piyan e. Gelê Kurd 30-40 sal in li ser piyan e. PKK jî pêşengiyê ji vê têkoşînê re dike.” 

Bayik bal kişand ser guhertina destûra bingehîn a ku di 16’ê Nîsanê de pêşkêşî dengdanê tê kirin û got, “Ji sala 1924’an û vir ve hemû destûrên bingehîn ên hatine amadekirin, xwe sipartine înkarkirina Kurdan. Bûne destûrên bingehîn ên ji bo qirkirina Kurdan. Ne tenê destûra bingehîn, hemû qanûn û rêvebername jî bi armanca qirkirina Kurdan hatine amadekirin.  Ji ber vê yekê, em sîstema serokatiyê weke sîstemeke rêveberiya qirkirinê dibînin. Em li dijî vê ne û jê re dibêjin ‘NA’.”

Li her derê êrîş, li her derê berxwedan

Cemîl Bayik bibîr xist, ku dewleta Tirk şerê li dijî Kurdan li her deverê belav kiriye û ji ber vê yekê jî, ew neçar man e helwesta xwe ya li hemberî vê ji nû ve binirxîne.

Bayik ragihand, di nava rewşeke ku her roj êrîş tê kirin û şer li her cihî hatiye belavkirin de, ne rast e ku ew şer tenê li Bakurê Kurdistanê bimeşînin û wiha dewam kir: “Li dijî êrîşa topyekûn a dewleta Tirk em rewşê dinirxînin... Dewleta Tirk ji xwe şer berbelav dike. Ma ne dewleta Tirk e ku dibêje ez ê li Sûriyeyê, li Iraqê, li her cihî, li Şengalê, li Qendîlê vê bikim, wê bikim? Ji ber vê yekê, şertekî şer e ku divê em bersivê bidin vê polîtîkaya dewleta Tirk. Eger şerê li her derê yê li dijî me ji xwe rewa dibîne, hingî em ê jî li her cihî bersivê bidin.”

Di 2017’an de wê şer giran bibe

Bayik anî ziman, ti polîtîkayeke wan nîne ku Tirkiyeyê bikin Sûriye û got, “Bêguman, eger dewleta Tirk vî şerî dişidîne û dijwar dike, mafê me ye ku em jî li Tirkiyeyê şer dijwar bikin. Ev şer wê ne tenê li bakurê Kurdistanê be. Şer wê li Tirkiyeyê, li metropolên Tirkiyeyê jî giran bibe.”

QSD li dij planên Tirkiyeyê li ber xwe dide

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, destketiyên Kurdan li ku hebin, dewleta Tirk yekser êrîşî wê derê dike û bal kişand ser êrîşên giran ên li ser Rojavayê Kurdistanê. Bayik işaret bi gef û êrîşên dewleta Tirk ên li Minbicê kir û got, “Êrîşên li dijî Minbicê niha jî dewam dikin. Hêzên QSD’ê ne tenê ji Kurdan pêk tê, gelek pêkhateyên xwe hene. Yek ji van pêkhateyan jî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye. Wê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin.”

QSD hêza navxweyî ye

Bayik destnîşan kir, Tirkiye li nava Sûriyeyê hêzeke derve ye. Bayik diyar kir, ya ku pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bike, dînamîkên navxweyî ye û wiha dewam kir: “Li cihên Tirkiye lê bi bandor e, zîhniyet, feraset û rêbaza jiyanê ya El Qaîdeyê serdest e. Li her cihê Tirkiye ketiye navê, ji bilî vê yekê ti encam dernakeve. Ji ber vê yekê, em ne bawer in ku DYA, Ewropa, Rûsya, Sûriye, Îran, Iraq qebûl bikin ku Tirkiye hîn zêdetir bide nava Sûriyeyê. Ketina hêzeke bi vî rengî li nava Reqayê, wê tevlîheviya siyasî zêdetir bike.”

Gelê Reqa wê bajêr bi rê ve bibe

Cemîl Bayik bal kişand ser Pêngava Rizgarkirina Reqayê û got, “Piştî rizgarkirinê Reqa wê ji aliyê gelê Reqaye ve bê birêvebirin. Berevajî îdîayên Erdogan, ti nêzîkatiyeke ku dibêjin ‘Ere Kurdan qebûl nakin’ nîne. Eger Kurdan qebûl nakin, wê demê Tirkan hîç qebûl nakin! Kurd niha li her cihê lê ne bi hemû gelan re di nava biratiyê de dijîn. Li ti cihî Kurd gelan ji cih û warên wan nakin. Kurd nakevin nava hewldaneke serweriyê. Ji bo serweriya meclîsa demokratîk a gelan, rêveberiya demokratîk a gelan, di nava hewldanan de ye. Hemû hewldanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî ji bo vê ne. Ji ber vê yekê Şoreşgerên Rojava, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya DemokratÎk wê qebûl nekin ku Tirkiye tevlî operasyona Reqayê bibin. Wê qebûl nekin ku Tirkiye bikeve nava Reqayê, qebûl nekin ku bi Tirkiyeyê re xebateke hevpar were meşandin.”

Bayik destnîşan kir, ku ewlehiya Şoreşa Rojava bi demokratîkbûna Sûriyeyê dibe û got, “Kurd dixwazin hêzên demokratîk ên Ereb li Reqayê serdest bin. Hêzên demokratîk tê wateya dostên Kurdan.” 



 NAVENDA NÛÇEYAN