• Berxwedanê ji Nîsana 1985´an heta Hezîrana 1995´an 10 salan weşana xwe bi Kurdî û Tirkî kir. Wê karî agahiyên xwe ji tevna herî berfireh a nûçegihanên xwebexş ên dîroka Çapemeniya Azad wergire û bibe rojnameyeke serhildanan.
LUQMAN GULDIVÊ Sala 1983´yan kovareke bêhtir nûçeyên aktuel weşandî ya bi navê Berxwedanê dest bi weşaneke ne bi rêkûpêk kir. Hejmara yekê bi temamî bi Kurdî bû û li bin nav jî slogana “Berxwedan Jiyan e” hebû. Ji sala 1985´an û pê ve ev kovara nûçeyên aktuel êdî bi rêkûpêk derket û li binê jî êdî “Her tişt ji bo Eniya Rizgariya Neteweya Kurdistan” dinivîsî. Ji hingê û pê ve giraniya weşanê bi Tirkî be jî weşana wê bi giştî bi Tirkî û Kurdî dewam kir, heta ku Welat li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Kurdî dest bi weşanê kir. Berxwedanê ji 1987´an û pê ve her 15 rojan carekê bi rêya belavkerên xwebexş xwe gihand pirraniya malên welatparêzan ên li Ewrûpayê. Hejmara dawî ya Berxwedanê jî Hezîrana 1995´an derket - yanî çapa dawî 31´ê Gulana 1995´an çap bû. Em bi Gerînendeyê Weşana Giştî yê Berxwedanê yê dawî rojnamevan Îsmet Kayhan re li ser serhatiya Berxwedanê peyivîn. Îsmet Kayhan bi bîr dixe ku beriya damezrandina ERNK´ê jî hin hejmarên taybet ên xwerû Kurdî yên Berxwedanê derketine. Hejmara Nîsana sala 1983´yan a li Swêdê weşandî ya yekê ye, piştre jî Sibata 1984´an li Swêdê hejmara 5´an tê weşandin. Bi damezrandina ERNK´ê re yanî sala 1985´an, wê dest bi weşaneke bi rêkûpêk kir ku bi Kurdî û Tirkî dewam kir. Ji bo taybetiya Berxwedanê û cihêtiya wê ji Serxwebûnê, Îsmet Kayhan dibêje, "Xweseriya Berxwedanê ew bû ku tiştên aktuel, nûçe bûn, formata wê nîv nûçe û nîv kovar bû, tê de analîz, şirove nûçe jî hebûn. Profîla wê ya nûçeyan bi pirranî Bakurê Kurdistanê bû. Qismî jî Rojava hebû. Berxwedan di navbera 30-35 hezaran de dihat çapkirin, ji Serxwebûnê bêhtir dihat xwendin." Ew bi bîr dixe ku serê pêşî ekîpên Berxwedan û Serxwebûnê ji hev cihê bûn û wiha dewam dike: "Piştî salên 90´î, piştî qedexeya PKK´ê li Elmanyayê bûn yek. Hem buro û hem jî ekîp bûn yek." Ji bo têkilîdanînê mekanek bû Îsmet Kayhan dibêje, tecrûbeya wî ya nivîsê ya yekê bi Berxwedanê dest pê kiriye, û wî sala 1991´ê ji bo berxwedanê nivîs hazir kirine. Li ser tecrûbeya xwe ew wiha dipeyive: "Agahî ji gerîla, ji ARGK´ê dihatin. Lê bi ya min tişta herî muhim a Berxwedanê cihê dike, li welat tevneke wê ya nûçegihanên xwebexş a berfireh hebû. Ji Silopiyayê, ji Şirnexê, ji deverên ku îro jî nûçegihanên çapemeniya azad nînin, nûçegihanên Berxwedanê hebûn. Cihêtiyeke wê ya din jî hebû: milîsan nûçegihanî ji Berxwedanê re dikir. Xelkê beşdarî serhiladanên li welat, ên li Nisêbîn û Cizîrê dibûn, nûçegihanî dikirin. Lê ya ji wê jî muhimtir, gerîla jî nûçegihanî dikir. Gerîla çalakiya xwe, serhildanên gel ên li herêmên xwe radigihandin Berxwedanê." Sedema vê jî ew bû ku gerîlayan weke rêyeke têkilîdanînê û parvekirina agahiyan telefonî Berxwedanê dikir: "Bûyerên trajîk jî hene. Mesela tiştekî acil hebûya, bixwestana xwe bigihînin navendê, hingê gerîla dadiketin gundan, telefonî Berxwedanê dikir. Ez ji destpêka 90´î ve şahidê wê me, muhtemelen beriya wê jî wisa bû. Cihê ku nûçegihanên Berxwedanê lê herî zêde jî, cihê ku milîs û rêxistin lê herî xurt bû, yanî Botan bû." Îsmet Kayhan dibêje, çawa ku îro xelk, şivan yan jî kesên din bi rêya weşanên radyoyê agahiyên li ser tevgerên eskerî yên dagirkeriyê didin, berê jî xelkê xwe bi heman rengî digihand Berxwedanê: "Serxwebûn jî ji salên nîvê 80´yî heta destpêka salên 90´î wiha bû. Em berê xwe didinê, dinivîse, ji filan gundî Ehmed - helbet ne navên bi rastî ne - gotiye, dewletê avêt ser gund, filan kes birin nezaretê, me li ber xwe da, me slogan gotin. Yanî tevneke welê hebû. Îro tevneke wisa ya rojnamevaniya welatiyan a xwebexş nîne." Ji Serxwebûnê bêhtir dihat xwendin Îsmet Kayhan beriya ku di ekîpa weşana Berxwedanê de cihê xwe bigire, di belavkirina wê de cihê xwe girtiye û hîç bîr nebiriye ku rojekê wê bibe rojnamevanê wê: "Ez li Swêdê li Bakurê Stockholmê çalak bûm, min 80 Berxwedan belav dikirin. Li gorî Serxwebûnê, xelkê bêhtir elaqe nîşanî Berxwedanê dida. 15 rojan carekê bû, nûçeyên gerîla hebûn, ajîtasyon hebû, wêne balkêş bûn, Serok bi xwe jî di gelek hejmarên wê de nirxandinên xwe dikirin. Me hejmarên taybet derdixistin. Mesela di wexta serhildanan de gelek hejmarên wê yên taybet hene, dosyayên wê yên lêkolînê hene. Li ser şerê Başûr jî me hejmarek veqetand. Di dema serhildanên destpêkê de me bi rêk û pêk hejmarên taybet derxistin. Berxwedan rojnameyeke serhildanê ya li derveyî welêt bû." Ji bo cihêtiya Berxwedanê ew wekî din dibêje: "Dihat xwendin. Nûçeyên wê kinik bûn. Hingê jî têkiliyên her kesî bi welêt re gelekî xurt bûn. Xelk nû hatibû. Xelkê dixwest agahiyên ku wî bi xwe jî didan, dixwest di Berxwedanê de bibîne jî. Berxwedan pirek bû di navbera xelkê di destpêka salên 90´î de hatî Ewrûpa û xelkê li Kurdistanê de. Weke Serxwebûnê, neqanûnî bi çapên hûrik me dişand Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî." Şifêrên Şêx Seîd nebûn, bi pirranî milîs bûn Li ser têkiliya penaberan û dozên penaberiyê û nûçegihaniya ji Berxwedanê re jî Îsmet Kayhan dibêje, "Mesela, telefon dikirin digotin, di serhildana filan deverê de, filan kes girtin, navê wî jî filan e. Êşkence li wî kirin û ew pismamê min e. Helbet me nedizanî ji bo penaberiyê ye. Bi pirranî ev nûçe rast bûn. Lê em hîn bûn; xelkê ji bo dozên xwe yên penaberiyê li Swêd û Elmanyayê mesela Berxwedan weke delîl nîşan dida. Yanî efsaneyên, penaberên ji xwe re gotî, ez şifêrê Şêx Seîd bûm, hene. Ê me tiştekî welê nebû. Bi rastî jî pismamên hatibûn girtin, êşkence li wan hatibû kirin; gelek ji wan jixwe milîs bûn. Berxwedan li Ewrûpa derdiket, lê xelkê li Kurdistanê jî ji xwe dihesiband." Lê ne tenê li Kurdistanê, Berxwedan çûye Kanada, Misr û Japonyayê jî: "Diçû Emerîkayê jî, hejmareke kêm weke name. Lê herçî Kanada ye, bi postê me dişand, li wir bêhtir dihat belavkirin. Heta li Kanadayê nivîskarekî me hebû. Berxwedan diçû Norwêcê jî." Di Berxwedanê de gelek wêne dihatin weşandin; ev wêne jî hemû yan bi postê yan jî ji destan digihiştin buroya wê. Minaqeşeyên bi dawîkirina weşanê jî tê bîra wî, pêşî Kurdiya Berxwedanê, bi destekkirina Welat sala 1992´yan wê bi dawî bibûya, lewma nivîskar û edîtorên xwe yên Kurdî dan Welat. Paşê bi weşana rojnameya Ozgur Polîtîka ya rojane li Ewrûpayê, weşana Berxwedanê bi dawî bû. Sedemeke din jî hebû: "Ew tevna nûçegihanên xwebexş bi xirakirina gundan û êrişên dewleta Tirk ên li bajaran hêdî hêdî nedima. Ji ber wê me giranî da nivîskaran. Dosya û lêkolînan dewam kir, lê hinekî şibiya Serxwebûnê." Wekî din gerînendeyê dawî yê weşana wê ya giştî, Îsmet Kayhan dibêje, heta bi destpêka êrişên dewleta Elman ên salên 1992´yê, 12 kes ew di ekîpê de bûn, lê piştî êrişan, hejmara wan dakete 2 kesan û heta 1995´an bi du kesan dewam kiriye: "Ez û heval Selçûk. Ji nivîskarên hingê ku hê jî di Yenî Ozgur Polîtîkayê de nivîskariyê dike, yek maye, ew jî Selîm Ferat e." Şehîdên ERNK´ê Du şehîdên Berxwedanê hene. Yek jê Hasan Kiziler (Mazlûm) e, ew di ekîpa Berxwedanê de cihê xwe digire. Ew ciwanekî ji Mereşê ye. Di bomberana li dijî Xakurkê sala 1995´an de şehîd bû. Ya din jî Zeynep Erdem (Jiyan) e; ew ji Çewlikê ye, û weke Hasan Kiziler ji Ewrûpayê tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûye. 5´ê Hezîrana 1999´an li Elbaka Wanê şehîd bû. 
Li cem me nebû bi welatparêzan re hebû Ji ber zextên dewleta Elman, arşîva Berxwedanê jî bi pirranî hatibû desteserkirin. Lê sala 2012´an karê dijîtalkirina hejmarên Berxwedanê tê ber Îsmet Kayhan. Ew wiha behsa serpêhatiya dijîtalkirinê dike: "Sala 1992´yê dewleta Elman bi ser buroya Berxwedanê de girt. Hin qismekî arşîva me di destê wê de ye. Me doz vekir, lê me nekarî wan belgeyan bi şûn ve bigirin. Di navê de belgeyên me bi kar anî û me bi kar neanî, 3-4 hezar wêneyên me yên gerîlayan, yên serhildanan û çalakiyên li Ewrûpa û deh hezar kitêbên me. Sala 2012´an gava me xwest dijîtal bikin, ji ber vê hin hejmarên me kêm bûn. Mesele du sê hejmarên kêm, me li Duisburgê li cem welatparêzan peyda kirin. Li Hamburgê çendek dîtin. Kirine arşîv, di pakêtê de paqij. Bi xwe weke arşîva xwe bi kar tînin; lê vedigerin û li agahî û nûçeyan dinihêrin. Me agahî şand, me got hejmar li cem me nînin, ji Duisburg û Hamburgê li me vegeriyan, gotin, ew hejmar li cem me hene. Arşîvên balkêş hebûn, weke hejmarên Kurdistan Reportê hemûyan. Yan jî yên ku afîş berhev dikirin, welatparêzên ji salên 1980´yî ve afîş, belavok, kitêb arşîv dikirin, hebûn." Musa Anter bi dijûnan ji heqî wan derket Rojnameyeke Tirk a bi navê Yenî Asirê, carekê Berxwedanê yekser jî weke hedef nîşan dide. Gerînendeyê Weşana Giştî yê dawî yê Berxwedanê yê hingê wiha tîne bîra xwe: "Berxwedan li Elmanyayê qanûnî bû. Yenî Asirê hejmarên telefonê û faksê yên Berxwedanê weşandin û manşeta ´Va ye PKK´ li binê wê jî dinivîsî, hûn dixwazin li eskerê kuştî bipirsin, hûn dixwazin li birayê xwe yê wenda bipirsin, hûn dixwazin bidin dijûnan… hingê 3 -4 rojan telefon nesekinîn. Yên ku li eskerên kuştî pirsîn, yên ku li eskerên wenda pirsîn. Bi sedan telefon dihatin. Me hin ji wan weke nûçe jî bi kar anîn. Tam nayê bîrê yan 90 yan 91 bû. Mûsa Anter jî rojekê li buroyê mêvanê me bû. Wî meyizand em hew bi wan dikarin, got, ´Ka wê telefonê bidin min´. Gava yê hember dida dijûnan, Mûsa Anter jî dida dijûnan. Dijûnên wî jî xurt bûn." Kurdiya Berxwedanê û Osman Sebrî Di Berxwedanê de hevdîtina Rêber Apo û Osman Sebrî jî derçûbû, û hevpeyvîna bi hevjîna Nûrî Dêrsimî jî di Berxwedanê de derçûbû. Îsmet Kayhan dibêje, hevalê ku Kurdiya Berxwedanê amade dikir, bi Osman Sebrî re peyivîye: "Diçe cem Osman Sebrî, dibêje, ´Seyda Kurdiya Berxwedanê çawa ye?´ Ez tam nizanim hevok çawa ye, lê bi maneya, ez ji Kurdiya we fêm nakim, hûn tenê ji bo xwe derdixin. Wî hevalê çi şaş çi rast, gotinên weke serhildan, pêvajo çêkiribûn. Yanî Osman Sebrî rexne kiribû gotibû, ev ne Kurdiya xelkê ye."