IBRAHÎM EHMED / ANHA/GIRÊ SPÎ

Şêwekar Pîkasoyê Ereban (Pîkaso El-Ereb) bi wêneyên xwe berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember çavên dewleta Tirk a dagirker îfade dike da ku ji dagirkerî û cîhanê re diyar bike ku şêwekar û rewşenbîr dikarin li ber xwe bidin û bi tabloyên xwe û sembolên welatê xwe keleheke asê ava bike.

Li dijî gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin, hêzên xwe li ser sînor kom kirin, şêniyên kantona Girê Spî berê xwe da ser sînor û dest bi çalakiya mertalên zindî kir.

Li gel ku ev çalakî dewam dike, Şêwekar Pîkaso El-Ereb ê 36 salî bi rêbaza xwe ya taybet beşdarî çalakiyê bû. Bi rîşa xwe wî wêneyên kesên sembolên berxwedanê temsîl dikin û tabloyên din ku berxwedanê rave dikin, xêz kirin û hîna dike.

Pîkaso El-Ereb ji kantona Girê Spî ye û di herêmê de baş tê naskirin. Wî li cihê çalakiyê, wêneyê Rêberê Gel Abdullah Ocalan û yê Leyla Guven, xêz kirin. Wî wekî din wêneyê Che Guevera û şehîd Arîn Mîrkan jî xêz kirine. Pîkaso El-Ereb dibêje: “Berxwedan ne tenê bi çekan e. Lê belê bi çand, pênûs û wênesaziyê ye. Ez piştgiriya xwe bi gelê xwe re bi rîş û rengên xwe rave dikim.

Ji Ocalan fêrî fikra azad bû

Dema ez semboleke neteweyî li ber çavên gelê ku li hember dagikeriyê li ber xwe dide, xêz dikim, ez ji wan re îsbat dikim ku berxwedan di hemû tiştan de ye. Ew sembolên berxwedanê jî di hişê me de zindî ne.”

Pîkaso El-Ereb di dawiyê de got, “Em ji felsefeya azadî û berxwedanê fêrî jiyanê bûn. Rêberê Gel Abdullah Ocalan gel fêrî fikra azad kirin.“

Pîkaso El-Ereb 2006`an profesyonel dest bi xêzkirinê dike. Di gelek pêşengehên li Dubayê û Beyrûtê beşdar bûye. Herî dawîn tev li pêşengeha Rojava ya Hunera Şêwakariyê ya îsal bû.