Bayik: Pêwîst e, mirov berxwedana heyî mezintir bike. Ji ber ku pirr teng e, li hinek bajaran tenê ye. Halbûkî, divê li tevahiya bajarên Kurdistanê berxwedan bê kirin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik mijarên; şerê rejîma AKP-MHP'ê yên li dijî gelê Kurd, gef û êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê û berxwedana gel a li dijî van êrişan dinirxîne. Bayik li ser siyaseta dewleta Tirk a giştî dibêje, "Heta ku li Tirkiyeyê siyaset li dijî Kurdan bi dawî nebe, yên ku wê siyasetê dimeşînin ji desthilatdariyê neyê xistin, ti carî çareserî çênabe. Her tim wê qirkirinê bimeşînin, wê timî mudaxele bikin, bigirin, bikujin, êşkenceyê bikin, bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye wê bixwazin ji holê rakin." Bayik li çend bajaran asêmane berxwedanê rexne dike û dibêje, divê berxwedan li temamê bajarên Kurdistanê belav bibe.
Tolê ji Rêber Apo hiltînin
Li ser pirsa elaqedarî siyaseta tecrîdê, Bayik wiha li ANF´ê vegerand: "Dewleta Tirkiyeyê ji bo netewe dewletekê ava bike li ser gelan siyaseta tinekirinê meşand. Ji ber ku Rêber Apo dest li siyaseta dagirkeriyê, faşîst, a li ser esasê qirrkirinê werda; ji ber ku dewleta Tirk dixwest bi navê Kurd û Kurdistanê her tiştî ji holê rake, Rêber Apo jî îrade, nasname, nirxên gelê Kurd, civaka gelê Kurd ava kir, li dijî Rêber Apo siyasetek meşandin. Komploya navneteweyî ji bo wê bû, sîstema Îmraliyê jî ji bo wê afirandin. Yanî tolê ji Rêber Apo hildidin. Lazim e gelê me vê rastiyê baş fêhm bike. Niha heta ku ew tecrîd li ser Rêber Apo bi dawî nebe, parastin, tenduristiya Rêber Apo û azadiya Rêber Apo neyê misogerkirin, ew siyaseta ku dewleta Tirk niha li ser gelê Kurd dimeşîne, li ser jin, ciwan, oldar, siyasetvan, şaredarên Kurd dimeşînin, li ser dar û berê wan, çiyayên wan dimeşîne, wê bidome. Jixwe, eşkere dibêjin; em ê koka Kurdan bînin. Hinek dibêjin, heger bi Rêber Apo re hevdîtin çêbe mesele hal dibe. Heta hinek hevdîtin çêbûn, weke ku tecrîd rabû, mesele nema, bi vî rengî dîtin. Ev yek xwexapandin e. Ev yek xwe razandina li mirinê ye. Niha li ser gelê Kurd siyaseta tinekirinê tê meşandin. Ev siyaseta qirkirinê ye. Çawa di bin siyaseta qirkirinê de em ê bibêjin, em ji bo aştiyê kar dikin, em aştiyê dixwazin. Ji vê xerabtir tiştek nabe. Ev yek xeflet e, dibin faşîzmê de, di bin qirrkirina dagirkeriyê de aştî çawa çêdibe? Heger te li dijî qirrkirinê, dagirkeriyê, faşîzmê têkoşîn mezin kir, û vê têkoşînê ew pirr tengav kirin, heger êdî nikaribin vê siyasetê bimeşînin, wê demê mecbûr dimînin çareseriyê qebûl dikin, tu çareseriyê bi pêş dixî, tu encamê werdigirî, wê demê li ser wê aştî çêdibe. Heta ku li Tirkiyeyê ew siyaseta ku li dijî Kurdan tê meşandin bi dawî nebe, yên ku wê siyasetê dimeşînin ji desthilatdariyê neyê xistin, bi taybetî jî desthilatdariya AKP-MHP'ê mirov ji desthilatdariyê nexîne, ti carî çareserî çênabe, ti carî aştî jî çênabe. Her tim wê qirrkirinê bimeşînin, wê timî mudaxele bikin, bigirin, bikujin, êşkenceyê bikin, bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye wê bixwazin ji holê rakin. Mirov dîrokê baş lêkolîn bike, tiştên ku niha jî pêk hatine li ser wî esasî ne. Heger em dixwazin ev siyaset bi dawî bibe, lazim e em destê Rêber Apo xurt bikin. Li dijî faşîzmê, dagirkerî, qirrkirinê ku me bi her rengî têkoşîn, berxwedan mezin kir û wan dît ku nikarin êdî wê siyasetê bimeşînin, mecbûr dimînin îradeya Kurdan, serokatiya Kurdan, nasnameya Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurd qebûl bikin, wê demê çareserî pêk tê, li ser çareseriyê jî aştî çêdibe. Lewma divê gelê me di vir de xwe nexapîne, şerê ku li ser Rêber Apo, gelê Kurd tê meşandin baş fêhm bike, wî şerî qebûl neke, li dijî wî şerî xwe baş bi rêxistin bike, têkoşînê bike, berxwedanê bi her rengî mezin bike."
Li çend bajaran tenê nabe
Cemîl Bayik li ser bi qeyûman dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê jî dibêje, "Rêber Apo got, heger hazir bin, ez hazir im pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî demokratîk çareser bikim. Ji bo çareser bikim divê dewlet vê qebûl bike, gavê biavêje. Dewleta Tirkiyeyê ti carî pirsgirêka Kurd qebûl nake, civaka Kurd, îradeya Kurd, siyaseta Kurd qebûl nake. Rêberê wê qebûl nake. Dixwaze koka Kurdan bîne. Di pratîkê de jî wan dest danî ser şaredariyan, dest danî ser gelek siyasetvanan, operasyonên berfireh kirin, bi sedan insan girtin û li dijî gerîla jî operasyonên qirrkirinê dest pê kirin. Ev hemû çi îfade dikin? Ku bi navê Kurd gelekî qebûl nake, civakê qebûl nake. Bi navê wê civakê siyasetê, Rêbertî, çareseriyê, îradeya wê, çanda wê, nirxên wê qebûl nake. Li ser tinebûna Kurdan dixwazin dewleta Tirkiyeyê ava bikin, xurt bikin. Di mirina gelan de dixwazin serketinê biafirînin. Ji vê hovtir çi desthildarî û çi rejîm, li dinyayê kêm mînak hene.
Xwedî li ziman û çanda xwe derkevin
Ev operasyona ku li warên siyasî, civaka Kurd, gerîla, şaredariyan kir, bi temamî siyaseta faşîst a qirrkirinê ya dagirkeriyê ye. Kurdistanê bi qanûnên taybet bi rê ve dibin. Bi qanûnên dagirkeriyê, qirkirinê îdare dikin. Ji ber vê yekê waliyê dagirkeriyê tayîn dikin. Dema ku komar ava bû jî bi vî rengî bû, niha jî bi vî rengî ye. Planeke Islehkirna Şerqê ye. Piştî wê qanûna îskanê çêkirin. Piştî wê gelek qanûnên din. Îro jî qanûna qeyûman e. Ev hemû hev temam dikin. Qet nahêlin valatiyek çêbe, ku Kurd, gelên li Tirkiyeyê, demokrat nefesê wergirin. Ti eleqeya xwe bi hiqûqê û exlaqê re nîne, bi mirovatiyê re nîne. Bi temamî li gorî qanûnê qirrkirinê tevdigerin. Lewma her kes vê dibîne, vê qebûl nake li dij derdikeve. Ev yek baş e, her ku diçe yên li dij derdikevin jî zêdetir dibin.
Lê belê lazim e mirov ew berxwedana heyî mezintir bike. Ji ber ku pirr teng e, li hinek bajaran tenê ye. Halbûkî, lazim e li tevahiya bajarên Kurdistanê berxwedan bê kirin.
Lazim e civaka Kurd li xwe, li însanê xwe xwedî derkeve, li nasnameya xwe, zimanê xwe, çanda xwe, paşeroja xwe, nirxên xwe xwedî derkeve. Ji ber ku dagirker dixwaze van ji holê rake. Wê demê, dagirker dixwaze çi ji holê rake divê gelê me jî xwedî lê derkeve."