
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî bi berxwedana gel dibe.
Remzî Kartal bi bîr xist, ku Ocalan gelê Kurd ji nava tarîtiyê derxistiye nava ronahiyê, lewma dewleta Tirk bi rengekî tolhildanê nêzî wî dibe û got, “Ev polîtîkayên dewletê bi têkoşîna berxwedêr a gelê Kurd dikarin bên şikandin.”
‘Dewlet ji Rêber Apo ditirse’
Remzî Kartal bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 19 sal in tecrîdkirî ye û got, “Ev 7 sal in parêzer, salek e jî malbata û kesekî din nikarin wî bibînin. Di vî warî de fikarên me zêde ne. Divê em vê yekê bi rengekî vekirî bibêjin; dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên hovane û kujeriyê yên li dijî gelê me, li hemberî Rêber Apo dimeşîne. Lazim e her kes bi vê zanibe. Em gel û tevger, ji rewşa jiyan û tenduristiya Rêber Apo bi fikar in.” Kartal da zanîn, saziyên Kurdan û parêzerên Ocalan gelek caran serî li CPT û saziyên navneteweyî dan, lê belê di vî warî de agahî ji wan re nehatiye dayin.
Hevserokê KONGRA GEL Kartal diyar kir ku dewleta Tirk êrîşî hemû destketiyên gelê Kurd ên li gelemperiya cîhanê dike û wiha dewam kir: “Di şexsê tevgera azadiyê de dixwaze vê îradeyê bişikîne. Ji bo vê jî bi rengekî hovane komkujiyan dike. Nûnerên Kurdan ên bi rêyên siyasî û demokratîk hatine hilbijartin xistiye girtîgehan. Û di nava rewşeke bi vî rengî de, di şexsê Rojava de dixwaze pêşî li pêvajoyeke bi kêrî Kurdan tê ya li Rojhilata Navîn bigire. Dewleta Tirk li pey wê ye ku îmaja Kurdan û ya tevgera azadiyê ku li gelemperiya cîhanê erênî ye, nebaş bike. Ligel vê, dixwaze tecrîdkirina Rêber Apo bişidîne. Ji ber ku dewlet ji nêrînên Rêber Apo ditirse.”
Tecrîd şerê dewletî li dijî Kurdan e
Kartal got, “Nasnameya Kurd qedexe bû. Her tişt di nava zext û zordariyê de bûn. Rêber Apo gelê Kurd ji nava tarîtiyê derxist nava ronahiyê. Gelê Kurd xist rojeva cîhanê. Lewma dewleta Tirk dixwaze tolê ji Rêber Apo hilîne.“ û bi bîr xist ku Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne, ew bi rengekî dîlgirtî di destê dewleta Tirk de ye.
Kartal wiha dewam kir: „Heger girtiyekî ji rêzê bûya wê derfetên xwe hebûna ku parêzer û malbata xwe bibîne. Rêber Apo bi qanûneke taybet a ji bo wî hatiye derxistin, li Îmraliyê tê ragirtin. Tecrîdkirina Rêber Apo jî weke şerê psîkolojîk ê dewletê ye li dijî gelê Kurd.”
Kartal destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan ancax bi têkoşînê were şikandin û got, “Azadiya Rêber Apo bi berxwedanê ve girêdayî ye. Bi geşkirina berxwedan û têkoşîna gelê me, ew ê neçar bimînin ku bi Rêber Apo re li dora maseyê rûnên. Çawa ku di dema AKP’ê de, yanî sala 2012’an bi berxwedana gel a li bajaran, berxwedana gerîla ya li çiyê û berxwedana mezin a li zindanan dewlet neçar ma û bi Rêber Apo re rûnişt, wê vê carê jî bi heman rengî be.”
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal berxwedana gelê Kurd, têkoşîna gerîla weke stratejîk nirxand û wiha dewam kir: “Eger ev berxwedan mezintir bibe, dewletên cîhanê yên bi Erdogan re di nava nakokiyê de ne, wê li gorî berjewendiyên xwe zextê li dewleta Tirk bikin. Dewleta ku li pêşberî zexta navxweyî û derve bê çare maye, wê neçar bimîne ku bi Rêber Apo re rûne.“
Em kampanyayê mezintir bikin
Kartal bi bîr xist ku tecrîdkirina Ocalan û polîtîkayên kujeriyê yên li dijî gelê Kurd dîrokî ne û got, “Polîtîkaya li dijî gelê Kurd nabe ku tenê bi Erdogan bê vegotin. Polîtîkayeke dewletê ya sed salî ye. Siyaseta qedandinê û înkarê ji nû ve di rojevê de ye. Ji ber vê yekê divê gelê me dengê xwe bilind bike. Dewleta Tirk ji ber polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn îro tengav bûye û bi tenê maye. Em gel, bi têkoşîna xwe dikarin vê rewşê veguherînin pêvajoya çareseriyê.”
Kartal kampanya “Azadî ji Ocalan re” ya ku KCDK-E´yê da destpêkirin, bi bîr xist û got, “Xwedîderketina li Rêber Apo stratejiya me ya bingehîn e. Lewma em vê kampanyayê mezin bikin. Em li gelemperiya Ewrûpa û cîhanê belav bikin. Divê gelê me çalakiyên cihêreng li dar bixe û tevî dostên xwe û saziyên navneteweyî mijara azadiya Rêber Apo bixin rojeva cîhanê. Nêrînên Rêber Apo îro li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji jiyaneke nû re dikin. Di demeke bi vî rengî de piştgiriyeke xurt ji kampanyayê re, wê ji bo azadiya Rêber Apo pêşketinek be.”
ANF/BRUKSEL