Parlamentera HDP´ê Dersim Dag a dest bi greva birçîbûnê kir, bersiv da wezîrê karên hundir ê Tirk, Suleyman Soylu û got, "Heta ku em encamê bigirin, em ê berxwedana xwe dewam û mezintir bikin."

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a Leyla Guven a li dijî tecîrdkirina Rêeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 118'an de dewam dike. Desteka ji seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê ya ji bo Guven dewam dike. Parlamentera HDP´ê Dersim Dag a dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kirî jî, bersiv da wezîrê karê hundir ê dewleta Tirk Suleyman Soylu û got, "Berxwedana me wê dewam bike."

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di roja 118'an de dewam dike.

Jinên ku ji Stenbol Izmîr, Antalya, Mêrsîn û Edeneyêm, hevkarên HDK'ê û aktîvîstên TJA'yê yên ji Êlihê çûn serdana Guven. Wan piştgirî da Guven û got, daxwazên Leyla Guven daxwazên wan in û divê ku daxwazên wê bên qebûlkirin.

 Grev her roj belav dibe 

Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 80'yî de dewam dike, ya endamê nûneriya HDP'ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 105'an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê û ya Îmam Şîş ê li Welatê Galiyan di roja 79'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 45'an de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 50'î de dewam dike.

Dag: Berxwedan wê dewam bike 

Li gel parlamentera DHP'ê ya Amedê Dêrsim Dag, endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer jî pêr li avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kir. Piştî çalakiyê dest pê kir, bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê dewleta Tirk Suleyman Soylu, polîsan bi ser çalakgeran de girt û 5 çalakger destgîr kirin. Kesên girtî û parlamenter Dersim Dag çalakiya xwe dewam dikin.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, bersiv da fermana Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû ya serdegirtina avahiya HDP’ê ya Amedê û got, “Ligel hemû ferman û hedefnîşandanên Soylû jî em ê çalakiya xwe dewam bikin.”

Piştî serdegirtinê, Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu di civîna danasîna namzetên partiya xwe ya li Navçeya Beypazari ya Enqereyê axivî û got: “Li bajarekî (Amed) di hundirê partiya xwe (HDP) de wê bikevin greva birçîbûnê. Min ji hêzên me re got wan di nava nîv saetî de ji wir rakin. Beriya niha telefon hat. Ew ji wir rakirin." Soylu bi vê gotinê li xwe mûkir hat ku wî fermana destgîrkirina çalakgeran daye.

Wezîr e celad e nediyar e

Parlementera HDP’ê Dersim Dag a çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam dike, jî nerazîbûna xwe wiha nîşanî Soylu da: "Tenê derdekî Soylû heye, ew jî HDP, HDP’î ne; û ev berxwedan e. Ev nîşaneya herî mezin a tecrîdê ye. Rewş wisan bûye ku Soylu fermanê dide dadgeriyê.

Endamên HDP’ê yên hatine girtin jî, çalakiya xwe dewam dikin. Soylû wisan difikire ku dê bi zextên xwe vê berxwedanê têk bibe. Va ye em li vir in û berxwedana me dewam dike. Heta ku em encamê bigirin, em ê berxwedana xwe dewam û mezintir bikin.”

Dag, di dawiya axaftina xwe de jî ev peyam da: “Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê li hemberî polîtîkayên AKP’ê nerazî ne. Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê, dê di 31’ê Adarê de, bersiveke xweş hem bidin Soylû û hem jî bidin Serokê Giştî ye AKP’ê Tayyîp Erdogan.”  

 

MA/AMED