Navenda Çapemeniya Yekineyên Parastina Gel (YPG) der barê şerê 24 saetên dawî yê li Rabîa yê di navbera çeteyên mirinê DAIŞ û YPG’ê de qewimî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi serenavê “Bîlançoya 24 seatê dawî” de hat gotin ku tankek, 3 panzêr hatine ruxandin û 24 çete hatine kuştin. Di daxuyaniye de wiha hat gotin: “Dûh (7 tebax) ji sibe ve erîşên çeteyên DAIŞ li ser Rabîa tevî çekên giran, tank û panzer berdewam dikir. Ji nîvro pê ve erîşên çekên giran veguheriye erîşa erdê. Çeteyên DAIŞ 4 cara erîş bir ser yekiniyên me. Hêzên me li hember van erîşan bersivêk tund da û çeteyan tek bir. Di pevçunên hatin jiyîn de hêzên me 1 tank û 3 panzerên çeteyan ruxand. 24 çete kuşt û 1 A6, 2 BKC, 1 M16, 3 Kaleşnîkof û gelek cebilxane desteser kir.”  YPG’ê ragihand ku şervanekî wan jî şehîd ketiye û wiha got: “Di van pevçûnên dijwar de hevalêk me bi qehramanî şehîd keti ye. Em ê nasnameya hevalê xwe di demek nêzîk de ji raya giştî re ragihinin.”


Li Şengalê 5 çete hatin kuştin

Li dijî rêxistina çete DAIŞ'ê, hêzên YPG û HPG'ê li Şengalê çalakiyên xwe dewam dikin. Li gundê Sinûnê 5 çete hatin kuştin, hin cih jî hatin kontrolkirin.

Navenda Çepemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyekd a û diyar kir ku roja Pêncşemê li Şengalê  YPG, HPG û Yekineyên Berxwedana Şengalê li gundê Sînun ya Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî pêk anîne. Navenda Çapemeniyê da zanîn ku endamên çeteyan ji hinek cihên gundan hatine paqijkirin û 5 endamên çeteyan jî hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bajaroka Rabîa ya ku sînorê wê bi Tîl Koçer a rojavayê Kurdistanê re heye di 7’ê tebaxê de pevçûnên dijwar hatine jiyîn.  Hat gotin ku di çar êrîşên ku DAIŞ’ê pêk aniye de YPG’ê jî bersiva tund dayê û di nava 24 saetan de 24 endamên çeteyan hatine kuştin û tankek, 3 panzer hatine îmhakirin û gelek cebilxane û çek hatine desteserkirin.


Li Mexmûrê şer û pevçûnên dijwar

Di navbera gerîlayên HPG/YJA STAR yên li girên wargehê bi cih bûne û çeteyên DAIŞ yên êrîşî Wargeha Mexmûr dikin şer û pevçûn bi awayekî dijwar dom dike. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, gerîlayên HPG/YJA STAR û milîsan duh saet nêzî 10.00’an de bi çeteyên DAIŞ ên hewl dane wargehê dagir bikin re ketine şer. Hat ragihandin ku şer bi çekên giran ên wek doçka didome.

Piştî gelê li Wargeha Mexmûr a Penaberan bi awayekî bi ewle hatin tehliyekirin, di navbera gerîlayên HPG/YJA STAR, milîs, pêşmerge û çeteyên DAIŞ de danê sibehê zû şer dest pê kiribû. Şer û pevçûn li herêma 10-20 kîlometre di navbera qezaya Mexmûr li eniya parastina hevpar a ji gerîla, milîs û pêşmergeyan ve hatiye avakirin dom dike. Çete, ji gundên Ereban ên 15-20 kîlometre dûrî qezaya Mexmûr û gundên Kurdan in, êrîş dikin. Şer bi çekên giran û bombekirinan didome. 


NAVENDA NÛÇEYAN