Di çalakiyên li seranserê Ewrûpayê de hat gotin, dewleta Tirk dixwaze qira Kurdan bîne û ji bo wê jî banga piştgiriya û yekîtiya Kurdan hat kirin.

Li seranserê dinyayê bi çalakiyên ji bo Berxwedana Rojava û li dijî êrişa bi armanca qirkirinê ya dewleta Tirk, bi sedhezaran kes dawiya hefteyê daketin meydanan.  Çalakiyên herî girseyî li Ewrûpayê bûn. Li Berlîn, Parîs, Stockholm û gelek bajarên din li her cihî bêhtirî deh hezar mirovî daketin meydanan û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Yek ji mezintirîn çalakiyên Berlînê

Li paytexta Elmanyayê Berlînê bi mîtîngekê êrişa qirker a dewleta Tirk a li dijî Rojava hate şermezarkirin. Endama Parlemena Federal a Elmanya Evrîm Helîn Sommer, Rojnamevan-Dîrokzan Nick Brauns, nûnerê CÎK’ê Mele Dawûd Ovseme, nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Kurd di mîtîngê de axivîn. Wan êrişa dewleta tirk weke qirkirin bi nav kir û xwest dinya beramberî vê bêdeng nemîne. Ji Komîteya Amadekar Nûjiyan Guney got, “Erdogan dixwaze bi xwe qira Kurdan bîne. Ew ê bi ser nekeve.”

Stockholm bû Kurd

Ji bo protestokirina hewldana qirkirinê ya dewleta Tirk li Rojava, 12 hezar kes li paytexta Swêdê Stockholmê meşiyan û wam paşê mîtîngek li dar xist. Nûnerê PYD’ê yê Swêdê Şiyar Elî got, gelê Kurd wê êrişên dewleta Tirk têk bibe. Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt jî diyar kir ku ji bo rawestandina êrişên qirker ên dewleta Tirk ew ê her tiştî bike: “Em rê nadin dewleta Tirk qirkirina etnîk bike. Dixwazin Kurdan û Xiristiyanan ji herêmê derbixin.”

Hunermed Ciwan Haco di çalakiyê de strana Çav Bella got. Rapvan Serhedo jî li vir stran gotin.

Li Parîsê bi dehhezaran kesî got Rojava

Li paytexta Fransayê Parîsê jî bi deh hezaran kes daketin meydanan. Girse li Meydana Republiqueê civiya. Parlementerê Partiya Çep Eric Coquerel li vir peyivî û got, êrişî berxwedêran dikin û xwest PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.

Senetora Keskan Estere Benbessa jî got, “Divê Ewrûpa serê xwe li ber şantaja Erdogan a koçberan netewîne.”

Li ser navê Tevgera Fransa Serî natewîne, Jean Luc Melenchon jî got: “Alên we hezkirin û berxwedana we nîşan didin.”  NAVENDANÛÇEYAN

Qirkirinê fînanse nekin!

Li seranserê dinyayê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava û li dijî êrişa qirker a dewleta Tirk bi gelek awayan bi rê ve çûn. Li paytexta Welatê Galiyan Cardiffê bi hezaran kes bi awayekî xweber daketin meydanan. Li bajarê Emerîkayê San Franciscoyê dilsozên Rojava li balefirgeha navneteweyî çalakiya protestoyî li dar xist û seferên şirketa Rêyên Hewayî ya Tirk asteng kirin. Li Daristana Hambachê jî çalakgeran piştgiriya xwe bi berxwedana Rojava re nîşan da.

Glasgow li Skoçyayê

Doh li bajarê Skoçyayê Glasgowê girseyeke qelabalix ji bo Rojava meşiya. Çalakgeran êrişa qirker a dewleta Tirk şermezar kir û piştgiriya xwe bi gelê Kurd re nîşan da. Wan xwest qirkirina tenîk a dewleta Tirk bê astengkirin û xwest şirketên Brîtanî êdî sîlehan nedin Tirkiyeyê.

Cardiff li Welatê Galiyan

Doh piştî nîvrojê li paytexta Welatê Galiyan Cardiffê çalakiyeke rûreşkirina êrişa bi armanca qirkirinê ya dewleta Tirk hebû. Çalakgeran got, nabe em beramberî êrişên hovana ên dewleta Tirk bê deng bisekinin. Partiya Neteweyî ya Welatê Galiyan Plaid Cymru jî destek da çalakiyê.

Daristana Hambachê Rojava ji bîr nekir

Li Daristana Hambachê ya li eyaleta Elmanyayê NRW´yê çalakgerên parastina hawîrdorê peyama piştgiriyê ji Rojava re şandin. Çalakger tevî pankarta li ser nivîsandî, “Berxwedana Kesk ji Hambi heta bi Rojava” li Kolnê beşdarî çalakiya li dijî êrişa bi armanca qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî Rojava bûn.

Li San Francisco ya DYE´yê

Di dema mîtînga serokê DYE´yê Trump a li Louisiana ya li Lake Charlesê de eskerekî teqawît ê Emerîkî ala YPG´ê hilda û li hola mîtîngê gerand.

Li bajarê San Francisco yê li eyaleta Floridayê ya DYE´yê li balefirgeha navneteweyî ya bajêr çalakiyeke îtaetnekirina sivîl hebû ji bo Rojava. Çalakgeran pêşiya gîşeyên şirketa rêyên hewayî ya Tirk girt û seferên wê yên ber bi Stenbolê ve asteng kirin. Çalakgeran bi slogan “Qirkirinê fînanse nekin!” û “Bijî Rojava!” çalakiya xwe dewam kir.

 NAVENDA NÛÇEYAN