
Beriya bi 118 salan li paytexta Misirê Qahîreyê hîma rojnamegeriya Kurdî ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hat danîn. Piştî malbata Bedirxaniyan ji aliyê Osmaniyan ve sirgûnî Qahireyê bûn, malbata Bedirxaniyan dev ji têkoşîna parastina mafê gelê Kurd jî berneda. Mîqdad Mîdhed Bedirxan di 22’ê Nîsana 1898’an de rojnameyek bi navê Kurdistan derxist ku ev rojname jî bû hîma rojnamegeriya Kurdî. Ji ber vê jî her sal roja 22’ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegerên Kurd tê pîrozkirin.
Tova rojnamegeriya Kurdî: Kurdistan
Miqdad Bedirxan difikirî ku rojnameya Kurdistanê 15 rojan carekê derxe lê ji ber hin zehmetiyan ev rojname pir bi rêk û pêk nehat derxistin. Piştî hêjmara yekemîn dewleta Osmanî ev rojname qedexe kir û nehişt ji aliyê gel ve bê xwendin. Ji ber zext û zordariya Dewleta Osmanî a li ser Misirê, Miqdad Midhed Bedirxan jî neçar ma ku vê rojnamê li cihên cuda derxe. Midhed Bedirxan heta hêjmara 6’an ev rojname derxist û piştre birayê Midhed Bedirxan, Evdirehman Bedirxan karê rojnameyê girt ser milê xwe .
Sê hêjmarên ewilî bi giştî bi Kurdî bûn
Rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenevre, London û Folkstonê hatin derxistin. Hejmarên 1’ê heta 5’an li Qahîreyê, ji ya 6’an heta 9’an li bajarê Cenewreya Swîsreyê, ji ya 20’an heta 23’yan li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25’an heta 29’an li Folkstona Başûrê Ingilîstanê û ji hejmara 30´î heta 31’ê dîsa li Cenevreyê hatine weşandin. Sê hêjmarên ewilî bi giştî bi Kurdî hatin weşandin. Ji van 31 hêjmaran hê jî du hejmar nehatine dîtin û winda ne. Her hêjmar nêzîkî 2 hezar nusxeyî dihat çapkirin û bi awayekî veşartî li herêmê dihat belavkirin. Dewleta Osmanî ligel qedexekirina rojnameyê kesên ku ev rojname dixwendin jî bi cezayan re rû bi rû dihiştin.
‘Med Tv ji bo weşangeriya Kurdî mîlad bû’
Rojnamevanên Çapemeniya Azad 22’ê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurdî nirxandin û diyar kirin ku berxwedana 118 salan hê jî didome.
Kordînatorê giştî yê Ozgur Gun TV´yê Tayîp Temel diyar kir ku Rojnamevaniya Kurd ji ber ku zext, zordarî û dagirkeran destûr nedida weşangeriya xwe li ser xaka xwe bike li sirgûnê yekemin rojnameya xwe derxist.
Temel destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jî Rojnamevaniya Kurdî li sirgûnê li derveyî xaka xwe weşangeriya xwe domandiye û wiha axivî: “Gelek caran Ewropa û Stenbol ji bo Rojnamevaniya Kurdî bûne navend. Di salên 90’î de qedexe bû rojname were Kurdistanê, lê li Stenbolê rojnameyeke bi Kurdî dihat derxistin. Dîsan tecrûbeya herî mezin li Ewropayê weşangeriya Med TV´yê bû. Med TV sala 1995’an li Belçikayê dest bi weşangeriya Kurdî kir. Dîsan sedema koçberiya Med TV´yê ya li ser welatê xelkê zext û zordariya dagirkeran a li ser weşangeriya Kurdî bû.”
Ji Kurdistanê heta Azadiya Welat
Rojnameger Vedat Kurşun jî da zanîn ku sala 1992’an Rojnameya Welat li Bakurê Kurdistanê derket û peyivî: “Piştî Welat, Welatê Me derket. Piştî li Tirkiyeyê rojname hatin qedexekirin, sala 1996’an Azadiya Welat dest bi weşana xwe kir. Rojnameya Welat û Welatê Me heftane dihate çapkirin. Di dîroka Rojnamegeriya Kurdî de cara yekemîn di 15’ê Tebaxa 2006’an de Azadiya Welat rojane weşangerî kir. Ji roja ewil heta roja îro Azadiya Welat bûye deng û rengê gelê Kurd. Ligel vê yekê Azadiya Welat li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye mamosteyê gel. Bi hezaran welatî bi Rojnameya Azadiya Welat fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bûn.”
‘Minaka herî berbiçav Rohat Aktaş e’
Kurşun bal kişand ser xebatên çapemeniyê li Tirkiyeyê û got: “Li Tirkiyeyê zextên li ser çapemeniyê di asta herî jorde ne. Bi dehan rojnameger hatin binçavkirin û qetilkirin. Li Tirkiyeyê ev 12 sal in ku di dema îqtîdara hikûmeta AKP’ê de zext û hovîtiya li ser rojnamegerên Kurd li gorî salên 90’î dijwartir bûye. Di hişmendiya AKP’ê de heye ku kesê xwedî li Kurdîtiyê derkeve wan tune bike. Minakên herî ber bi çav jî hevalê me Rohat Aktaş e. Hevalê me Rohat dema li Cizîrê nûçe dişopand ji aliyê hêzên dewletê ve bi awayekî hovane hate qetilkirin. Bi êrîşên li ser qadên xweser û pê ve êrişên li dijî Çapemeniya Azad jî zêde bûn.”
OMER ÎKE / ROJNEWS/AMED