Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a endamê nûneriya HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz a li dijî tecrîdê di roja 76’an de ye. Yagiz, dibêje, heta tecrîd bi dawî bibe, berxwedan wê dewam bike.
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê, bi biryardarî didomin. Nasir Yagiz ê ji ber rewşa xwe ya giran rakiribûn nexweşxaneyê, piştî tehlîlên wî hatin kirin, vegeriya Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê û diyar kir ku heta dawiyê ew ê berxwedana xwe bidomîne.
Bêhalî, westan, serêş hê jî Yagizî gelekî diêşînin. Yagiz diyar kir ku êdî aşika dilê wî, gava avê vedixwe wî diêşîne û nikare tiştekî vexwe. Yagiz dîsa jî got, “Heta gihaştina armancê berxwedan wê bidome.”