Filma ‘Berxwedan Jiyan e’ li 3 bajarên Swêdê hate nîşandan. Çalakiyên ji bo piştgiriya şoreşa Rojava ku di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê de roja Pêncşemê li Swêdê dest pê kir, dewam dikin.

Filma bi navê “Resistance is Life- Berxwedan Jiyan e” qala jiyana zarokekê dike ku di dema berxwedana Kobanê de tevî malbata xwe li Kampa Arîn Mîrkan a li Pirsûsê bi cih bûbû. Film li Stockholm, Goteborg û Malmoyê hate nîşandan.

Film li salona sînema ya Instîtuya Filman a Swêdê ya li paytext Stockholmê, li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Goteborgê û li salona Sînemaya Gel a li navenda bajarê Malmo hate nîşandan. Gelek Swêdî û Kurdistaniyan li filmê temaşe kir.

Piştî ku film qediya temaşevanan, dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Kobanê” got. Ji bo piştgiriya bi şoreşa Rojava re, alîkarî hate komkirin. Alîkarî wê ji şêniyên Efrînê re yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk xwe li Şehbayê girtine, bê şandin.

 

ANF/STOCKHOLM