Keça Êzidî ya Şengalî li hemberî êşkence û kiryarên çeteyên DAIŞ`ê dev ji dînê xwe berneda û ew di têkoşîna xwe ya li hemberî çeteyan de bi ser ket.
Zaroka bi navê X.X, xwişka wê (X.H.) û birayê wan (B.X.) dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Şengalê kir, dikevin destê çeteyan.
Dema ku X.X ji aliyê çeteyên DIAŞ`ê ve tê revandin 12 salî ye û xwişka wê jî 10 salî ye. Çete (X.X.) xwişka wê û hejmareke mezin ji jinên Êzidî bi xwe re dibin bajarê Mûsilê. X.X anî ziman ku piştî çekdarên PDK`ê reviyan ew ketiye destê çeteyên DAIŞ`ê.
Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku jinan ji mêran vediqetînin wan dibin bajarê Mûsilê. Piştî wê di ser Til Eferê re wan dibin parêzgeha Reqayê û li wir keç û jinên zewicî ji hevdû vediqetînin.
X.X got, ew û xwişka xwe li malekê ji derveyî bajarê Reqayê hatine hiştin û wiha dewam kir: “Çeteyên DAIŞ`ê jina ku diecibandin ji nava jinan diveqetandin û ji xwe re dibirin.”
X.X da zanîn ku ew ji xwişka wê veqetandine û birine bajarê Babê. Çeteyan li ser wê ferz kiriye bibe Misilman. Jinên ku qebûl nakin rastî êşkence û tecawizê tên.
X.X qebûl nake dev ji dînê xwe berde
Keça Êzîdî li hemberî êşkence û kiryarên çeteyên DAIŞ`ê rûmeta xwe diparêze. Qebûl nake ku dev ji çand û dînê xwe yê Êzîdî berde. Çeteyekî DAIŞ`ê piştî ku destdirêjî X.X dike wê dibe mala xwe û weke xizmetkarekê ji hevjîna xwe re dide bikaranîn. X.X roxmî wê dîsa dev ji dînê xwe bernade û li hemberî kiryarên çeteyên DAIŞ`ê serî natewîne. Ew 7 mehan li Babê dimîne û wê dibin Minbicê. Piştî 3 mehan bi hamleya Minbicê re dîsa wê dibin Babê û ji wir dibin Reqayê. Piştî ku Tebqa 10`ê Gulanê tê rizgarkirin çeteyên DAIŞ`ê jinên Êzidî dibin herêma Meyadîn a parêzgeha Dêrezorê.
X.X. biserdikeve
Li Dêrezorê (X.X.) xwişka xwe (H.X.) dibîne û bi hev re biryarê didin ku xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin. (X.X.) û xwişka xwe çend rojan dimeşin, tevî hemû zor û zehmetiyên xwe dighînin bajarokê El-Mensûre yê li başûrê rojhilatê bajarê Tebqa. Her du keçên Êzidî ku serê xwe li hemberî çeteyên DAIŞ`ê netewandin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên hundirîn ve têne pêşwazî kirin û derbasî Tebqa dibin.
ANHA / TEBQA