Li navçeya Cizîr a Şirnexê berxwedana xwerêveberiya gel ligel hemû êrîşên hêzên dewletê di roja 27’emîn de berdewam dike. Duh êvarê tîmên taybet û leşkeran xwestin bi dizî bikevin taxa Nûrê lê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bersiv da vî hewldanê û hate şikandin. Piştî ku YPS’ê bersiv da pevçûn derket û hate hinbûn ku di pevçûnan de leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dane. Piştî pevçûnê leşkeran taxên Nûr û Cûdiyê bi tankan topebaran kirin.
Hêzên dewletê bi şev heta sibehê bi wesayîtên zirxî tax topebaran kirin. Ji ber topebaranê gelek malan zirar dîtin û ekîbên îtfaiyeyê nekarîn mudaxaleyê şewatan bikin. Gelek welatiyên ku xwestin derbasê malên din bibin jî ji ber topebarana hêzên dewletê li malên xwe asê man.
Hêzên dewletê serê sibehê ji Qereqola Cendirmeyan a gundê Bozalanê û qeraqolên gundên derûdorê bi hewanan êrîşî taxên berxwedêr kirin.
Nikarin cenazeyê Tekîn werbigirin
Li aliyê din cenazeyê welatiyê astengdar ê bi navê Osman Tekîn (50) ê ku li mala xwe ya kolana Yokuşlu ya taxa Cûdî bi gulebarana polîsan ji zikê xwe hate birîndarkirin û qetilkirin ji ber ku ambulans nikare bikeve kolanê li malê tê sekinandin.
Li Silopî avahiya saziyên Kurd şewitandin
Li navçeya Silopî ya Şirnexê, hêzên dewletê pêkanînên çeteyên DAIŞ‘ê dixe meriyetê. Li navçeya ku 26 roj in li hemberî berxwedana gel êrîşên tevkujiyê berdewam dike, vê carê jî avahiya saziyên Kurd bû hedefa tîmên taybet û leşkeran. Avahiya 5 qat a ku rêxistina bajêr a DBP’a Silopiyê, MEYA-DER, Akademiya Siyasetê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û KJA tê de ye, ji aliyê leşker û tîmên taybet ve hate şewitandin. Hate ragihandin ku hêzên dewletê “tekbîr” anîne û avahiyê dane ber agir û her wiha komên agirkujiyê jî hatine astengkirin. Hate zanîn ku avahî bi temamî şewitiye.
Topbarana giran
Li taxên qedexekirî yên Sûrê ku ev 39 roj in di bin dorpêçê de ne di saetên sibê de topbarana giran hate kirin. Li navçeya Sûr a Amedê di bin dorpêça 38 rojan de pevçûn jî zêde bûn. Pevçûnên ku duh di saetên şevê de destpêkir, di saetên sibê de girantir bû û li taxên qedexekirî yên Sûrê topbarana giran hate kirin. Li Taxa Lalebey a navçeya Sûrê ya Amedê, tîmên taybet bi ser malekî de girtin. Di serdegirtinê de birayên bi navê Yunus Garli û Kerem Garlî û mêvanekî ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.
Li Sûrê ciwanekê qetil kirin
Li Sûrê sivîl dibin hedefa çeteyên AKP’ê. Doh zaroka bi navê Rozerîn Çukur ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin. Li navçeya Yenîşehîr a Amedê, jina bi navê Gurbet Yildirim dema ji malê diçû cihê kar, bi guleyên ku li dest û piyên wê ketin birîndar bû. Di rojên borî de jî li Yenîşehîrê yek ji wan zarok 4 kes bi guleya polîsan birîndar bibû.
YPS’ê bersiv da êrîşan
Hêzên dewletê ku ev 39 roj in navçeya Sûr a Amedê di bin êrîş û dorpêçê de digire, êrîşên xwe yên li taxên Hasirli, Fatîhpaşa û Dabanogluyê û her wiha li derdora Deriyê Mêrdînê zêde kir. Hate ragihandin ku li Deriyê Mêrdînê tax tê topbaran kirin û kepçeyên zirxî yên leşkerî jî malan xira dike. Di encama bersiva Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de êrîşên hêzên dewletê veguherî pevçûnan. Hate ragihandin ku di pevçûnan de leşkerek jiyana xwe ji dest daye 3 leşker jî birîndar bûne.
Li Nisêbînê ciwan hatin qetilkirin
Pêr êvarê li Nisêbînê de Huseyîn Akyuz û Kerem Akyurek ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê welatiyê ku bi Kerem Akyurek (19) ê jiyana xwe ji dest dabû re bi giranî birîndar bibû navê wî nehatibû hînbûn. Hate diyarkirin ku ciwanê bi giranî birîndar bibû navê wî Huseyîn Akyuz e. Akyuz ê ku ji pişt û mile xwe giran birîndar bibû li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê girtin emeliyatê û piştî 3 saetên di emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.
AMED/ŞIRNEX/MÊRDÎN