Gerîlayê PKK’ê Berxwedan Ozalp (Reşat Ayaz) ku li Urdunê ev demek bû ji ber hin nexweşiyan tedawiya xwe didît, di 8’ê Çile de dema ku ameliyeta wî dihat kirin jiyana xwe dest da, 11’ê çileyê de cenazeyê wî birin Hewlêr û pêr jî bi tevlîbûna sedan şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) cenazeyê gerîla Berxwedan ji Hewlêr hat girtin û ber bi Qendîlê ve hate birêkirin. Cenazeyê gerîla Berxwedan ji aliyê dehan gerîlayan ve hate pêşwazîkirin. Li çiyayê Qendîlê bi tevlîbûna sedan welatparêzên Kurd û bi dehan gerîlayan merasîmeke leşkerî hate lidarxistin û bi dirûşmaya “Şehîd Namirin” spartin axê.

Di merasîmê de Endamên Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî, Evîn Botan û Demhat Ozalp,  Endama Konseya Leşkerî Fazil Botan, Endama Konseya Leşkerî a YJA-STAR Berçem Gever û gelek fermandarên din amade bûn.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî axivî. Şengalî anî ziman ku wek tevger ew tevgera şehîdan in. Di heman demê de got: “Dijmin wisa hevî dike ku bi şehîdan gelê me gav paşde biavêje. Divê ew baş zanibin ku, şehîdên me îro rêya me ronî dikin û me bi hêz dikin. Şehîdên me rêberê têkoşîna me ne, ji me re rêbertiyê dikin û em jî li pey wan diçin.”
Şengalî bal kişand ser pêvajoyê û got: “Êdî tu siyasetên dijmin ên kirêt, durû û derewkar nikarin gelê me ji vê xetê û pêvajoyê qut bike. Gelê me wê pêvajoyê bibe heya azadiya Rêber Apo û azadiya xwe. Ji bo vê em dibêjin, ‘şehîd namirin û bijî Rêber Apo.’”
Şengalî, qetilkirina yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan Leyla Şaylemez wek bêtehemmuliya wendakirinê bi nav kir û wiha pêde çû: “Dijmin îro bi awayekî hovane qetilkirina hevalê me esas digire. Ev bêtehemmuliya wendakirinê ye. Heya niha em bi qetilkirineke wisa re em rû bi rû nemane. Ger dewleta Fransa vê bûyerê dernexe holê, ew jî di bin tohmetê de bimîne. Em wan jî hevkarê vê wehşetê û vê qetlîamê bibînin. Ji ber vê, ev qetlîam çawa çêbûye dive derxe holê. Em bejna xwe li ber hemû şehîdên xwe de ditewînin û em soz didin ku em ê ji her demê zêdetir xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em sersaxiyê di serî de ji bo malbata Berxwedan, Sakîne Cansiz, Rojbîn û Ronahî re dixwazin. Bila serê gelê Kurd sax be.”
Piştî axaftina Şengalî, cenazeyê gerîla Berxwedan Ozalp bi dirûşmayên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ ji aliyê gerîla û gel ve hat veşartin. 

ANF/QENDÎL