
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya da de cejna azadî û vejînê Newrozê li hemû gelan pîroz kir. KCK’ê got; “Bi Newroza Amedê, li hemberî siyaseta AKP’ê pêvajoyeke nû daye destpêkirin” û diyar kir ku Stenbol û Amedê di pîrozbahiya Newroza 2012 de dest bi pêjoya nû ya berxwedanê kirine.
KCK’ê got; “Ev 12 sal e gelê me bi awayekî aştiyane Newroza xwe pîroz dike, lê AKP’ê bi terora polîsan xwest asteng bike, her wiha cîhazê teknîkê jî bi qe şerm nekir desteser kir. Dewleteke dizek e. Dîsa jî berxwedana gelê me asteng nekir.”
‘Peyama pêwist hat dayin'
KCK’ê got; “Li Rojhilata Navîn, li ser esasê qîrên azadiyê yên li herêmê bilind dibin, herêm ji nû ve tê avakirin. Dewleta mêtînger a AKP’ê ditirse ku ev agirê azadiyê yê li Rojhilata Navîn bi agirê azadiyê yê Newrozê re li Kurdistanê bibe yek, ji ber wê jî zext û pêkanînên faşîzan zêde dike. Ev zîhniyet ditirse ku gelê Kurdistanê bi Newrozê dest bi hewlek nû bike, ji ber wê jî Newroza gelê me qedexe dike, ji ber wê jî xwestiye têxe nava rojekê û xwestiye bi vê yekê bixe bin çavdêriya xwe. Zîhniyeta mêtînger a AKP’ê demek dirêj e ku dibêje qey ew ê bikaribe bi polîtîkayên tunekirin, qirkirin, qirkirina siyasî û pêkanînên xwe yên faşîstane, gelê Kurd bitepisîne. Ji ber ku dizanî ku dê gelê Kurd bi dostên xwe ve li Amed û Stenbolê bi milyonan Newrozê pîroz bikin, pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir. Hikûmeta AKP’ê ya ku yekane armanca ew ku zextê li civakê bike, hemû hiqûqa neteweyî û navneteweyî bin pê kir û tecrîd danî ser Rêber Apo, weke di Komkujiya Roboskiyê de jî hate dîtin, xwest bi vê yekê û polîtîkayên xwe yên qirkirina siyasî encam werbigire.”
Helwesta gelê Kurd zelal e
Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal berxwedana Newrozê ya gelê Kurd a di Newrozê de pîroz û silav kir.
Kartal di peyama weşand e got; “Li hemberî hemû qedexeyên faşîzan û hemû êrişên polîsan, gelê me bi berxwedaneke bi heybet Cejna Newrozê vegerand serhildanê. Ez ji dil û can berxwedana Cejna Newrozê ya gelê me silav dikim.
Bi ezmûna berxwedana destanî ya têkolînê, gelê me, bi taybet jî di pîrozbahiya Newrozê de berxwedanek nîşan da, vê berxwedanê rêbaza armanc û têkoşîna me ya bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê Statu” bi awayeke pir zelal nîşan daye. Tişa ku azadiya gelê me û Rêbertiya me pêk bîne jî ev e. Li ser esasê berdewamkirina serhildanên bi vê heybetê, em sala 2012 bikin sala çareseriyê, careke din Newroza hemû gelê me pîroz dikim, bi rêzdarî berxwedana bi heybet a gelê me silav dikim.”
Silavek jî ji KNK’ê
Serokatiya Kongreya Neteteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyameke nivîskî berxwendana Newrozê ya li Amed û Stenbolê silav kir.Peyama KNK’ê wiha ye: “Li hemberî qedexeya desthilatdariya AKP'ê û êrîşên terorane yên polîsên AKP'ê, gelê Kurd li Amedê destanek nivîsî. Ev destanê Xweseriya Demokratîk û statuya siyasî bû. Bi vê mebestê em gelê Kurd û helwesta dilsozî ku, bi dirûşima “An Azadî An Azadî” destnîşan kir û da xuyakirin pîroz dikin û bi dilsozî silav dikin. Tu hêz û tu ferman nikarin îradeya gelê Kurd dîl bigirin."
Her wiha KNK'ê di peyama xwe de ji aliyê polîsan ve qetilkirina Rêveberê BDP'ê ya Arnavutkoy a Stenbolê Hecî Zengîn jî şermezar kir û ji bo malbata Zengîn û gelê Kurd sersaxî xwest.
NAVENDA NÛÇEYAN