
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya ‘Bîrleşîk Gundem’ a Med Nûçeyê û bersiv da pirsên rojnamevan Dogan Çetîn. Kalkan mijarên; serdana Bînalî Yildirim a li Amedê, wateya paketa eşkere kir û leşkerkirina cerdevanan nirxand. Kalkan got, “Bînalî Yildirim bi çûyîna Amedê û eşkerekirina paketê re dixwaze cerdevanan bike leşker, noker û ajanan berde naverastê, sîstemeke xefiyeyî ava bike û mîna Seta Çînê û Dîwarê Berlînê dîwarekî di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de lê bike. Bînalî Yildirim, bi kefa li dora devê wî kombûyî nîşan da, bê dijminatiyeke çawa li dijî gelê Kurd û gelan dike. Heqaret li Kurdan kir û got, ‘çareserî mareserî nîne; em ê bi vî rengî lê bidin, bi wî rengî bişikînin’. Dîn û har bûye. Bi tenê li halê wî, li rûyê wî binêrin. Çima ewqasî dîn û har bûye? Çima dema Kurd li ber xwe didin û tine nabin, tu ewçend dîn û har dibe!”
‘Berxwedana Kurdan ew hêrs kir’
Kalkan sedema hêrsbûna rayedarên AKP’ê û serokwezîrê Tirk Binalî Yildirim jî mîna bêzariya li dij berxwedana Kurdan binav kir û wiha got: “Ewçend bi hovane û wehşî tevdigerin. Ji ber ku Kurd li ber vê radibin, hêrs dibin. Heman kesî beriya niha digot, ‘ya serxwebûn ya mirin’. Yanî Tirkbûn û serxwebûna xwe li ser qetilkirina Kurdan dike.Dema Kurd doza azadiyê bike û li ber xwe bide, vê yekê weke mirina xwe dibînin. Ew bi xwe dikare bimire, lê ti eleqeya vê mirinê bi gel û neteweya Tirk re nîne. Yên ku divê vê rastiyê bibînin nivîskar, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanên Tirkiyeyê ne. Lê piraniya wan kirî ne. Ji aliyê vê sîstema faşîst ve hatine kirî û ji bo vê faşîzmê dikin qareqar. Ji ber vê yekê gelên Tirkiyeyê şaş tên agahdarkirin, mejiyên wan tên şuştin. Vediguherînin dijminê Kurdan. Bi rastî jî ji pitikan kujeran dafirînin.”
‘Wê di bin pakêtên xwe de bixeniqin’
Kalkan destnîşan kir ku tu cudabûna serdana Bînalî Yildirim a ji serdanên serokwezîrên beriya wî tune bû û wiha bi axaftinên xwe de çû: “Di hatina Bînalî Yildirim a Amedê de tiştekî nû tinebû. Me di salên 1980 û 90’î de jî dîtin; me gelek hikûmet dîtin ku çûn Amedê û paket eşkere kirin. Lê hemû jî di binê van paketên xwe de man û fetisîn. Ya AKP dike jî dubarekirina wan e. Dubareyeke derengmayî ye, yan jî perpitînek e. Zilm û komkujiyên ewqasî giran li civakê kirine û dema civak wan red dike vê carê radibin dibêjin; hûn çima red dikin.”
‘Divê xayin nikaribin li Kurdistanê bigerin’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan hevkariya AKP’ê mîna xiyanetê binav kir û wiha got: “Ya rast, divê Kurd ji vê zêdetir bikin. Divê zanibin; yên hevkariyê bi AKP’ê re dikin xayînên herî hovane yên dîrokê ne û bi tûka xwe van xayînan bifetisînin. Yên nokerî û ajantiyê ji AKP’ê re dikin, divê nikaribin li nava kolanên Amedê, li bajar û kolanên Kurdistanê bigerin. Ew roj jî wê werin, nêz e. Me berê jî gotibû; divê ti kes zêdegaviyê neke. Yên niha dibêjin ew ê bi zilma AKP’ê bextewar bibin, dema sibe li ser piştê ketin erdê, bila wê çaxê kesekî sûcdar nekin.”
Her wiha Kalkan têkildarî polîtîka û hewldanên xeter ên AKP’ê cerdevan hişkar kirin û banga, “Cihê xwe di nava refên gel de bigirin” kir û wiha axifî: “Li aliyê din, dixwazin mirovan bi pereyan bikirin. Divê ti kes ji bo çend qurişan, xwişk-birayên xwe, civaka xwe qetil neke. Ev sûcê herî giran ê dîrokê ye. Yên vî sûcî bikin, wê nikaribin li rûyê civakê binêrin. Civak û dîrok wê sibe lenetê li wan bîne. Lewma divê cerdevan neyên lîstikan û nekevin xefikan. Eger hemû helvestê nîşan bidin û neyên vê lîstikê û dest ji cerdevaniyê berdin, wê civaka Kurd hîn bi lez azad bibe. Pêwîste guh nedin soz û gefên AKP’ê û li nava refên gel cih bigirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN