Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr û Şengalê li Ewrûpayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.
SAARBRUCKEN: Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li bajarê elmanyayê Saarbruckenê hat şermezarkirin. Kurdistanî ji Landwehrplatzê heta Johanneskircheyê meşiyan û mîtîngek kir. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) yê Saarbruckenê, Dexîl Îbrahîm li mîtîngê axivî, tecrîd şermezar kir û helwêsta dewleta Tirk jî weke hewldana ji bo qirrkirina gelê Kurd nirxand. Parlamenterê eyaletê yê Die Linke (Partiya Çep) Thomas Lutze jî axivî û qedexekirina PKK’ê şermezar kir.
FRANKFURT: Êrişên dewleta Tirk li bajarê Frankfurtê jî bi meşekê hate şermezarkirin. Meşa ku ji aliyê NCDK’ê ve hate organîzekirin bi beşdariya bi sedan kesên ji Frankfurt, Mainz, Giessen, Offenbach û Hanauyê pêk hat. Di çalakiyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr û Şengalê hat şermezarkirin.
HANNOVER: Bi heman armancê li bajarê Hannoverê jî meş û mîtîngek hat li darxistin. Li vir Hevseroka NCDK’ê Altun Bischoff axivî û ji her kesî xwest ku li dijî êrişan rabin ser piyan.
OLDENBURG: Kurdistaniyên li bajarê Oldenburgê jî tevî dostên xwe li ber HBF’ê civiyan û êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir.
Di çalakiyê de ji Elmanyayê hat xwestin ku êdî li pêşberî êrişên dewleta Tirk bêdeng nemîne.
RENNES: Kurdistaniyên li bajarê Fransayê Rennesê tevî dostên xwe, tecrîdkirina Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar kirin. Gel li meydana Colombierê civiya û ber bi avahiya walîtiyê ve meşiya.
Kurdistaniyên di greva birçîbûnê de jî tevlî meşê bûn. Çalakgeran êriş şermezar kir û bal kişand ser berxwedana Leyla Guven.
TORÎNO: Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li bajarê Îtalyayê Torîno jî hat rûreşkirin. Gelek Kurdistanî û Îtalyan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hildan û dirûşmên “Terorîst Erdogan, hevkar Ewrûpa”, “Terorîst Tirkiye” hatin gotin.
ATÎNA: Li paytexta Yewnanistanê Atînayê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistane meşeke girseyî bi rê ve çû. Çalakgeran gefên dîktatorê Tirk Tayyip Erdogan ên dagirkeriya Rojava û Bakurê Sûriyê şermezar kir û êrişên hewayî li dijî Şengal û Mexmûrê jî rûreş kirin. Meşê ji Meydana Akademiya dest pê kir û heta ber sefareta dewleta Tirk dewam kir. Piştî bêdengiya deqîqeyekê li ber avahiya sefaretê, sloganên “Qatil Erdogan” û “terorîst Tirkiye” hatin gotin. Nûnerê PYD´ê yê Yewnanistane, Dr. Ibrahim Muslim got, “Pewîst e, gele Kurd li hember gefên Erdogan û hevalbendên wî li tevahiya cihanê rabe ser xwe û bersivê weke gele Kurd bide dewleta Tirk.”
SYDNEY: Li bajarê Awusturalyayê Sydneyê jî tecrîd û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Çalakiyê, li meydana Custom House Cirqular Squarê pêk hat.
Serokê NCDK´yê Brûsk Aîverî li çalakiyê got, di serî de Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û hemû berpirsen êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê, û kesên li bara van komkujiyan bêdeng mane, hesab were pirsîn.
NAVENDA NÛÇEYAN