Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel û Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, der barê grevên birçîbûnê, peyamên Ocalan û pêvajoya dema bê de peyivî. Ji ANF´ê rojnamevan Amed Dîcle ev hevpeyvîn bi Karayilan re kir, me jî beşên girîng ji nav neqandin.
Karayilan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên artêşa Tirk yên li herêma Xakurkê û got, “Planên dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê demek dirêje di rojevê deye.Ji ber ku destûr ji bo dagirkirina Rojava wernegirt, ji bo polîtîkayên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê bixin meriyetê ketin nava liv û tevgerê û niha êrişî Xakurkê dike. Dixwazim vê yekê destnîşan bikim; ya ku dewleta Tirk li Xakurkê dike operasyon nîne, dagirkerî ye. Ev dagirkerî jî demkî nîne, dagirkeriyeke mayinde ye. Rastî ev e û divê her kes vê rastiyê bibîne.
Rayedarên Tirk timî dibêjin, ‘PKK kengî qediya em ê ji Başûr vekişin’...
Gelo PKK dikare biqede? Ti carî naqede. Rastiyeke mîna PKK’ê ku xwedî hêzeke ewqasî mezin a girseyî ye, di nava şert û mercên dijwar de bûye xwedî hêzeke xurt a têkoşînê, gelo dikare biqede? Qet û qet ev nepêkan e.”
Qebûlkirina dagirkeriyê jidestdana Kerkûkê ye
Li ser helwêsta desthilata siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û rêveberiya Iraqê li dijî vê yekê jî Karayilan got, “Rêxistinên li Başûrê Kurdistanê bi taybetî desthilatdariya heyî ya li Başûrê Kurdistanê, û dewleta Iraqê li pêşberî van êrişan bêdeng in. Dibe ku hin hêzan nerazîbûn nîşan da be. Lê belê bi giştî nêzîkatiyeke ji rêzê heye û bêdeng in. Ev yek rewşeke gelekî cidî ye. Bi taybetî, heger desthilatdariya Başûr li pêşberî vê bêdeng be, wê demê ya li hev kirine, yan jî qebûl kirine. Haya wan jê heye. Divê em bi vê baş zanibin; Dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê xwedî hesabên gelekî cidî ye. Qebûlkirina dagirkeriya dewleta Tirk tê wateya jidestdana Kerkûkê.
Destê dewleta Tirk xurt neke
Ji ber ku yek ji hesabên dewleta Tirk a mêtinger ew e ku li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe, li wê derê destê xwe xurt bike, xwe xurt bike û piştre Kerkûkê ji Başûrê Kurdistanê qut bike. Yek ji armancên xwe ev e. Her ku dewleta Tirk li Başûr bi cih bibe wê destê xwe jî di vê mijarê de xurt bike.Em dibêjin; bila desthilatdariya Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de destê dewleta Tirk xurt neke. Xurtkirina destê dewleta Tirk tê wateya birîna guliyê binê lingê xwe. Li şûna vê yekê divê xwedî li berjewendiyên neteweyî derkevin. Bêguman dewleta Tirk li dijî berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd e û dixwaze destketiyên gelê Kurd hemûyan ji holê rake. Lewma em dibêjin ku ya heyî şaşitî ye û divê ev şaşitî teqez bê sererastkirin.”
Rast naaxive û rastiyan vedişêre
Mûrat Karayilan pozîsyona hêzên gerîla ya li dijî van êrişan jî nirxand û got, “Gerîla, ti şik û guman jê nîne wê li dijî dagirkeriyê bersiva hewce bide û berxwedaniya hewce bike. Li dijî hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a mêtingera li ser Başûrê Kurdistanê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê berxwedaniyeke dîrokî bikin û ji bo ku vê berxwedanê bibin serî wê hemû hêza xwe deyne holê. Gerîlayên azadiyê hêzeke wiha ya gihayî ye ku xwedî tecrûbeyeke mezin e, heta niha bi pratîkê jî ev nîşan daye û ji niha û pê de jî wê vê biçespîne. Lê binerin; dewleta Tirk eva ji salekê zêdetir e girê Lêlikanê dagir kiriye. Bi çalakiyên ku gerîla li Lêlikanê kiriye bi sedan eskerên Tirk hatine kuştin. Lê dewleta Tirk vê bi israr ji gelê Tirkiyê vedişêre. Li ser vî karî dehbeyekî bi navê Hulîsî Akar heye, ku ne yî Tirk e û bi eslê xwe Çerkez e û dijminê Kurdan e. Ev şexs her roj derewan li gelê Tirkiyê dike. Rast naaxive û rastiyan vedişêre.”
ANF/BEHDÎNAN