
Li Êlihê bi 10 hezaran kesên ku li qada Koçerlerê kom bûn û xwestin biherikin qada Newrozê rastî êrîşa polîsan hatin. Bi 10 hezaran kesên ku di nav de Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk jî hene, barîkatên li pêş xwe rakirin û derbasî qada Newrozê bûn. Piştî girsê barîkat rakirin û derbasî qada Newrozê bûn polîsan êrîş kir û di nava polîs û girsê de pevçûn derket. Di êrîşa polîsan de Ahmet Turk birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Li Êlihê bi 10 hezaran kesên ji bo li Otogara Êlihê Newrozê pîroz bikin, li qada Koçerlerê kom bûn, ber bi Qada Newrozê ve dest bi meşê kirin. Girseya ku di navde Hevserokên Giştî yê KCD’ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, parlamentera Ewropayê ya berê Feleknaz Uca û parlementerên Partiya Çep yên Alman jî hene, ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Girseya ku çû qada Newrozê yek bi yek di kontrola polîsan re derbas bûn û hatin ber qadê. Tugluk û Turk xwest ku têkevin qadê û polîs rê li pêş wan vekin. Lê hevdîtinan encam negirt. Bi 10 hezaran kesên hevserokên KCD’ê jî hebûn rastî êrişa polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Girsê jî bi keviran bersîv da polîsan. Hate îdîakirin ku polîsan li dijî girseyê guleyên rast bi karanîn.
Li aliyê din li Qada Koçerlerê li nêzi Otogarê polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir û di êrîşa bi bombeyên gazê de ciwanê bi navê Alaattin Okan (32) bi bombeya gazê ji serê xwe birîndar bû û xwîn çû ser mejiyê wî. Okan, rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê.
Polîsan êrîşî Ahmet Turk kir
Bi 10 hezaran kesên careke din hatin cem hev û ber bi qada Newrozê ve dest bi meşê kirin û di nav de Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk jî hebû rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hatin ligel êrîşê Turk ji aliyê 10-15 polîsan ve hat derbkirin. Ji ber bombeyên gazê û derbkirinê Hevserokê KCD’ê Turk li ser hişên xwe çû û rakirin nexweşxaneyê. Bi 10 hezaran gelê Êlihê bi biryar ji bo Newrozê pîroz bikin berxwe dan.
Parlamentera Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku berê polîsan wesayitên parlamenteran hedef girtin û bi keviran êriş kirin û wiha got: “Piştî wesayit dan ber keviran, Ahmet Turk derket û ji aliyê 10-15 polîsan ve hat derbkirin. Piştre jî bi bombeyên gazê êrişê me kirin. Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî bijîşk diyar kirin ku ji ber derbeyan Turk hatiye vê rewşê.”
Li ser agahiya; “Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk ji aliyê polîsan ve hat derpkirin.” Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Wanê ber bi Êlihê ve derket rê. Demîrtaş ji malpera Tvîtterê daxuyanî da û wiha got: “Birêz Ahmet Turk di encama êrîşên faşîzane yên AKP û Îdrîs NAîm Şahîn de birîndar bûye. Ez ji çapemeniya ku dibêje Ahmet Turk ji ber bombeya xazê tesîr bûye re dibêjim; Birêz Turk piştî bombeya xazê hat avêtin ji aliyê 15 polîsan ve hatiye lêdan. Turk ku di dilê wî de pîl heye, ji aliyê endamên partiya me ve rakirine nexweşxanê. Birêz Turk niha li Êlihê tê tedawîkirin.”
Li navçeya Kolikê ya Êlihê jî bi sedan welatiyên li ber avahiya BDP’ê kom bûn, bi girseyî ber bi qada Newrozê ya tenişta Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê ve meşiyan. Koma ku piştî meşê derbasi qada Newrozê bû, bi def û zirneyan dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Newroz pixtî govendê û stranan bi dawî bû.
ÊLîH
Nisêbîn barîkatan nasnake
Ligel astengiyên polîsên AKP’ê û giştînameya Wezîrê Karên Hundir li gelek navçeyên Mêrdînê ligel astengiyên polîsan û bi hezaran kes herikîn qada Newrozê li hemberî mûdaxeleyan Newroza xwe pîroz kirin.
Li Nisêbînê ligel hemû barîkatên polîsan zêdeyî 30 hezar kes li qada Newrozê kom bûn û barîkatên ku ji hêla polîsan ve hatî dayîn rakirin bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Li Nisêbîna Mêrdînê duh serê sibê polîsan li gelek tax û kolanan barîkat danîn û destûr nedan girse biçe qada Newrozê, bi 10 hezaran kesan barîkatên polîsan şikandin û derbasî qada Newrozê bûn. Zêdeyî 30 hezar kesên li qada Newrozê kom bûn, Newroz pîroz kirin. Beriya girse derbasî qada Newrozê bibe li gelek kolanan agirê Newrozê pêxist û govend gerandin. Li gel astengiyên polîsan û giştînameya Wezîrê Karên Hundir bi hezaran kes herikîn qada Newrozê û di demek kin de zêdeyî 30 hesar kes li qada Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz xwe pîroz kirin. Piştî demek polîsan mûdaxeleyê pîrozbahiyê kir.
Girseya ku ji 3 milan bi cil û berên xwe yên rengîn daket qadê qad xemilandin. Li navçeyê ku welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin her kes herikî qada Newrozê. Bi 10 hezaran kesên li qada Newrozê kom bûn pankartên "Êdî Bes e, An azadî an azadî" "Em Kurdistana Xweseriya Demokratîk slav dikin" û "Heta ku em Rêber Apo azad nekin jiyan li me heram be" vekirin. Girsê di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK rakirin. Dîsa li qada Newrozê rengên kesk, sor û zer xemilandin. Piştî bi 10 hezaran kes derbasî qada Newrozê bû polîsên ku barîkat danîbûn xwe paşve kişandin, lê piştre êrîşê girseyî kirin.
Li bajaroka Ewêneya navçeya Stewrêya Mêrdînê jî bi tevlibûna gelek kesên li gundên derûdor hatine agirê Newrozê lê hat vêxistin. Girse ji vê derê bi cilên xwe yên netewî ber bi qada Newrozê ya li rex kaniya Mêra ve meşiyan. Piştî ku girse gihîşt qadê jinan li vê derê agirê Newrozê pêxist. Di dema pêxistina agir de bênavber dirûşmeyên dilsoziya xwe bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re vedibêjin qîriya. Piştî axaftinên li qadê hatin girtin pîrozbahî li ber mûzîkê bi gerandina govendê bidawî bû.
Li Dêrîka Mêrdînê jî ligel hemû zext û zordariya polîsan zêdehî 10 hezaran kes ber bi Qada Newrozê ve herîkîn. Polîsan bi anosên "Newroz qedexeye, bêdesûrt e tevlî nebin" kir lê ligel vê yekê gele ber bi qadê ve herîkîn. Gel li hemberî anonsa polîsan sloganên "Zextê me bêzar nakin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Agirê Newrozê Alîkara Hevseroka Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, şaredarên Şemrex û Dêrîkê û Dayikên Aştiyê ve hate hilkirin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin.
MÊRDÎN
Demîrtaş: Karê me serhildan e
Li Wanê ligel hemû mudaxaleyan li qada Garaja Şaredariya Wanê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan Newroz pîroz kir.
Li Wanê serê sibê bi hezaran welatiyên ku li tax û kolanan bi cilên xwe yên rengîn li hev kom bûn û ber bi qada Newrozê ya Garaja Şaredariyê ve herikîn rastî mudaxaleya polîsan hatibûn. Li gel hemû astengiyan bi hezaran kesên ku barîkatên polîsan derbas kir li qada Newrozê bi coşeke mezin kom bûn û Newroz pîroz kirin. Bi hezaran kesan li qada Newrozê bêy navber dirûşmeyên dilsoziya xwe bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re vedibêjin qêriyan. Ji ber girsê qad tije kir polîs paşve kişişan. Pîrozbahî ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest da bi rêzgirtinê dest pê kir.
Pêşî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, jî axivî û berxwedana gelê Kurd pîroz kir. Kaya, anî ziman ku tu carî gelê Kurd li hemberî zilm û zorê serî daneniye û tu kes nikare pêşiya gelê Kurd bigire.
Parlenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur jî anî ziman ku kes nikare Agirê Azediyê yê gelê Kurd reş bike û wiha got: "Agirê Newrozê li çar aliyê Kurdistanê geş dibe. Agirê Azadiyê ye. Ev Newroz ya Mazlum û Egian e."
Pişti gur peyama girtigehê hate xwendin. Pişt re Sînevîzyona ji dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate guhdarkirin. Pişt re girsê bi yek dengî dirûşmên “Silav slav ji Îmralî re hezar slav" û “Biji Serok Apo” berz kirin.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattin Demirtaş jî axivî û wiha got: "Gelê Serhedê li gel hemû astengî û zextan Newroza xwe pîroz kir. Hezar slav ji gelê Serhildêr re. Ez li ber biryara gel bejna xwe ditewînim. Îro li 55 navendan Agirê Newrozê geş dibe. Gel ji bo azadiya xwe qad tije kirine. Têkoşîn û berxwedana gel a bi biryar bidome. Her çend ferman a patîşahan be jî qad yên me ne."
Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş gel dewetî meşê kir. Piştî banga Demîrtaş bi deh hezaran kesan dest bi meşê kir. Girseya ber bi navenda bajar ve dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hat. Piştî êrîşê peçvûn li gelek taxan dest pê kir û berdewam dike. Li bajara helîkopter nizim difirin.
Demîrtaş di serî de AKP, bang li hemû hêzên cîhanê kir û daxwazên Kurdan yên statu, ziman, xweserî, rêxistibûyîn û azadiyê rêz kirin û her wiha daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Demîrtaş got ku gelê, di pêvajoya fînala pirsgirêka kur deye û wiha pê de çû: "Li hemberî gel hikûmetek ku daxwazên gel qebûl nake heye. Em vê pêkûtiya bêhiquqiyê qebûl nakin. Karê me ev e ku em li hemberî talîmatên serokwezîr û wezîrê karê hundir serî bitewînin. Em dê li hemberî vê bêhiquqiyê têbikoşin. Demîrtaş piştî axaftinan banga meşa azadiyê li gel kir. Bi dehzaran kesên berbi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin rastî êrîşa tund a polîsên tirk hatin. Di dema êrîşan de Cigirê Şaredarê Wanê Abdurrahman Dogar kevir li serê wî ket, nûnerê BDP navendê Nîmet Arslan guleya plastîl îsabetê piştî wî kir û gelek kesên din jî birîndar bûn. Polîsan li gelek nokteyan êrîş bir ser gel û girseyê bi keviran bersiv da polîsan.
WAN
Li Botanê agirê Newrozê bilind bû
Duh li Cizîr, Silopî, Qileban û Hezexa Şirnexê ligel mudaxaleya polîsan a bi tund agirê Newrozê bilind bû û bi hezaran kes Newroza xwe ya azadiyê pîroz kir. Yekineya leşkeran rê hatin girtin, çûn û hatin hatin qedexekirin û di pîrozbahiyên li Cizîrê de dengê çekan bilind bûn.
Li taxên Nuh, Cudî, Yasef û Surdîbî yên Cizîrê jî bi hezaran Cizîrî bi dewol, zirna û erbaneyan hatin cem hev û govend girtin û bang li gel kir. Piştî dengê dawul û zirnayê li navçeyê bilind bû bi hezaran jin, ciwan, zarok û pîr derketin kolanan. Gelek kes bi cil û bergên gelerî tevli pîrozbahiyan bûn. Li hemû taxan gel ber bi taxa Nur a ku dê Newroz lê bê pîrozkirin ve meşiyan. Parlamenterê BDP'ê Ozdal Uçar û gelek kesên tevli meşê bûn. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin. Meş li 3 nokteyan berdewam kir. Ji nokteyek din bi hezaran kes li avahiya BDP'ê kom bûn, lê rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Li gel mudaxaleya polîsan jî meşa hezaran kesan a ber bi qada Newrozê ve dom kir.
Li Silopî meş
Li navça Silopiya Şirnexê ji vê şeveqê û pê de bi hezaran kes li gelek qadên cuda civiyan û ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Piştî ku girse ket qadê Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna derket platformê û xwest xîtabî deh hezaran kesî bike. Lê bi derketina Ayna re polîsan bi bombeyên xazê û ava şid êrîşî girsê kirin. Girsê jî xwe bi kevir û molotofan parastin. Pevçûnên ku li ser mûdaxala polîsan destpê kir di demeke kurt de belavî hemû taxan bû. Ji ber bombeyên xazê gelek zarok û jin ji ser hişên xwe ve çûn. Girseya ku xwest careke din li qada ber şaredariyê civiyan dîsa rastî êrîşa polîsan hat.
Li Hezexê jî ligel qedexeya qeymeqam bi hezaran kes li taxên Yenî û Turgut Ozal hatin cem hev û govend girt û sloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan" û "PKK gele gel li vir e" berz kirin. Girseyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê vekirin. Piştî girseyê dest bi meşê kir polîsan barîkatên danîn rakirin. Bi hezaran kesên gihiştin Qada Newrozê agir pêxistin û Newroz pîroz kirin. Piştî barîkatên polîsan hatin rakirin li gelek nokteyan girse ber bi qadê ve diherike û pîrozbahî bi muzîk berdewam kir. Pişt re polîsan bi bombeyên gazê êrîş li girseyê kir.
ŞIRNEX
Li her derê berxwedan
Li seranserê Kurdistanê û navendên Tirkiyeyê gelê Kurd bi berxwedana xwe Cejna Newrozê wergerande destana berwedana li dij zilmê.
GEWER: Li Geverê bi hezaran kes ber bi qada Newrozê ve herikin. Polîsan jî xaçerêya girtîgeha berê bi wesayîtên zirxî dorpêç kir. Dikandaran jî ji bo dorpêça polîsan şermezar bikin derebeyên dikanên xwe girtin. Girseya ku li taxa cumhuriyetê civiyan e agir pêxistin û govend gerandin. Polîsan bi bombeyên xazê û ava şid mûdaxaleyî girsê kir. Di bûyerên ku li ser mûdaxala polîsan destpêkiriye de kolan veguherîn qada şer.
Li Geverê jî piştî pîrozbahiya Newroz li Duryana Girtîgeha kevin hate qedexekirin pevçûn derket û di bûyeran de 4 kes birîndar bûn û 4 kes jî hatin binçavkirin.
WÊRANŞAR: Welatiyên Wêranşarê ku bi rojan xwe ji bo Newrozê pîroz bike amadekariyan kir, duh şeveqê bi meşeke girseyî destpê pîrozbahiyan kir. Nêzî 5 hezar polîsan jî qada Newrozê dorpêç kirin. Jinên ku cilên rengîn li xwekirin, bênavber dirûşmeyên dilsoziya xwe bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re vedibêjin qîriyan. Lê polîsan bi bombeyên xazê û ava şid êrîşî girsê kirin. Di mûdaxaleya polîsan de serokê BDP'a navçê Halîs Aktaş û Cîgirê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun hatin derbpkirin.
PIRSÛS: Li Pirsûsa Rihayê beriya pîrozbahiya ku li Bazara Bugdayê pêk bê, li nava kolan û taxên Pirsûsê tedbîrên mezin hatin stendin. Qada Cumhuriyetê ku herî zêde welatî lê kom bûn ji aliyê polisan ve hate dorpêç kirin. Li vir Parlementerê BDP'ê Ahmet Altan axaftinek kir û qedexe şermezar kir. Piştî axaftinê welatî li ber avahiya BDP'ê rûniştin.
XELAT: Li navçeya Xelata Bêdlisê piştî ku polîsan destûra pîrozbahiya Newrozê nedan bi sedan kesên meş pêk anîn li ber BDP'A navçê agir vêxistin û Newroza xwe pîroz kirin. Parlementerê BDP'Ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglu û parlementerê Bêdlisê yê berê Nezîr Karabaş jî di nav de gelek kes tevli pîrozbahiyê bûn.
GOLÊ: Li navçeya Goleya Erdexanê jî tevî hemû astengî û mûdaxaleya polîsan jî Newroz bi daxuyaniya çapemeniyê hat pîrozkirin. Di daxuyaniya ku Newroza gelê Kurd hat pîrozkirin de mûdaxaleya polîsan jî hat şermezarkirin.
ELEŞKIRT: Li navça Eleşkirta Agiriyê jî polîsan pîrozbahiya Newrozê asteng kir û qada Newrozê dorpêç kir. Girseya ku li hemberî vê yekê bertekên xwe nîşan dayî li ber avahiya BDP'a navçê civiya, agir vêxist, govend gerand û Newroz pîroz kir.
PANOS: Parlementerê Mûşê Sirri Sakik û Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz jî di nav de bi hezaran kesên ku vê şeveqê li ber BDP'a navçê civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Sakik li vir daxuyanî da û got; "Tevî hemû astengiyan jî em ê bikevin qadê. Çi dibe bila bibe heke em serê xwe bitewînin em nemerdin." Piştî daxuyaniyê bi hezaran kesî berê xwe da qada Newrozê. Polîsan êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî xwe bi kevir û molotofan paratin. DUTAX: Li navçeya Dutaxa Agiriyê jî polîsan bi bombeyên xazê û ava şid êrîşî girseya xwest Newrozê pîroz bike kir. Girsê jî xwe bi keviran parast. Di êrîşa polîsan a li navça Tekmana Erziromê de jî 10 kes hatin binçavkirin û 4 kes jî birîndar bûn.
KOP: Li navça Kopa Mûşê jî beriya pîrozbahiya Newrozê alozî derket. Bi hezaran kesên ku ber bi qada Newrozê ve meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin. Girsê jî xwe bi kevir molotof û fîşekên hewayî parastin. Li navçê cih bi cih pevçûn tên jiyîn.
TÊGOR: Li navçeya Têgorê ya Qersê welatî li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û bi dewol û zirnayan dest bi pîrozbahiya Newroz kirin. Endamê Meclîsa BDP'ê Selamî Turan, Şaredarê Têgorê Muzzafer Kutay û şaredarên derdorê û rêveberên BDP'ê û bi sedan welatî tevli pîrozbahiyê bûn .
QAQIZMAN: Li navçeya Qaqizmanê ya Qersê jî serê sibê bi sedan welatî li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev. Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane û bi hezaran kes ber bi parqa şaredariyê ve dest bi meşê kirin û li wir Newroz pîroz kirin.
MILAZGIR: Li navçeya Milazgirê ya Mûşê ji berî gel li Garaja Şaredariyê Newroz pîroz bike polîsan qad dorpêç kir. Piştî polîsan destûr neda welatiyan li ber avahiya BDP'ê daxuyanî hate dayîn.
Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê ji Newroz li ber avahiya BDP'ê hate pîrozkirin.
ÎDIR: Li Îdîrê jî polîsan destûr neda welatî bikevin qada Newrozê. Li ser vê yekê girseyê li ber avahiya BDP'ê hate cem hev û govend girt. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş li girseya govend dikirin kir. Di pevçûnên piştî mudaxeleyê li kolanên Yedî Kasim, Aralîk û Dogubayazitê dest pê kirin de gelek kes hatin binçavkirin û polîsan raste rastî bombeyên gazê avêtin derdorê. Gelek esnafan bertek nîşanî vê yekê dan û polîsan li dijî esnafan jî şîdet pêk anî.
MANÎSA: Li navçeya Salîhli ya Manîsayê jî bi sedan kes li qada Gaffar Okkan a Newrozê li hev kom bû û dest bi pîrozbahiyê kir. Ligel astengî û ablûkaya polîsan jî bi sedan kes hatin qada Newrozê û dest bi pîrozbahiyê kirin. Li gelek nokteyên din komên ku xwestin bên qadên Newrozê rastî mudaxaleyê polîsan hatin. Hate zanîn ku polîsan taxa Ataturk jî tirin bin ablûkayê û ketin û derketina taxê li welatiyan qedexe kir. Hate zanîn ku polîsan li nava tax û kolanan anonsa "Îro dê li tu deran pîrozbahî neyê kirin" kir. Li aliyê din Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik jî di ketina navçeyê de ji aliyê cendirmeyan ve hate rawestandin. Li ser astengiya cendirmeyan Çelîk û heyeta li gel wî bi meş hatin taxa Obayê. Gelek welati jî li ber avahiya BDP'ê ya Salîhliyê kom bûn.
KIRŞEHÎR: BDP'a Kirşehirê ji ber ku Waliyê Kirşehîrê destûr neda li Qada Stadyuma Ahî Newroz bê pîroz kirin, li ber avahiya BDP'ê daxuyani da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Parlementerê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora endam û rêveberên BDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Komê beriya daxuyaniyê dirûşmeyên "Bijî Newroz", "Êrîş me bêzar nakin" û "Bijî biratîya gêlan" berz kirin. Li ser navê komê Seroka BDP'ê ya Kirşehirê Yuksel Han, anî ziman ku di demên berê de destûr dan ku di 20'ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin, lê îsal destûr nedan û ev biryara Wezîrê Karên Hundir şermezar kir. Parlementerê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî anî ziman ku divê hemû Newroz azad bên pîroz kirin û qedeqeya li pêş pirozbahî û cejnan şermezar kir. Komê pişti pîrozbahiyê derbasî avahiya BDP'e bûn û pîrozbahiyê kirin.
HATAY: Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê bi sedan kesên ku xwestin Newrozê pîroz bikin rastî astengiyê hatin. Ji ber ku polîsan destûr neda pîrozbahiyê û derdorê qadê dorpêç kirin girse çû li qada taxa Bulut Tepe Newroz bi coşek mezin pîroz kirin. Bi sedan kesên ku di navde rêveberên BDP'ê jî hene li Bulut Tepe Kom bûn û Agirê Newrozê geş kir. Girsê piştî agirê Newrozê pêxist û Newroz pîroz kir polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girsê kir. Piştî Rêveberên BDP'ê ketin navbera polîsan û girsê, pîrozbahiyê bi dirûşmeyên "Biji Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" berdewam kir. Serokê BDP'a Hatayê Mehmet Însan, li vir axaftinek kir û anî ziman ku gelê Kurd li hemberî sext û zordariyan dê serî netewîne. Pişti axaftinan girsê bi govendê Newroz pîroz kir.
Li navçeya Erzinê jî polîsan destûr neda pîrozbahiya Newrozê. Ji ber destûr nehat dayîn girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû, Newroz pîroz kir.
NAVENDA NÛÇEYAN