Berxwedan, zindan û nivîskarî

  • Îro di zindanên dewleta Tirk de bi deh hezaran Kurd girtî ne. Di nav van girtiyan de ji xeynî qunciknûsên rojnameyan, nivîskarên bêberhem/pirtûk û yên nehatine bihîstin herî kêm 116 nivîskar û li gorî daneyên Komeleya Rojnamevanan ya Dîcle Fıratê 88 rojnamevan jî hene

MIHEME PORGEBOL

 

Civaka Kurda civakeke berxwedêr e. Li her qad û beşên jiyanê ku tê de Kurd hene berxwedaniyek jî teqez heye. Îhtimalek mezin e ku ev qerekterê berxwedêr bingeha xwe ji esareta Kurdan a bi hezar salan digire. Di van sedsalên ku bi bindestiya tevahiya gelê Kurd derbasbûne de gelek bûyerên berxwedaniyê bi gelek cureyên ji hev cuda pêk hatine. Mînakên berxwedêriya gel ji efsane, çîrok û mîtosên mîna Kawayê Hesinkar, Mem û Zîn, Kela Dimdimê û hwd. de xuya ne. Jixwe pesindayinên kesayet û bûyerên roja îro jî her tim bi van mînakan tên ravekirin. Civak, cengên serdemê dişibîne Kela Dimdimê, xortên çeleng dişibîne Mem an Kawa, keçên çalak û xwedî îrade dişibîne Zîn, Zeyno û Xecêyan. Ev yek tê wateya ku qerekterê berxwedêr ji aliyê civakê ve jî hatiye qebûlkirin. Jixwe ger civak tiştekî qebûl bike û weke kiras li xwe bike, bi demê re ew kiras xwe nû jî dike, tê şûştin jî, tê pînekirin jî. Qet nebe ji modela kirasê ewil kirasên nû diafirîne û dîsa di heman terz û formê de li xwe dike. Yanê şekl û şêwaz, rê û rêbazên berxwedanê li gorî demê û li gorî şert û mercên erdnigariyê biguherin jî qerekter tim û tim dimîne. Bindestiya bi hezar salan li ser Kurdan qerekterek civakî yê berxwedêr derxistiye holê û heya azadiya Kurda pêk neyê dûrî îhtimalane ku ev qerekter were terikandin. Lewma jî Kurd di rêyên koçberî û penaberiyê de jî, li serê çiyayên Kurdistanê di nav şerê çekdarî de jî, li bajar û metropolan di nav jiyana rojane de jî, di nav kar û berên hunerî û wêjeyî de jî qerekterê xwe yê berxwedêr nişan didin. 

 

Êdî ew der jî bû qadek berxwedanê

Formê herî xwerû yê bindestiyê zindanîbûn e. Zindan, bixwe jî tê wateya tunekirina azadiyê. Rast e, azadî ne tenê bi çar dîwaran ve girêdayî ye lê bi nêrînek formel mirov dikare bibêje ku zindan li ser esasa qutkirina têkiliya girtiyan bi civak û jiyanê re tê modelîzekirin û bi vê mebestê têne lêkirin. Bi zindanê tê xwestin ku zindanî bindestiyê bi her awayî hîs bike. Destê xwe dirêjî ku derê bike, gavê xwe biavêje ku derê, li ku derê binêre leqayî dîwarekî bê. Bindestî ango esaret li ser zindanî xwe fizîkî dike, dibe xwedî form û temsîlek. Li ser beden, hiş û nêrîna zindanî temsîlyeta xwe nişan dide. 

Ligel ku di tevahiya dîroka Rojhilata Navîn de zindanîbûn herî zêde para Kurdan ketibe jî heya beriya salên 80’î zindan weke warekî ku jiyan lê didome nedihat hesibandin. Ji xeynî çend mînakên navdar zindanî nediketin nav rojeva civakê. Civakê encama hewldanên xetere weke “yan mirin yan zindan” pêş didît û bi vî şeklî îfade dikir. Piştî damezrandina PKK ya ku jiyana azad li ser her tiştî dibîne û jiyana azad pîroz dike bi sedan, bi hezaran Kurd ji aliyê rejîma serdestan ve bi hincetên polîtîk hatin girtin. Ku fikrê jiyana azad herikî nava zindanê êdî ew der jî bû qadek berxwedanê. Gundî û çekdar, şoreşger û xwendevan, nevî û kal bi hevra di hucreyekê de diman. Madem êdî girseyek mezin ji civakê di zindanê de ye û ne pêkan e ku hêvî ji wan bê birrîn diviya ku jiyan di zindanê de jî bidome. Diviya gel qerekterê xwe yê civakî jî bi bedena xwe re bibira nav hucreya xwe û li pişt çar dîwaran jî berxwedana xwe ya hezar salan bidomanda. Di zindanê de perwerde hatin dayîn, rêxistinî hatin kirin, têkilî û tifaqên polîtîk hatin danîn û çalakiyên dîrokî hatin lidarxistin. Ji ber ku êdî zindan jî bûbû qadek jiyanê lewra diviya berxwedana li vir tê dayîn jî bihata ziman. Bi vê diviyatiyê re pêwistiya nivîs û nivîskarî, huner û hunermendiyê xuya kir. Lewra jî piştî salên 90’î gotar û berhemên nivîskî roj bi roj zêde bûn. 

 

116 nivîskar û 88 rojnamevan

Îro di zindanên dewleta Tirk de bi deh hezaran Kurd girtî ne. Di nav van girtiyan de ji xeynî qunciknûsên rojnameyan, nivîskarên bê berhem/pirtûk û yên nehatine bihîstin herî kêm 116 nivîskar û li gorî daneyên Komeleya Rojnamevanan ya Dîcle Fıratê 88 rojnamevan jî hene. Hebûna van nivîskar û rojnamevanan ligel wateya xwe ya têkildarî hebûna civakê tê wateya têkçûyîna polîtîkayên bindestkirina Kurdan jî. Yanê rejîma ku dixwest bi zindanîkirinê bindestiya Kurdan bi awayekî formel û teqez bide qebûlkirin, dît ku Kurda bi berxwedana xwe ya cismî û manewî li pişt çar dîwaran jî jiyanek ava kiriye. Dît ku bindestkirina civakê tenê bi lêkirina çar dîwaran nabe. Lewra îro em dibînin ku zextên xwe li ser nivîskar û rojnamevanên Kurd yên di zindanê de ne jî zêde dike. Di vê çarçovê de gelek kiryarên derhuqûqî, derînsanî û derujdanî dike. Çend mînak ji wan:

 

-Nivîskarên girtî ji derfet û amûrên nivîs û nivîskariyê mehrûm tên hîştin. 

-Di lêgerînên hucre û kawişan de berhemên nivîskaran an têne îmhakirin, an têne desteserkirin an jî têne tehrîbkirin. 

-Xwegihandina amûrên mîna pênûs, lênûsk, pirtûk, fotokopi û hwd. an tê qedexekirin an jî bi gelek formalîteyan tê astengkirin. Ger neye qedexekirin û asttengkirin jî bihaya van amûran bi çar pênc qat ji bihaya derve zêdetir tê gotin ji girityan re. 

-Ji bo têkiliya girtiyan bi civakê re qut bibe amûrên ragihandinê (televizyon, radyo, rojname, kovar û hwd) tên qedexekirin. 

-Bi taybet nivîskar û rojnamevan dibin hedefên êrîş û êşkenceyên gardiyan û leşkeran. Ji bo ku nenivîsin tiliyên hin girtiyan tên şikandin.

-Nameyên girtiyan naşînin derve û yên ji derve tên jî nadin wan. 

-Berhemên girtiyan ji wan tên dizîn, pirtûkên wan yên çapkirî nagihîjin wan, nikarin xwe bigihînin rexne û nêrînên derbarê berhemên xwe de.

 

Ji bo wan nivîs karekî kolektîf e

Van kiryaran ligel ku tirsa serdestan nişan didin rêyek jî derdixin pêşiya me. Êv rê, rêya têkoşîna hebûna civakî û redkirina bindestiyê ye. Rêya li hember kiryarên serdestan parastin û piştgiriya têkoşîna Kurdayetiya berxwedêr ya di zindanan de ye. Ji ber ku erka nivîskarên girtî erkeke civakî ye, piştgirî û parastina wan û xebatên wan jî lazim e bi vê zanebûnê bên kirin. Lê ji bo ku mirov zanibe merivê piştgirî û alîkariyên xwe çawa nişan bide hewce ye mirov pêdiviyên nivîskarên girtî jî bizanibe. Di pêvajoya beriya nivîsandinê, pêvajoya nivîsandinê û piştî nivîsandinê de gelek merhele hene. Lê pêdiviyên nivîskaran bi giştî piştî nivîsandinê dertên holê. Weke mînak; Ji ber ku di zindanê de derfetên elektronîk nîn in, hemû nivîs û berhem bi destan tene nivîsandin û divê ev nivîs derbasî kompîterê bibin. Ango ji ber ku nivîs karekî kolektîf e piştî ku nivîs derbasî kompîterê bû divê were redaktekirin û edîtkirin. Piştî vê merheleyê divê nivîs an berhem were weşandin û ji bo vê jî têkilî danîna bi weşanxane, malper an jî kovaran re lazim e. Piştî çap û weşana nivîs û berhema jî ragihandina rexne û bertekên derbarê nivîs/berheman de ji nivîskar re lazim e. Yanê kar û mijûliyên ku her kes dikare xwe bide berê ne. Jixwe yên ku bixwazin xwe bidin ber van karan dizanin ku her tişt bi nameyekî dest pê dike.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.