14’ê Tîrmehê rojeke tije berxwedan, îradyek mezin ji bo Azadiya birêz Abdullah ocalan li hemberî tecrîde û siyaseta înkarê ye.
Hovîtiya polîsan û ya dewleta Tirk a li Amedê li hemberî hevserok, parlamenter, mêvan û gelê Kurd pêk hat tu caran jibîr nakim.
Ev wêneyên kolanên Amedê guhertin wêneyên Filîstînê. Lê belê wêneyên 14’ê Tîrmehê tenê mirov li dema çûntayan/faşîzmê de dibîne yan jî li dema şer de.
Li kîjan devletê de derketina malan yan jî rûniştina parkan tê qedexekirin?
Li kîjan devletê de polîs êrîşî camiyê dikin û gazê diavêjin hindur?
Wêneyên xortekî hatibû tazikirin û polîsan li pêşiya çamiyê îşkence lê dikir. Di salên 80’î de ew îşkence li hundirê zindanê hebu, lê îro 14’ê Tîrmehê li pêşiya camiyê li Amedê ew wêne hene.
Bi hêrsbûnek mezin ew êrîş hatin kirin. Ew polîsê hatibûn Amedê jî bi hedef û dijminatiyek mezin li kolanên Amedê tevdigeriyan.
Çima devlet hewqas jî ji mîtînga 14’ê Tîrmehê ditirsiya?
Çima 12500 polîs anîbun Amedê?
Dewletê bawer dikir ku heger ew vê mîtîngê qedexe bike wê deme gelê Kurd wê li birêz Abdullah Ocalan xwedî dernekeve, lê belê ji bîr kir ku gelê Kurd tucarî Rêberê xwe tenê nahêle û heya Azadiya Abdullah ocalan wê têkoşîna xwe berdewam bike.
Heger polîs li nexweşxaneyê ciwanan birîndar bike, pêwiste mirov gotina sıfır tolerans li hemberî îşkencê bîne bira dewletê û bira Recep Tayyip Erdogan ê xwediyê van gotinan.
Lê belê bila herkes, bi taybetî jî dewleta Tirk bizanike ku gelê Kurd tucarî dev ji wê berxwedana xwe bernade.
Hêta azadiya gelê Kurd wê bi rihê 14’ê Tîrmeha1982’an wê berxwedana xwe bidomîne.
Em ji bîr nekin ku pêwiste gotina salê li Tirkiyê gorî min dibe gotina qedexekirin.