Casim Saz di strana xwe de balê dikşîne ser berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê. Saz derbarê armanca çêkirina stranê de wiha axivî:’’ Min çêkirina vê stranê ji xwe re wek karekî mecburî dît û min çêkir. Ji ber ku niha rewşek pir dîrokî û girîng li Bakurê Kurdistanê heye. Ê ku hestê netewî pêre hebe pêwîste bikeve nava hewldanek. Min jî wekî hunermendekî Kurdistanî xwest tişta ji destê min were bikim û min ev strana bi navê, ‘Ewa Bakurî Xwênawî’ nivîsî û got.’’
Banga piştevaniya hunerî
Hunermend Casim bang li hêmû hunermendê din ê Kurdistanê jî kir û got:’’Îro li Bakur qetlîamek li ser gelê me tê kirin û li hember vê qetlîamê jî berxwedaniyek pir mezin heye. Ji bo vê jî lazime hemû hunermend niha berê xwe bidin Bakurê vî welatî.’’
RÛBAR HÎWA/KERKÛK