
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: Gelê Kurdistanê, ligel hemû astengî û êrîşên Hikûmeta AKP’ê îsal jî di 13’emîn Salvegera Komloya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê de bi tevlibûnek ji salên din zêdetir şermezar kiriye. Hem li nava welat hem jî derveyî welat gelê me bênavber li ber xwe daye û di heman demê de Pergala Îşkenceyê ya Îmraliyê ku bi awayek dermirovîn û derhiqiqûqî ji aliyê AKP ve li ser Rêber Apo tê meşandin jî şermezar kiriye. Gelê kurd daye nîşandan ku wê di bin her şert û mercî de xwedî li rêberê xwe derkeve û aştî jî bi azadiya Rêber Apo derbas dibe. Gelê me berxwedana xwe di navengekî ku AKP’ê li her derê Meşa Gemlîkê astengkiriye û di bin nêçîra polîsê AKP ya kurdan de pêkaniye. Hikûmeta AKP’ê Meşa Gemlîkê qedexe kir û xwest bi pergala pûkutiyan berxwedana gelê Kurdistanê bişkêne. Lê ji ber berxwedana gelê kurd yê welatparêz ev helwesta AKP têk çûye.
Polîsên hikûmeta AKP’ê li her derê Kurdistanê bi pêkanînên faşîzan, êrîşê nûnerên gelê kurd kiriye, ew perçiqandine, ew darb kiriye û bi gotina “Ez dewlet im tu kî yî?” jî desthilatdarî û zextên dewlata tirk yên li ser gelê kurd bi awayek aşkere daye nîşandan. Polîsên AKP’ê bi taybet jî êrîş li zarok û jinên kal kiriye û di encamê de li Mêrdînê dayîka bi navê Hîkmiye Aktaş û 7 zarokên temenê wan di nava 3-12’an de diguherin jî birîndar bûne. Em ji hemû birîndarên xwe yên di çalakiyan de birîndar bûne re şîfa dixwazin û berxwedana generalên biçûk jî silav dikin.
Hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayên tenik li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdekî giran dide meşandin, dîsa bi piştgiriya teknolojiyek bilind li hemberî hêzên gerîla operasyonên hewayî û yên bejayî li dar dixe û dixwaze gerîla tune bike. Bi vê armancê her roj çiyayên welatê me bombe dikin û welatê vedigerînin wekî dojeh. Zîhniyata komkujer û metînger ya AKP’ê ku van polîtîkayan plan dike bi şêwazên nemerdane êrîş li gelê kurd û siyasetmedarên kurd dike û şêwazekî wekî “Nekuje, lê bi zextên faşîzane bê bandor bike” bi kar tîne. AKP naxwaze bi tenê kuştinê bi girtin û îşkenceyê tevgera siyasî ya gelê kurd ji holê rake.
Dê berxwedana civakî were xurtkirin
Di rewşa heyî de êdî neçar e ku li hemberî van êrîşên AKP’ê yên ku bê rûmet dike, kesayetî û şerefa gelê kurd bin pê dike berxwedaneke civakî ya bênavber bê destpêkirin. Gelê Kurdistanê bi vê helwesta xwe ya bêhempa li hemberî tecrîda li Îmraliyê û Komploya Navneteweyî peyamek xurd daye. Li hemberî desthilatdariya Tirk a di bin pêşengiya AKP’ê de ku dixwaze komployê bidomîne, vîna gelê kurd dê êdî li hemberî vê helwestê berxwedaneke bê navber deyne holê. Gelê me wê li hemberî van êrîşên ku dixwaze pêşeroja gelê me tarî bike wê xwe li her derê birêxistin bike û bersiva pêwîst bi awayekî xurt bide hêzên dagirker. Xwedî derketina Rêber û vîna xwe êdî peywirek welatparêzî û mirovahiyê ye.
Li ser esasê, li hemberî polîtîkayên komkujî û tehrîkê, di serî de jina kurd a berxwedêr, divê li dijî siyateseta komkujiyê li her derê berxwedana xwe xurt bike; ciwanên leheng û berxweder yên Kurdistanê jî bila berê xwe bide nava refên gerîla û bersiv bide êrîşên dagirker. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li her derê pêşengiya berxwedanê bikin.
Ji bo malbata Temo sersaxî
Li Rojavayê Kurdistanê jî berxwedana azadiya gelê me ketiye pêvajoyek gelek girînG. Lê, tê dîtin ku li hemberî têkoşîna gelê me ya bi dirûşima “Suriyeya Demokratî- Kurdistana Demokratîk a Xweser” dide meşandin listikên nû dixin meriyetê. Roja Înê, Rêberê Tevgera El-Mustaqbelê siyasetmedarê kurd Meşhel Temo rastî sûîqestekî hatiye û gelê me yê tevli merasîma cenazeyê wî jî bûye rastî êrîşa hêzên Suriyeyê ya xwînxwar hatiye. Di encamê de 4 kes şehîd bû. Di serê de ji malbata Meşhel Temo, re em ji malbatên 4 şehîdên xwe û hemû gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û vê êrîşê şermezar dikin.
'Divê Sûriye guh bide daxwazên Kurdan'
Her wiha em bang li Dewleta Suriyeyê jî dikin ku dev ji êrîşên li hemberî gelê kurd berde û bersivên erênî bide.
ANF/BEHDÎNAN