Li gundê Roboskê yê ser bi navçeya Şirnexê Qilebanê, welatiyên ku ji ber êrîşên leşkeran a li ser sewal û xwezaya wan pêk anî, koçî zozanên Şîrîtê kiribûn û dest bi berdexwedana nobetê kiribûn. Berxwedana welatiyan a li hemberî zext û zordariya leşkerên Tirk di roja duyemîn de bi dawî bû. Welatî li aliyekî berxwedana xwe didomînin û li aliyê din jî li zozanê Şîrîtê qada jiyana nû tê avakirin. Li hemberî berxwdana xelkê Roboskê hejmara leşkeran a li heremê jî her ku diçe tê zêdekirin. Hat zanîn ku leşker li zozanên Hodanayê yên li pêşberî Roboskê ne û li nêzî zozanên Şîrîtê bi cih bûne. Ligel zêdebûna leşkeran jî Fermandariya Alaya Gulyaziyê bi cerdevanan re civîn pêk aniye û hat îdiakirin ku fermana astengkirina tevlîbûna berxwedana nobedariyê dane cerdevanan.
Jin diparêzin leşker jî wêran dikin!
Di berxwedana nobedê de tevlîbûna jinan jî her ku diçe zêde dibe. Jin pêdiviyên xwe yên germkirinê bi qirşikên li erdê kom dikin û agir pêdixin. Li aliyê din jî hat dîtin ku leşkerên ku li gelek nuqteyên heremê hatine bicihkirin, pêdiviya germkirinê bi birrîna darên zindî misoger dikin û pêre xwezayê wêran dikin. Ciwanên Roboskiyê jî bi kincên xwe yên gelêrî di berxwedana nobedê de cihê xwe digirin.
Em ê cilûbergên xwe li xwe bikin'
Xelkê Roboskê nerazîbûn nîşan da ji “Pakêta ewlekariyê” ya li parlemana Tirk hat erêkirin û pê cilûbergên neteweyî yên Kurdan hatin qedexekirin. Li ser navê malbatan Haşîm Encu got, şal û şapikên ew niha li xwe dikin ji dîrokê ve Kurd li xwe dikin û qedexekirina van dijbertiya civakê ye. Encu got, ew ê guh nedin cezê, cilûberan xwe bikin û destûrê nedin ku çanda wan were tinekirin.
DÎHA/ŞIRNEX