
Li hember operasyona qirker ya Dewleta Tirk Kurdan berxwedanên gelek mezin nîşandan. Bi taybetî jî di herema eşîra Demanan, Haydaran, Ebasan û Bextiyaran de lêhengî û berxwedanên bêhempa derketin holê. Bi van berxwedanan ve girêdayî eşîrên herema Facîxê (Oavacik) jî tevlî serhildanê bûn.
Di vê pêvajoyê de eşîrên Karabali û Ferhat Ûşaxî yên ku di serî de soza berxwedanê dabûn, li soza xwe xwedî derneketin. Hinek ji wan bûn alîgirên dewletê. Eşîra Yusufan a ku di serî de bi berxwedana wî şer destpêkiribû perçe bû. Nîvê eşîra yusufan ref guhertin. Bûn alîgirên dewletê.
Serkanê Gîştî Fevzî Çakmak ligel êrîşên çekdarî, bi belavokan şerê derûnî jî li ser Dêrsimiyan dimeşand. Di belavokên xwe de wuha bang li eşîrên Dêrsimê dikir; “heke hûn dev ji berxwedanê bernedin û radestê dewletê nebin, hûnê rastî xezeba artêşa komarê bên û dê cih û warên we bên wêrankirin.” Li ser Dêrsimiyan du rêbazên mirinê dihatin ferz kirin. Heke radestî dewletê bibin dê bi qanûnan bên dardekirin. Heke li berxwe bidin dê bi şerekî bê pêvan û bê sînor bên qetilkirin. Vê rasteqîniyê li ser Kurdan lêhengî û berxwedanek bê hempa ferz dikir. Lê di navbera herdû hêzan de ji hêla amûrên şer ve,ji hêla leşkerî ve bê edaletiyeke gelek mezin hebû. Di destê şervanên Kurdan de tenê çekên kevn û çend fişekên wan, di destê artêşa Tirk de ji balefiran bigrin heta tank û top û çekên otomotîk teknîkek gelek pêşketî hebû. Bi vê teknîka xwe ve girêdayî jî şerekî bê pîvan dimeşand. Ji, zarok, pîr tu kes ji qirkirina wî xelas nedibû. Dewleta Tirk xeynî qirkirinê tu şansekî din nedida Kurdan.
Kurdên Dêrsimê baş dizanibûn ku piştî têkçûnê dê qirkirineke mezin dest pê bike. Lewre heta ji destê wan dihat bi lêhengiyeke mezin di erdnîgariya Dêrsimê de bihurk û cihên stratejîk bi taktîkên şerê gerîla diparastin û nedihiştin bikevin destê artêşê. Lê bi wan derfetên xwe yên kêm nikaribûn demek dirêj li hember wê hêza ku bi dehan qat ji wan zêdetirbû li berxwe bidin.
Hovîtî û talana dewletê
Dewleta Tirk cihên stratejîk yên wek Çiyayê Sor û çiayê Qeroxlanê bi dest xistibûn. Plansaziya xwe dikir ku gava duyemin de cihên sitratejik yên wek Çiyayê Zel, Çiyayê Ezîz Ebdal, Çiyayê Poker û Çiyayê Balikanê bidest bixe. Di operasyona ku ji bo bidestxistina van cihê stratejîk dan destpêkirin de tevahiya gundên ku ketin ber wan şewitandin, tevahiya gundiyan kuştin. Tevahiya mal, milk û sewalên gundiyan desteser kirin.
Artêşa Tirk ev herêm tev girt bin venêrîna xwe. Bi vaya jî nema, hîn zêde pêşve çû çiyayê Sincik û Çiyayên derdorê tevahî girtin bin venêrina xwe. Gundên derdora van çiyayan tev di qirkirinê re hatin derbaskirin. Di servan pêşketinan re di 18’ê hezîrana 1937’an de Serokwezîr Îsmet Înonu, Refîk Saydam, Kazim Orbay û Korgenaral Abdullah Alpdogan jî têde hinek rayedarên Tirk li Xarpêt kom bûn. Di vê kombûnê de plansaziya operasyona mezina ya ku dê darbeya mezîn ya dawin dê çewa li Kurdan bixin kirin.
Piştî 24’ê hezîranê, gelek qot û cihên stratejîk ên Dêrsimê, ketin destê yekeyên artêşê. Êdî hêdî hêdî ber bi kûrahiyê ve êrîş hatin destpêkirin. Di çalakiyên gulebaranê yên ku didomiyan de gelek serhildêr dihatin kuştin û hemû sewalên gundiyan dihatin komkirin û radestî qeymeqamiyê dihatin kirin.
Bandora Elîşêr
Di vê pêvajoya ku pevçûn bi awayekî tund pêşve diçû de, ji şeş serokêşîrên ku em dikarin bibêjin kadroyên rêvebirina serhildanê bûn, çaran jê jiyana xwe ji dest dan. Wendabûna van kesan li ser Kurdan bandoreke gelek giran kir. Lê bandora herî zêde ya wendahiyan, wendahiya fermandarê leşkerî Elîşêr û hevsera wî Zarîfe bû.
Tevî ku Seyît Riza û Elîşêr peywira rêbertiya berxwedanê girtibûn ser xwe, kurê birayê Seyît Riza Rêber, li Gundê Peyamî yê Xozatê, bêalîbûna xwe îlan kir. Rêber, piştgirî nedida serhildanê, lê ji ber ku xizmê Seyît Riza bû, dikaribû biçe cem wî. Ji ber ku diçû cem wan di derheqê şervanan de her tişt dizanibû.
Di pêvajoyeke ku şerê Kurd û Artêşa Tirk gelek tund derbas dibû de Seyît Riza agahî ji Elîşêr re şand û jê xwest ku derbasî Îran an jî Iraqê bibe. Bi vê rêbazê fermandarê leşkerî yê Kurdan ê herî girîng û bi hejmareke diyarkirî dê hêza leşkerî biparasta. Ramana Seyît Riza a din jî ew bû ku êrîşên Artêşa Tirk ên ku ji bo bi destxistina Elîşêr dijwartir dibin hinek rawestîne. Elîşêr ji bo Kurdan bi rastî jî girîng bû. Elîşêrê ku di raperînên Dêrsim û Koçgirê de risteke gelek girîng dilîst, di pêvajoya navbera 1931 û 1937’an de dewlet êrîş dibir ser kîjan eşîr, Elîşêr li cem wan bû. Elîşêr hem rêberekî leşkerî, hem dîplomatekî ku bi çend zimanan zanibû, hem jî helbestvan bû.
Kuştina Elîşêr û Zerîfê
Ji ber ku Seyît Riza taybetiyên Elîşêr dinirxand û ji bo dibetiya rewşeke têkçûnê Elîşêr wekî rêberekî ku serhildanê bi rê ve bibe didît, dibe ku ji ber vê yekê xwestibe Elîşêr ji çembera êgir xilas bike. Elîşêr li pêşniyaza Seyît Riza germ nedinihêrt lê nîqaşên di vê derbarî de didomiyan. Haya biraziyê Seyît Riza Rêber, ji van nîqaşan çêbû.
Rêber heşt kesan girt cem xwe, bi hinceta ku here serdanê, çû Axdata ku biryargeha Elîşêr lê dima. Dema ku xwarin dihat xwarin û gotûbêj dihat kirin, Rêber vê yekê wekî derfet dît û Elîşêr kuşt. Dema dengê guleyan çû Zarîfe, wê bi çeka xwe girt û bi ser Rêber ve teqand lê gulê li Rêber neketin. Rêber Zerîfe jî kuşt û serê herduyan jê kir û radestî fermandarê Tirk kir. Ji Serhildana Koçgiriyê bi vir ve lehengekî gel ê ku li hember Dewleta Tirk berxwedaneke mezin nîşan dida, di warê leşkerî û siyasî de xwedî cerebeyên mezin bû, bi kuştineke wisa bi îxanet, tevî ku bû sedemê têkçûna moral, di warê berxwedanê de jî atmosfereke bêhêvî derxist holê. (Rêberê ku ev komplo pêk anî, bi Abdullah Alpdogan re li hev kiribû. Lê ew bixwe jî ji vê xezebê nefilitî. Piştî du salan ew jî ji aliyê Artêşa Tirk ve hat dardekirin.)
Êdî hemû barê serhildanê, li ser milê Seyît Riza û serokeşîrê Eşîra Bextiyaran Şahîn Axa bû. Artêşa Tirk zanibû, ji ber vê yekê jî hemû êrîşên xwe ji bo kuştin an jî girtina Seyît Riza û Şahîn Axa dikirin.
Dagirkirina herêmê
Di Tîrmeha 1937’an de êdî Artêşa Tirk li gelemperiya erdnîgariya Dêrsimê giraniya xwe danîbû. Ev pêşveçûn ji bo Kurdan dihat wateya wendakirinê. Kesên ku berxwedanê didomandin jî, zanibûn ku encam wendakirin e. Seyît Riza, di vê qonaxê de hesabê piştgiriya eşîrên Facîxê kir û ji bo piştgiriya wan eşîran bigre derbasî Facîxê bû.
Di heman pêvajoyê de bi dîtina wendakirinê re, kesên ku berê newêribûn îxanetê bikin, hêdî hêdî rûyê xwe yê îxanetkar nîşan dan. Artêşa Tirk bi cerebeyên xwe yên bi salan, xwe berî nav wan da. Derbarê bicihbûna Seyît Riza û Şahîn Axa de îxbaran digirt û pê re pê re êrîş dikir. Ji bo ku şervanên Kurd bikin ajan, weadên wekî efû, pere û hwd. didan û malbatên wan didan pêş. Bi vê yekê armanc ew bû ku serhildêr hev û din bikujin an jî hev û din bidin dest.
Kurd, bi jin û mêran ve di nav berxwedaneke mezin de bûn. Lê tiştekî ku bikirana tunebû. Gundên derdora wan dihatin şewitandin û xirakirin, mirov dihatin kuştin, koçî bajarên rojava dihatin kirin. Avaniya bingehîn a berxwedanê ku gel bixwe bû, dihat tasfiyekirin. Hinek Kurdên ku qetlîaman didîtin, ji bo ku heman aqûbet neyê serê wan, xwe disipartin dewletê û serhildêran didan dest. Di 26’ê tebaxa 1937’an de Şahîn Axayê ku ji aliyê kurê birayê xwe yê bi navê Xidir ve hat kuştin, bi mirina xwe pişta Kurdan şikand. Di heman pêvajoyê de şervanê Demenanê yê mezin, Îbîş jî ji aliyê eşîra xwe ve hat kuştin. Serê wan hat jêkirin û radestî hikûmeta Tirk hatin kirin.
Êdî Artêşa Tirk dê tenê li ser Seyît Riza û şervanên pê re bisekiniya. Ji ber ku heke rêberê serhildanê bihata tasfiyekirin, dê şervanên ku li derdorê berxwedanê didomandin, ji bo wan nebûna pirsgirêk.
Lîstikên dewlata Tirk
Ji ber ku zivistan hatibû, yekekîneyên leşkerî ji bo ku derbeya dawîn pêk bînin û rêberê serhildanê Seyît Riza bigirin, ketibûn nav hewldanan. Bi ser îxbara ku Seyît Riza li herêma Uzun Meşe ya ku di herema Eşîra Koçan dimîne, bi balafiran êrîşa bombeyan li vê herêmê tê kirin, herêm tê dorpêçkirin. Di vê pevçûna ku bi navê “Muharebeya Kozlûcayê” tê zanîn de Seyît Riza xwe ji çembera şer rizgar dike. Lê hevsera xwe ya biçûk Besê, kurê xwe Şêx Hesen û nêzî hezar şervanên xwe, di vê pevçûnê de wenda dike.
Piştî vê pevçûnê, agahî ji Seyît Riza re tê şandin, di vê agahiyê de tê diyarkirin ku dê hemû xwestekên wî bi cih bînin, ji bo vê yekê jî dixwazin pê re hevdîtinê bikin… Di demsala zivistanê de li vê herêmê şerkirin, ji bo Artêşa Tirk ne pêkan bû. Ji ber vê yekê jî hewcedarî bi navberdayîna şer hebû…
Fermandarê artêşê, bi navbeynkariya waliyê Erzînganê agahî ji Seyît Rizayê ku li çiyayên Munzûrê xwe bi cih kiribû re dişîne. Walî diyar dike ku: “Dê xwestekên Dêrsimiyan bên pejirandin, a rast ji xeynî eşîrên munferît li ser eşîrên din pevçûn nehatiye kirin, pêdivî pê nehatiye dîtin û ji bo zirara ku hatiye dayîn hikûmet amade ye ku tazmînê bide” Seyît Riza, ji bo ku Dewleta Tirk qirkirina li ser gundan bidin seknandin, ji neçariyê vê pêşniyara dewletê dipejirîne. Seyit Riza qaşo ji bo hevdîtinan dibin navenda Erzînganê, lê Dewleta Tirk ser soza xwe nasekine. Bê bextiya xwe ya domdar a dîrokî nîşan dide, Seyit Riza û tevî hevalên wî ve wan digirin, dest û lingên wan zincîr dikin.
'Bijî Kurd û Kurdistan'
Girtina Seyît Riza, ji bo dewleta Tirk serkeftineke mezin bû. Ji pêvajoya destpêka pevçûna Dêrsimê heta girtina Seyît Riza, Venêrînera Giştî ya 4’emîn a Abdullah Alpdogan ku rista herî girîng dilîst, ji 12 ‘ê Îlona sala 1937’an û bi şûn de peyamên pîrozkirinê girt. Di vê dîrokê de yek ji kesên ku Alpdogan pîroz kir jî Ataturk bû.
Piştî ku Seyît Riza hat girtin, ew ji Erzînganê anîn xerpêtê. Darizandina Seyît Riza dest pê kir. Komeke ji deh kesan pêk dihat û kurê Seyît Riza yê biçûk Reşît Huseyîn, serokeşîrê Eşîra Yûsûfan, Qamber û serokeşîrê Eşîra Kûreyşan Seyît Huseyîn jî di nav de bi cezayê darvekirinê hatin darizandin. Darizandin di 18’ê mijdara 1937’an de li Qada ku niha bazara genim e ya Xarpêtê pêk hat. Beriya ku Seyit Riza bê darde kirin li gor ûsûlê xwesteka wî ya dawîn tê pirsîn, Seyit Riza dibêje; “ min beriya kurê min darde bikin ez dardekirina wî nebînim”, lê Dewleta Tirk vê xwesteka Seyît Riza ya masûm û mirovî jî napejirine, li berçavê wî kurê wî darde dikin dûre jî wî darde dikin.
Seyît Riza di pêvajoya darizandinê de, wiha qîriya û rasteqîniya xeta têkoşîn û baweriya xwe danî holê; “Ez 75 salî me. Ez ber bi şehîdên Kurdistanê ve dibezim. Ciwanên Kurd dê tola me hildin. Bijî Kurd û Kurdistan…” Seyît Riza beriya ku bê darde kirin du hevokên gelek watedarên ku hewceye ku her tim gohê Kurdan de bin tîne ziman. Dibê je; “ min bi dek, dolap û hîleyên we re di serîre dernexist, bila ev ji bo min bibe ders, lê min jî li hember we çok neda bila ew jî ji bo we bibe ders” Seyît Riza di heman demê de bi van hevokên xwe peyamek girîng wek şîretekê dida nebiyên xwe yên ku di şopa wî de bimeşin. (li gor makeqanûna Tirkan yên ji 65 salî berjortir û yên 18 salî berjêrtir nayên dardekirin. Seyit Riza ji 65 an berjortir e, kurê wî ji 18 salan berjêrtêr e. Ji bo ku wan darde bikin dadgeh di rojekê de biryarê dide ku Seyit Riza ji 65 salan berjêrtir e, kurê wî jî ji 18 salan mezintir e)
Rêberên wekî Seyît Riza, Elîşêr, Şahîn Axa… hatibûn kuştin piraniya gelê Kurd ê Dêrsimê yan hatibûn kuştin yan jî hatibûn sirgûnkirin. Tevî vê yekê jî kesên ku mabûn, berxwedana xwe domandin.
Artêşa Tirk, li gorî hejmara ku di qeydên xwe de diyar kiribû, di pêvajoya pênc mehan a heta Cotmeha 1937’an de 4991 tiving desteser kirine. Heke di nav wendahî û çekên ku di serhildanên berê de hevsengek bê fikirîn, dê asta qetlîaman hinekî din jî bê fêmkirin. Heke bi sedan gundên şewitandî, bombebaranên ku nijad qir dikirin jî tevli bibin, dê “Tabloya Dêrsimê ya 1937’an” derkeve rastê. Kesên ku ev qetlîam jiyan an jî bûn şahid, bi armanca parastina rûmeta xwe û tolhildanê, berxwedana xwe domandin. Wekî berê hedef an jî armancên mezin ên diyarkirî yên Dêrsimê û gelemperiya Kurdan tunebû. A rast, derfetên ku ev armanc biçin serî tunebûn. Lê dîsa jî dest ji berxwedana xwe bernedan.
Hebûna berxwedanê, dihat wateya domandina operasyonên Artêşa Tirk. Ji ber ku jixwe sedema vê pevçûnê ev bû.
Operasyona mezin a yekemîn a piştî girtina Seyît Riza, li hember Eşîra Kalanê hat kirin. Yekîneyên artêşê bi ser Eşîra Kalanê ve çûn. Tevahiya hovîtiyên xwe li ser vê eşîrê jî pêk anîn. Herema vê eşîrê jî di qirkirinê re derbas kirin û kevir li ser kevir nehiştin.
MEHMET ŞAHÎN