Li bajarê Elmanye Heilbronnê, li Navênda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Heilbronnê civîna gel hat lidarxistin û şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn.
Parlementerê HDP'ê ê berê, Faysal Sariyildiz beşdarî civînê bû. Sariyildiz bal kişand ser rewşa siyasî û zextên Erdogan û got, "Gelê Kurd bi sedsalan e ku bi zilm û zora dewlête Tirk re rûbirû ye û gelek caran li dijî vê zilmê seri hildaye. Bi hezaran şehîdê wan çêbûn. Li tevahiya axa Kurdistanê hestiyên zarokên Kurdan hene."
Sariyildiz got, ev hovîtiya dewleta Tirk a dagirker roja me ya îro jî dewam dike û wiha peyivî: "Berê gundên me dişewitandin. Lê îroj, ev diktatorê har li ber çavên cihanê bajarên me xera dike, mirovên me dişewitîne. Lê Kurd ne Kurdên berê ne, şores jî ne ya berê ye. Îro em bi rexistin in, em xwedî Serokatiyekê ne, bi felsefeya Rêber Apo ciwanên Kurd li hemberî vê zilmê berxwedaneke dîrokî dikin."
Lazim e Ocalan azad bibe
Sariyildiz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên siyasî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan û got, "Wekî din jî bi deh hazarên girtiyen me hene. Ew jî di bin zext û zorê de ne, divê em vê pirr baş bizanin, şikandina tecrîda li dijî Ocalan, yan jî azadkirina wî, azadkirina hamû girtiyên zindanî ye, azadkirina gelê Kurdistanê ye."
Civîn bi minaqeşe û pirs û bersivan bi dawî bû.
HEILBRONN