Sîlvana Hebeş a 18 salî li ser zarokên efrînê yên şehîd bûyî û hêviya azadiyê du kitêb nivîsandine. Ew dibêje, ji erka ciwanan e ku berxwedana gel binivîsînin. Xeyala wê jî ew e bibe nivîskareke Kurdî ya baş.
FÎDAN EBDULLAH / JINNEWS/ŞEHBA
Keça bi navê Sîlvana Hebeş a ji Efrînê, di temenê biçûk de du pirtûk li ser berxwedana serdemê nivîsandine. Ew ji bo vî karê xwe dibêje, “Em ê bi rêya pênûsên xwe berxwedana Gelê Kurd binivisînin.”
Sîlvana Hebeş 18 salî ye, ew ji navçeya Şeraya Efrînê ye û niha bi malbata xwe re li gundê Babinês a Şehbayê bi cih bû ye. Sîlvana berxwedana serdemê bi rêya nivîsandina pirtûkan tîne ziman.
Sîlvana di destpêkê de balê dikişîne ser êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, û berxwedana gel a li hemberê êrişan. Ew li ser vê meseleyê wiha dipeyive: “Dema dewleta Tirk 72 balafir li ser ezîmana Efrînê rakirin, wê ne zarok, ne jin, ne kal û ne jî pîr nas dikirin, wê hesabê wan nedikir. Lê hêz û berxwedana gel ji êrişan xurttir bû. Ev yek bû sedem ku ez pirtûke binivîsim. Ji ber ku her tim xeyala min bû ez nivîskareke Kurdî ya baş bim, ji bo êş û berxwedana gelê Kurd û serhildana wî li hemberê dijmin pêşkêş cihanê bikim.”
Li ser zarokên şehîd kitêbek
Sîlvana di dewama axaftina xwe de diyar dike ku pirtûkeke bi navê “Evîndara Şehadetê” wê nivîsandiye û wiha pê de diçe: “Piştî berxwedan û têkoşîna Efrînê, min pirtûkeke bi navê Evîndara Şehadetê ya ji 40 rûpelî nivîsand. Pirtûk behsa zarokên Efrînê dike yîn li hemberî top û tivingên dewleta Tirk şehîd bûn. Pirtûka min a duyem bi navê ‘Keçikek li benda azadiyê ye’ ew jî ji 40 rûpelî pêk tê. Ligel zor û zehmetiyan astengiya li hemberî koçberiya Efrîniyan û berxwedana wan, min di pirtûka xwe de anî ziman.”
Erka me ciwanan e
Sîlvana di dawiyê de balê dikişîne ser nivîsandina çîrokan jî û wiha dawiyê li axaftina xwe tîne: “Min gotina Serok Apo a dibêje ‘Min tu roj ji rojan xiyanet li xeyalên xwe nekir’ ji xwe re kire esas û çîrokên xwe li ser vî esasî nivîsandin. Hêviya min ew e ku her ciwaneke kurd bi rêya pênûsa xwe berxwedana gel binivisîne; ji ber ku ev erkek e li ser milê me ciwanan.”