Girtiyên PKK û PAJK’î ku ji bo betalkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di şertên azad de şertên muzakereyê werin afirandin, dawî li binpêkirina mafan a li girtîgehan were û zexta li ser gundan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê kirin, bêyî ku malbatên wan werin agahdarkirin, pêr bi şev hatin sirgûn kirin. Gaî Kaya, Mahsûn Yuksekdag, Dilgeş Yaşar, Ilyas Yorgun, Mesût Yabalık, Abdullah Kaya, Yunus Konak, Kerem Karagoz, Ismaîl Berke û Taner Aslan ku di koma pêşî ya grevê de cih girtibûn, 16’ê Adarê şandin Girtîgeha Tekîrdagê.

Di heman demê de li Girtîgeha Tîpa T 15 kesên din jî dest bi grevê kir. Koma ji 15 kesan pêk dihat jî bi heman rêbazî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F’yê kirin, di 22’yê Adarê de.

Piştî sirgûna dawî koma 3’yan ku ji 29 kesan pêk dihat 22’yê Adarê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Baran Aydin, Erol Cengîz, Mazlum Aksaç, Kerîm Ozkan, Hakan Bingol, Mehmet Adiyaman, Haci Erol, Mervan Taş, Kemal Orhan, Ferhat Yucel, Yunus Tunçbîlek, Serdar Gumgum, Ercument Kander, Serhat Demîr, Reşît Dayan, Çetîn Guler, Ahmet Anig, Serbulent Yaman, Kadîr Aydemîr, Abdullah Cîhan, Erkan Sahat, Mehmet Engîn, Orhan Altınbaş, Mecît Kanat, Emrah Kandemîr, Mehmet Sayilgan, M. Zekî Îlmîn, Engîn Ulugana û Laik Altun bi hevdîtina telefonê de ji malbata xwe re got, rêveberiya girtîgehê ji bo ku berxwedanê bişkîne ew şandine sirgûnê.

Girtiyên jin jî bi heman daxwazan 10’ê Adarê bi komeke ji 7 kesan, greva birçîbûnê ya ji bo hefteyekê dorveger dane destpêkirin. Fatma Befre, Nergîn Altaş, Hatîce Guzel, Mehtap Kiyar, Sarya Bilicî, Mezahat Kaya û girtiya bi navê Aliye ku di koma pêşî de bûn, 22’yê Adarê bêyî ku malbatên wan werin agahdarkirin, hatin sirgûnkirin.

Li gel vê jî 22’ê Adarê koma 2’an a ji 5 kesan, dest bi grevê kir. Greva Rûken Yildiz, Ozlem Ozbek, Leyla Tosun, Hêlîn Tosun, Sultan Mizrak ku di koma 2’an de ne wê 28’ê Adarê bi dawî bibe. Girtiyan bi rêya malbatan agahî şand û got, bi grevê re rêveberiya girtîgehê kamera li cihê hewastandinê daniye, hemû çalakiyên wan dixin ber lêpirsînê, destûrê nadin ku jin tiştekî taybet ji derve bistînin. Jinên girtî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş, diyar kirin ku veguheztina nexweşên giran jî pirr zehmet û giran dikin. 


 ANF / WAN