Li Amedê Parlamenterên HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç jî di nav de, koma duyemîn li dijî tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kir.

Li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê koma duyemîn li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî koma yekem ku Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest pê kiribû, doh jî Parlamenterên HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç jî di nav de koma duyemîn li dijî tecridkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.

Her wiha bi daxuyaniyekê hat diyarkirin ku greva birçîbûnê wê bê destpêkirin. Piştî daxuyaniyê Tayip Temel, Murat Sarisaç, A. Halik û Yusuf dest bi greva birçîbûnê kir.

 

MA / AMED