Husog got, "Her dayik ji zarokên xwe hez dike û ji her tiştî bêhtir girîngiyê dide, wan, ez jî bi heman rengî me. Lê belê bila her kes vê baş bizanibe, ax û azadiya mirov hesteke ji wê hezkirina pîroz a zarokan girantir e."
Hîva Huso (40) ku zarokê wê yê herî biçûk 5 yê herî mezin 19 salî ye, li Helebê piştî êrîşa rejîmê bi hevser û zarokên xwe re li Kobanê bicih bûye. Huso ku dilê wê bi berxwedanê lê dide, piştî ku malbata xwe li Kobanê bicih kir, ji bo di nava yekîneyên asayîşê yên li taxên Kurdan ên Helebê de cih bigire, vegeriya Helebê. Dema ev wezîfeya xwe ya asayîşê bicih dianî, hevalên wê ji bo ji zarokên xwe ne dûr be ew şand Kobanê û niha li Kobanê wezîfeya xwe ya li nava yekîneyên asayîşê dewam dike.
Huso, bi destpêkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Kobanê re zarokên xwe Rûhat, Rosela, Rêber, Rojda, Zozan, Hêvîdar, Mûhammed, Hindirîn û ji bo pê re eleqedar bibe hevserê xwe şand Pirsûsê û rojekê jî ji Kobanê derneket. Huso ku niha bi wezîfeya xwe ya asayîşê radibe, her çend hesreta wê ya zarokên xwe roj bi roj mezin dibe jî, bi bawer e ku têkoşîna jinan wê çeteyan têk bibe û zarokên wê jî vegerin Kobanê.Huso got, "Her dayik ji zarokên xwe hez dike. Ji ber ku eger em dûrketina ji zarokên xwe didin ber çavê xwe û vê xakê diparêzin, ev yek ji bo pêşeroja wan zarokan e."
ÇAGDAŞ KAPLAN/MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK / ANF/KOBANÊ