Helbestvan Selwa Gûlî di daxuyaniyekê de ji RojNewsê re diyar kir ku jinên Behdînan bi nivîsîn, huner û pênûsa xwe karîne xwe bigihînin vê astê. Gûlî anî ziman ku jinên kurd li Rojava bi çeka xwe parastina xwe dikin, li başûr û bi taybet li Behdînan jî jin bi pênûsê berxwedanê dikin.
Selwa Gulî derbarê mafê jinan de jî wiha got: “Dibe ku jin mafê xwe bidestbixin û li benda yê beramber ranewestin heta ku mafê wan bidin. Jin jî dikare wekî zilaman her tiştê bi serkeftî derbas bikin.”
Helbestvana herêma Behdînan Selwa Gûlî destnîşan kir ku nabe ji ber pisgirêkên hene jin daxwaza mafê xwe nekin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Pirsgirêkên hene nabe asteng ku jin daxwaza mafê xwe nekin. Pirsgirêkên ku li Behdînan li ser jinan hene, piraniya wan kevneşopiyên civakî ne û ev pirsgirêk li hemû başûrê Kurdistanê hene.”
XETAB OMER/ROJNEWS/ZAXO