Hozan Dilgeş ji ber tenduristiya xwe êdî nikare stranan çêke lê dibêje dilê min li gel ew kesên ku niha li Cizîr, Sûr û Nisêbînê li ber xwe didin e û wiha lê zêde dike: “Mixabin niha tenduristiya min destûr nade ku ez dîsa dest bi muzîkê bikim. Ger îmkan û derfetên min hebûyana min ê ji bo lehêngên niha re jî dîsa stranan çêbikirana.”

Dilgeş hunermendekî şoreşger ê Kurdê Êzîdî ye û ji Nisêbînî ye. Yek ji wan hunermendan e mohra xwe li serdemeke da bi stranên xwe. Stranên wî wekî “Mixtaro”, “Lêxe Gerîla”, “Biçûkê Canê”, “Partîzan” hê jî tên guhdarkirin û ji alî nifşên nû ve ji nû ve tên strîn. Hozan Dilgeş ji ber nexweşiyê ew çend e nikare êdî muzîkjeniyê bike lê dilê wî bi cihên ku berxwedan lê heye ye. Ji bo vê yekê dibêje ger tenduristiya min destûr bidaya ez ê ji bo berxwedana niha a li Cizîrê, Nisêbînê, Sûrê stranan çêkirina û bi wan stranan tevlî kelecana xwe tevlî şoreşê bûma. 

Hevalê me Erkan Gulbahçe çû serdana Hozan Dilgeş û li ser stranbêjiya wî, bîranîn wî û hest û kelecana wî ya niha li gel berxwedanên Xwerêveberiyan axivî.  


Ger ne niha sibê wê dereng be

Hozan Dilgeş di salên 70-80’î de li bajarên Kurdistanê di demên dijwar de konseran dida û stranên şoreşgeriyê digotin. Wî bi xwe ew xebatên wan salan wekî ‘serhildanê’ bi nav dike û bi pey darbeya 12’ê Îlonê derketina Ewrûpa re êdî ji têkoşîna gerîlla îlham digire û stranên xwe li ser gerîlla û partîzan çêdike. Hozan Dilgeş ji bo berxwedana niha li Nisêbînê, Cizîrê, Sûrê pêk tên jî dibêje: “Ez pir bi kêf û coş im. Dilê min bi wan re ye û ger baskên min hebana ez ê bifiriyama biçûyama li gel wan.” 


Niha zarok û nêviyên wan têdikoşin 

Her wiha Dilgeş wekî hunermendekî welatparêz bang li her kesî dike û dibêje di vî demî de ji destê kê çi tê bila pêk bîne û wiha pê de diçe: “Çi ji destê kê tê gereke îro roj bike. Kesî dikare here şer lazim e here. Dikare alîkariyê bide bila alîkariyê bide. Dikare dîplomasiyê bike bila kerem bike dîplomasîyê bike. Divê em gelê Kurd bibin seferber ji bo wan lehengan û rabin ser piyan. Ger ne niha sibê wê dereng be. Her kes dibîne çi wahşet li ser gelê me tê meşandin.” 

Hunermendiya Hozan Dilgeş beriya 1980’î dest pê dike hê wan çaxan li Nisêbîn, Cizîr, Amed, Bêdlîs, Wan, Dêrik û Mazîdaxê digere û konsêran dide. Ji bo wan salan dibêje ‘ew konseran ji bo me wekî serhildanê bû’ 

Her wiha Hozan Dilgeş ji bo feraseta rêxistinên Kurd ên vê demê dibêje: “ Bi çend gotinan me digot me Kurdistan azad kir. Bi rastî jî ev birçîbûna gelê me ya li hemberî stranên Kurdî û çanda Kurdî hebû.” 

Dilgeş li ser stranên xwe yên vê demî viha dipeyive: “Stranên Kurdî û şoreşgerî kelecanek dida me û em bi coş dikirin. Lê cihê Nisêbînê wekî îro jî her cihê bû. Keç û xortên Nisêbînê cuda bûn. Gelê Nisêbînê li gor zanyarî û nêzikatiya xwe ji deverên din pêşketîtir bû. Salên 70’yî li Amedê şahiyeke çêbû. Min di vê şevê de di strana xwe de got; “Ax ji derdê vî zemanî welatê me Kurdan kanî?” piştî şevê em derketin derve zarokan stranên min digotin. Hevalên min ji min re digotin; “Binêre ew eserê te ne.” Ew zarokan îro bêhtîrî 40 salî ne, îro zarok û nêviyên wan rabûne pêşengtiya serhildanê dikin. Ez bi xwe jî ji Nisêbînê me. Ez ji Nisêbînê şanaz û serbilnd im. Nisêbîn di dîrokê de qet serî netewandiye û natewîne jî. Îro jî li hemberî dagirkeran û zilm zordariya wan qebul nake. Di salên 90’î de bi dil eşq min li ser gerîla stran çêkirin. Min xwe deyndar didît.”


Xwezî tenduristiya min baş baya

Hozan Dilgeş destnîşan dike ku ew stranên şoreşê ne ew bi xwe çêdikirin ew lehengên xwîna xwe dirijandin çêdikirin û niha jî ger derfeta wî hebaya dîsa ji bo lehengên îro jî stranan çêbikirana: “Gelê Kurd niha jî li hemberî zor û zilmê xwe diparêze, mafê wan a rewa ye. Wek şîrê dayîkê berxwedana me ji me re helal e. Ez gava berxwedana Sûr, Cizîr û Nisêbînê dibînim pir kêfxweş dibim, dixwazim bifirim. Kurd her roj deskeftiyên mezin bi dest dixin. Rizgarkirina Şengal, Kobanê Girê Spî eşqekê dike dilê mirov. Ji serkeftina wan hiç nakevim şik û gumanan. Mixabin niha tenduristiya min destûr nade ku ez dîsa dest bi muzîkê bikim. Ger îmkan û derfetên min hebûyana min ê ji bo lehêngên niha re dîsa stranan çêbikirana. Ji xwe berxwedana keç û xortên niha bi serê xwe huner e.”


Dil dixwest li gel berxwedêran bim

Herî dawî Hozan Dilgeş banga yekitiyê ji gelê Kurd dike û wiha gotinên xwe bi dawî dike: “Ez dawîyê ji gelê Kurd rica dikim yeketiya xwe xurt bikin. Nakokiyê di navbera xwe de bidin alîkî serkeftinên hîn mezintir dest bixînin. Ez gava serhildanên Kurdistanê dibînim, dixwazim bifirim herim cem berxwêderan. Ez li vir im lê dilê min bi wan re ye. Ez silav û rêze xwe ji wan lehengan re dişînim.”



Bang ji bo hunermendên ciwan 

Gellek stran û awazên Hozan Dilgeş ji alî hunermendên ciwan ve tê xwendin. Dilgeş dibêje ez ji xwendina wan kêfxweş im lê min jî agahdar bikin hê baştir be: “ Carnan dibînim stranên min ji aliyê hin kesan ve tê gotin. Ew min kêfxweş dike. Şa dibim. Hin caran dibînim dikin klîp, hin caran jî diguherînin. Beriya ku biguherînin an jî CD yên xwe de bixwînin min agahdar bikin hîn bêhtir kêfxweş bibim. Ez bawer dikim ew jî mafê min e.” 


ERKAN GULBAHÇE/SAARBRUCKEN