Çalakiyên ku roja Şemiyê destpê kirin û pêr bi dawî bûn, Kurdistaniyên li bajarê Lorientê dijîn jî lê amade bûn. Di axaftinan de berxwedana Kobanê hat silavkirin û banga xwedîderketina li berxwedanê hat kirin.
Di çalakiyê de, li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê belavok jî hatin belavkirin û endamê Meclîsa Partiya Komunîst a Fransayê û Serokê Bajêr ê Bouche du Rhone Pierre Dharre Ville di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir, ku Kurd li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan bi dildarî berxwedaneke xurt nîşan didin.
Pierre Dharre Ville diyar kir ku yên dibêjim 'Em li cem Kurdan e' di pratîkê de zêde xuya nakin û anî ziman ku hevkariya Fransa û Tirkiyeyê, li dijî daxwazên azadiyê yên Kurdan e.
Nivîskarê Fransî Jean Pierre Bambior jî bal kişand ser gerdûnîbûyîna aştiyê. Bamboir da zanîn ku aştî pêwîstiyeke zarûrî ye û got, "Bi qasî jiyan, têrkirina zikê xwe, tedawî û perwerdeyê pêwîstiya her mirovî bi azadî û aştiyê heye" û bexwedana Kobanê silav kir.

Nivîskar Claude Derullepot jî berxwedana Kobanê silav kir û got, "Bijî Kurdistan". Nivîskar Gerar Gatineau jî got, "Ji bo Kurdistaneke azad ez bang dikim ku helwesta Tirkiyeyê rawestînin."

ANF/ LORIENT