Li navçeya Colemêrg Geverê, Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a perwerdeya bi zimanê dayikê pêr ji aliyê polîsan ve hatibû morkirin û gel jî mor rakiribû, dibistan ji nû ve vekiribû. Doh danê sibê jî malbatan zarokên xwe anîn dibistanê. Piştî ku forma (kincê dibistanê) li xwendekaran hatin belavkirin, xwendekar dest bi dersê kirin.
Duh bi şev jî, li hemberî destwerdaneke gengaz, ciwanan li derdora dibistanê nobed girtin.
Bersiva girtinê bû qeydên nû
Piştî ku mora girtinê pêr li dibistanê hat xistin, 50 xwendekaran qeyda xwe li dibistanê çêkirin. Her wiha hewldanên vergerandina her mal û cihî ya dibistana Kurdî jî berdewam dike. Doh saet di 13'an de li Mala Gel a li Taxa Cûmhûriyetê ji aliyê Kurdî Derê ve perwerdeya bi zimanê dayikê hate dayin.
Li aliyê din, komeke ji endamên YDG-H yên morkirina Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a bi fermana Walîtiya Colemêrgê şermezar dikirin, nîvê şevê li pêşberî dibistana Kurdî Lîseya TOKÎ Anadolû, Dibistana Seretayî ya Gazî, Dibistana Seretayî ya Halît Okay û Dibistana Seretayî ya Ûgûr Sitki şewitandin.
Qatên destpêkê yên dibistanê ji ber şewatê nema tên bikaranîn.
Ji duh bi şev û heta ber destê sibehê li taxên Cûmhûriyet, Kişla, Ganîheyder, Yenîmahalle, Yeşîldere, Esenyûrt û Esentepeyê, tîmên taybet di nava tevgerê de bûn. Polîsên ku bi dehan maşînên zirxî li nava taxan û li derdora dibistanê digeriyan, rê li ber tengezariyê vekirin.
Li Cizîrê israra Kurdî didome
Li navçeya Şirnex Cizîrê jî li Dibistana Seretayî ya Bêrîvan a mora girtinê jê hat rakirin, perwerdeya bi zimanê Kurdî bi gotina zarokan a "Rojbaş Mamoste" destpê kir. Xwendekar serê sibehê çûn dibistanê û li wan, pênûs, defter, jêbir, çend û berdilik li xwendekaran hatin belavkirin.
Zarokên malzemeyên xwe girtin bi gotina "Rojbaş Mamoste" dest bi dersê kirin.
COLEMÊRG/ŞIRNEX