
Girê Pagos ango bi navê xwe yê din Kadîfekale ya ku Beriya Zayînê di sedsala 4'emîn de ji aliyê Melikê Makedonyayê Îskenderê Mezin ve hatiye çêkirin, ji salên 90’î û vir ve ji Kurdan re malovaniyê dike. Semta Kadîfekaleyê di roja îroyîn de dibe şahidê berxwedana Kurdan a li dijî asîmîlasyonê.
Keleha dîrokî ya ku bûye şahidê gelek şer û xirakirinan, îro jî ji ber polîtîkayên pêkûtiyê yên dewletê dibe şahidê berxwedana Kurdên ku bi zorê hatine koçberkirin. Malbatên Kurd ên ku bi pirranî ji navçeyên Mêrdînê Nisêbîn û Mahsertê koçî kelehê kirine, li vir her çiqasî ji cih û warên xwe bên kirin jî çanda xwe didomînin.
Keleha ku li dijî demê li ber xwe dide
Îro tenê li rojavayê kelehê 5 birc û li başûr jî beşek diwarên kelehê mane. Tê fêmkirin ku dirêjbûna kelehê 6 kîlometre, bilindbûna bircan ku sûrên kelehê diparêzin jî 20-25 metre ye. Aliyê bakur û rojhilatê kelehê bi temamî hilweşiyaye. Li hundirê kelehê sarinceke avê û dehlîzek heye. Şanogeha Pagosê ya 16 hezar kesan dihewîne jî ber bi deryayê ye û dîmehekî xweşik derdixe holê. Tê zanîn ku diwarên şanogehê heta sala 1638'an jî li ser xwe disekinîn.
Bi nanê tenûrê debara xwe dike
Jina bi navê Hawliye Aktaş a ku ev 4 sal in li kelehê nanê tenûnê dipêje û difiroşe, û bi vî rengî debara xwe dike. Aktaş da zanîn ku rojê 70-80 nanan diforoşe û tehma nanê tenûrê cuda ye ji ber vê yekê jî ji gelek semtên Îzmîrê welatî ji bo ku nanê tenûrê bikirin tên kelehê.
Israra Kurdî
Aktaş anî ziman ku li dijî asîmîlasyona li ser wan ferzkirî jî ew bi israr bi Kurdî diaxivin û wiha peyivî: "Me ti caran zimanê xwe winda nekir û ez bi Tirkî nizanim. Her tim bi zarokên xwe re bi Kurdî axivîm û vê yekê didomînim jî. Dema ku zarok bi Tirkî diaxivin ez aciz dibim. Ez dibêjim bi zimanê xwe biaxivin û ji bîr nekin. Çi dibe bila bibe, em ê çand û zimanê xwe ji bîr nekin."
Dema Mêrdîn dinivîse
Welatiyê bi navê Cemal Acar ê ku sala 1986'an ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kiriye, got, li Îzmîrê karê tekstîlê dike û her tim rastî muameleyên neheq hatine û wiha dewam kir: "Dema ku di nasnameyên me de Mêrdîn dinivîsîne bi çavekî gumanbar li me dinihêrin. Em tên binçavkirin. Dema ku em diçin bajêr, wekî gumanbar me didin rawestandin. Divê ev feraset bê guhertin. Di dawetên me de stranên me yên bi Kurdî tên gotin. Li wir em cilên xwe yên neteweyî li xwe dikin. Di warê çandî de li ber xwe didin. Em bi salan bi çanda xwe jiyan û em ê vê çanda xwe bidin jiyîn jî."
ÎZMÎR