Kordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) li ser encamên şerê dawî yê li qadên berxwedanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Yekîneyên me yên YPS’ê û gelê me yê welatparêz, têkoşîna xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û Qesrê, li ber bingeha berxwedaneke mezin dewam dikin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

NISÊBÎN: “Roja 10’ê Nîsanê li dora pira Ahmet Kaya kepçeyeke zirxî hewl dida bikeve Taxa Koçeran. Di vê kêliyê de hêzên me yên YPS’ê bi roketan li vê dan û di encamê de kepçe şewitî. 2 polîsên POH’ê li vir hatin kuştin. Piştî rojekê li heman cihî kepçeyeke din hat rûxandin û 2 polîsên din ên POH’ê hatin kuştin.

Roja 11’ê Nîsanê saet di 12:00 de li taxa Koçer, di navbera yekîneyên em yên YPS û çeteyên Qesrê de ji navbereke kurt şer derket û di encamê de tîmekî taybet hat kuştin. Li hemberî taxên di bin kontrola yekîneyên me yên xweparastinê de ne, bomberdûmana dijmin dewam dike û şer bi dijwarî didome.”

SILOPÎ: Di dewama daxuyaniyê de, der barê 2 endamên YPS’ê yên roja 7’ê Nîsanê li navçeya Şirnex Silopiyayê jiyana xwe ji dest dan, ev agahî hatin dayîn:

“Hevalên me Hebûn û Çavreş gihîştin wê baweriyê ku mafê herî xwezayî yê gelê me ye li herêmên xwe yên xweser bi awayekî azad, wekhev û aştiyane xwe bi rê ve bibe. Bi dilsoziya bi vê baweriyê re li ber xwe dan. Şehadeta hevalên me yên hêja, me bi hestên tolhildanê digihîne hêzeke berxwedanê ya rêxistinbûyî û têk naçe.

Nasnameyên 2 endamên me yên YPS’ê yên di 7’ê Nîsanê de li Silopiyayê şehîd ketin:

Nasnav: Hebûn Cûdî (Besna Tindik) 

Nasnav: Çavreş Mem (Îslam Aras)

Bomberdûmana li Geverê didome

Li navçeya Colemêrg Geverê, ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 32. de ye, taxên berxwedanê ji nû ve hatin bombekirin. Hêzên rejîma Tirk hewl dan xwe berdin nava taxên berxwedanê. Li ser bersiva hêzên YPS/YPS Jinê şer derket. 


Li Oremar û Şirnexê çalakî

Di vê navberê de çapameniya dewleta Tirk têkildarî şer û pevçûnan hin agahî parve kirin. Hat ragihandin ku li herêma Oramar a Colemêrgê şer derketiye û di encamê de leşkerek miriye, 4 leşker jî birîndar bûne. 

Têkildarî şer û pevçûnên li Şirnexê dejî çapemeniya Tirk ragihand ku doh li Taxa Cumhuriyetê ya Şirnexê hêzên ku xwestine bikevin taxê bûne hedefa êrîşeke bombeyî û di encamê de çawîşekî pispor miriye, 3 çeteyên qesrê jî birîndar bûne. 


 NAVENDA NÛÇEYAN