Nîqaşên li ser "Paketa ewlehiya navxweyî" li Civîna Giştî ya Meclîsê didome. Ligel hemû hewldanên muxalefetê jî AKP radihîje paketê bi awayekî bi lez û bez û dixwaze bide qebûlkirin. Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan der barê mijarê de got, ew ê berxwedana xwe ya li hemberî paketê bidomînin. Buldan da zanîn ku ligel dijberiya muxalefetê jî AKP hewl dide bi lez û bez vê paketê li meclîsê biçespîne. Buldan destnîşan kir ku bi qebûlkirina vê paketê re azadî tê sînordarkirin û da zanîn ku binçavkirinên kêfî wê zêde bibin, cezayên giran li welatiyan bê birrîn û ya herî girîng jî pêşiya tundî, tecawiz û tacizê wê were vekirin.
Buldan anî ziman ku bi vê paketê AKP hewl dide dîktatoriyê bîne. Buldan got, heke muxalefet li hemberî vê paketê li ber xwe bide wê demê îqtîdar wê neçar bimîne ku paketê paşve bikşîne û wiha axivî: "Wê vê zagonê ya paşve bikşînin yan jî li gorî daxwaza muxalefetê madeyan derxînin. Ev paket bi vî halî wê neyê derxistin."
Buldan derbirî ku divê ev paket ji komîsyonê paşve vegere û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê bi tu awayî nehêlin ku ev qanûn erê bibin. Em ê berxwedana xwe ya li dijî vê paketê bidomînin."
ENQERE