Girtiyên berxwedêr: Em şagirt û fedayiyên Rêber Apo şad in, aram in û bi moral in. Ji ber ku em ber bi azadiyê ve diçin. Ti kes nikare me ji rêya azadiyê dûr bigire. Ev berxwedana me ya pîroz bi dengê gur, bêhempa û dilxweşker, dikare biencam bibe.

Bavê Ramazan Ataybey ê ev 101 roj in li Hepsa Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê di greva birçîbûnê de ye, Abdurrahman Atabey banga hestiyariyê li raya giştî kir û got: “Li hemberî mirinan bê deng nemînin.” Wekî din girtiyên li heman hepsê jî bang li raya giştî û Kurdan kir û got, “deng bidin meşa me ya azadiyê.”

Bavê Ramazan Ataybey ê li Hepsa Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, Abdurrahman Atabey banga hestiyariyê li raya giştî kir û got.

Em hewl didin bibin dengê wan

Bav Atabey, diyar kir ku kurê wî ev 7 salin bi îdîaya “Endamtiya rêxitinê” girtiye û wiha axivî: “Herî dawî di meha Adarê de em çûn serdana wî. Kurê min ji 73 kîloyan daketiye 55 kîloyan. Pirr zêde lin xwe kêm kiriye û bi tena serê xwe nikare li ser piyan bimîne. Kurê min ji 100 rojan zêdetir e di greva birçîbûnê de ye. Dema hat hevdîtina me jî, hevalên wî ketibûn bin milê wî. Lê ji bo ku em xemgîn nebin, bi hêz disekinî. Ev 20 roj in em neçûne hevdîtinê. Rewşa wî ya niha çawan e, em baş nizanin. Di hevdîtina telefonê de kêm derbarê xwe de agahiyan dide. Her çiqasî ev rewş me bixe zoriyê jî, em îhtîramê digirin ji vîn û baweriya wî re. Heta ku ji destê me tê em hewl didin bibin dengê wan. Bi hezaran ciwan mîna Ramazan bedena xwe li mirinê razandine. Ez dixwazim ji bo hemû girtîgehan çareserî bi pêş bikeve.”

 Bi hezaran girtî birçî ne wicdan divê qebûl nekin

Atabey, da zanî ku divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe û ev peyam da: “Zêdebûna mirinan ti feydeyê nade ti kesî. Em weke malbatên girtiyan divê li derve têkoşîna xwe dewam bikin. Lazim e ku kes tecrîdê qebûl neke. Dest û milên wan girêdayî ne. Lê dîsan di girtîgehan de çalakiyan pêk tînin. Tenê azadiya xwe û ya gelê Kurd dixwazin. Bi kurê min re îro bi hezaran girtî ev 100 roj in birçî ne. Kesên bi wijdan divê vê yekê qebûl nekin.”

Deng bidin meşa azadiyê

Girtiyên li girtîgeha Şakranê, ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan ketine greva briçîbûnê, got, ‘’Em ji hemû malbatan û gelê xwe yê rûmetdar dixwazin ku deng bidin meşa me ya pîroz a azadiyê’’.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Şakranê ya li navçeya Izmîrê Alîagayê, Mehmet Yavûz, Necdet Kaya, Cengîz Dogan û Abdulbarî Yildirim têkilî çalakiya xwe bi rêya malbatên xwe peyam şandin.

Em fedaiyên Reber Apo…

Girtiyan di peyama xwe de gotin, ‘’Em şagirt û fedayiyên Rêber Apo şad in, aram in û bi moral in. Ji ber ku em ber bi azadiyê ve diçin. Ti kes nikare me ji rêya azadiyê dûr bigire. Ev berxwedana me ya pîroz bi dengê gur, bêhempa û dilxweşker, dikare biencam bibe. Heta ku em vî dengî nebihîsin, bila kesek gumanê jê nebe ku em ê meşa xwe ya azadiyê bê dudiliyekê bidomînin. Mehmet Durak, Nîhat Ekmez, Ramazan Atabey, Yakûp Guneş û Tanjû Yildirim ku 26’ê Kanûna 2018’an dest bi greva birçîbûnê kirine, moralê wan baş e, bi coş in, tenê hinekî li xwe şikandine. Em bang li hemû malbatan û gelê xwe yê rûmetdar dikin ku deng bidin meşa me ya azadiyê.’’

 

MA / IZMÎR-AYDIN .