Li seranserê Ewrûpayê li dehan bajaran Kurdistaniyan û dostên wan bi çalakiyan dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li rojava rûreş kir.
Li navendên weke Trondheim û Londonê çalakgeran bang li xelkê kir ku Tirkiyeyê boykot bikin, malên wê nekirin û ji bo betlaneyê jî neçin wir.
Çalakgeran xwest dewleta Tirk tavilê ji Rojava bê derxistin û peyamên “Erdoganê kujer” û NATO´ya hevkar jî bi sloganan hat dayîn.
Dagirkeriya dewleta Tirk li seranserê Ewrûpayê dawiya hefteyê hat rûreşkirin. Li bajarên Elmanyayê Berlîn, Munchen, Hannover, Kevelaer, Freiburg, Kiel, Bonn, Stuttgart, Saarlouis û Nurnbergê, li bajarên Fransayê Parîs, Toulouse, Strasbourg, Rennes, Marsîlyayê, li paytexta Ingilîstanê Londonê û li bjarê Brigtonê, li bajarê Norwêcê Trondheimê, li bajarê Holandayê Amsterdamê û li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê Kurdistaniyan û dostên wan dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li Rojava rûreş kir.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê li semta Kreuzbergê li meydana Oranienplatzê çalakiyeye ya protestoyê hate kirin. ATÎF, CÎK û HDK’ê destek dan mîtîngê. Hevseroka Civaka Kurdistanê ya Azad a Berlînê Nûjiyan Gunay axivî. Gunay xwest tavilê dewleta Tirk ji Rojava derkeve. Her wiha Parlamenterê eyaletê yê Partiya Çep Hasan Taş jî diyar kir ku êdî her kes dîktatoriya Erdogan dizane û bang li Ewrûpayê kir da ku dawî li bêdengiya xwe bîne.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Munchenê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyan û dostên wan bang li raya giştî ya navneteweyî kir da ku li dijî dagirkeriya qirker bi erka xwe rabe.
Aktivîstên jin ên Meclîsa Gel a Emmerîch/Kleve, Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) û Meclîsa Gel li bajarê Kevelaerê çalakiyeke hevpar kir. Ji bo şermezarkirina dagirkeriyê û banga hestyariyê li raya giştî, dezgehek hat danîn û gelek belavok hatin belavkirin. Rêveberên bajarê Kevelaer a Partiya Keskan jî cihê xwe di çalakiyê de girt.
Bi tevlîbûna gelek kesan şemiyê bi şev li Nurnbergê li pêşiya Dêra Lorenzkirche çalakiyek hate kirin.
Bi beşdariya bi sedan kesî meşek li Meydana Alte Synagoge ya Freiburgê hat organîzekirin û pê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin. Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku dewleta Tirk tavilê ji xaka Kurdistanê bê derxistin û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî hate dayîn.
Li Kielê komeleyên Kurd, antî-faşîst, MLKP, Kurdistan Solidaritaet, rêxistinên Elewî û Partiya Çep bi meşekê êrişên dagirker û qirker ên dewleta Tirk şermezar kirin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bonnê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de aktivîstên Kurd û Elman jî cihê xwe girtin. Çalakî bi şev li Meydana Munsterê dest pê kir. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘NATO fînase dike, Erdogan bombe dike’ hatin gotin.
Bi pêşengiya Defend Rojava li Stuttgartê bi meşeke li Lautenschlager Strasseyê dagirkeriya Tirk hate protestokirin. Di meşe de dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana QSD’ê’ hatin gotin.
Li bajarê Saarloûîs ê Elmanyayê jî tevî ewlekariya polîsan jî bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Di meşe de rêveberê Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanya Ralf Tîckert axivî û diyar kir ku ji roja destpêk ve cih li gel gelê Kurd girtine.
Meydan ji bo Rojava mişt bûn
Li Marsîlya û Strasbourgê Kurdistanî û dostên wan daketin meydanan û êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê bi çalakî û mîtîngan protesto kirin. Di çalakiyan de nerazîbûn nîşanî bêdengiya welatên Ewrûpa ya li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate nişandan.
Li paytexta Fransa Parîsê bi meşeke li ji Meydana Republiqueê destpêkirî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li Rojava hat şermezarkirin. Di meşê de dostên Kurdan jî cihê xwe girtin. Di axaftinan de hate gotin heta dagirker ji Rojava derkevin, çalakî wê bidomin.
Kurdistanî û dostên wan li Rennesê, li dijî êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Meydana Place de Colombierê kom bûn. Wan pankartên li ser wan nivîsandî ‘Bijî berxwedana jinên Rojava’ û ‘Ji dagirkeriya Tirk a li Rojava re na’ hatin hilgirtin.
Bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan li Toulouseyê jî dagirkeirya dewleta Tirk a li Rojava hate protestokirin û peyamên berxwedanê û piştgiriya bi Rojava re hate dayîn.
Ji Ingilîstanê heta bi Danîmarkayê
Li ser banga Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger li pêşiya London Manor Hause Station a Bakur dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Her wiha endamên Meclîsa Gel a Kurd û ‘Boycott Turkey’ jî destek dan çalakiyê.
Endamên Meclîsa Gel a Kurd li Brightonê, li Navenda Churchill Square çalakiyek kir û komên antîfaşîst jî piştgirî da wan.
Li Amsterdamê bi meşekê dagirkeriya Tirk hate hate protestokirin. Meş li Museumpleinê vegûherî mîtîngekê.
Li Kopenhagê Kurd û dostên wan li Meydana Vesterbos Torvê hatin ba hev piştgirî dan berxwedana Rojava. Di çalakiyê de pankartên li ser wan nivîsandî ‘Bijî Berxwedana Jinê ya Rojava’ û ‘Ji dagirkeriya Tirk a li Rojava re na’ hatin hildan û dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin gotin.
Li Trondheim a Norwêcê dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe li ser banga Komîteya Piştevaniya Rojava li meydana Torgê civiyan û ji bo boykotkirina malên Tirk belavok belav kirin. Her wiha nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetên Ewrûpayê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN