Di 18’ê îlonê de bi hezaran şêniyên Bakurê Kurdistanê berê xwe dan sînorê Kobanê ya Prisûsê û li vir bê navber çalakî hate destpêkirin. Li vir konên çalakiyê hate vedan û nobeta Kobanê hate destpêkirin û heta niha hîn didomin. Leşkerên Tirkiyê jî bê navber êrîşî çalakvanan kirin, gund vala kirin û konê çalakiyê bi darê zorê rakirin. Bi vê yekê berxwedana Kobanê derbasî hemû bakurê Kurdistan û Tirkiyê bû. Her wiha li parçeyên din ên Kurdistanê û Ewropa jî piştgiriya Kurdistaniyan dest pê kir û her derê veguhezî Kobanê. Berxwedana Kobanê di dema di navbera 14 û 22 cotmehê de hemû hevsengên herêmî û cîhanî guhertin. Di vê çarçoveyê de şandeyên TEV-DEM’ê û ENKS’ê li bajarê Dihokê yê Rojavayê Kurdistanê lihev civiyan. Di civînê de biryara avakirina lêvegera siyasî ya kurd hate dayîn. Di 11’ê kanûnê de herdû alî civiyan û rê li ber vekirina destnîşankirina nûnerên serbixwe û yên partiyên ne di herdû aliyan de hate dayîn. Dê hilbijartin di 16’ê kanûnê de bên lidarxistin û dê 6 endamên ji derve bêne hilbijartin. Di civîna Dihokê de her wiha biryar hate dayîn ku di rêveberiya xweseriya demokratîk de cihê xwe bigrin û erka parstina Rojava dikeve ser pêkhateyên Rojava.
2951 çete hatin kuştin
Di encama berxwedna 3 mehan de 4 jê emirên bi navê Cund El-Aah, Esed Elah, Ebû El-Eskerî û Ebû Mihemed El-Mesrî jî di nav de 2 hezar û 951 çete hatin kuştin. Her wiha 14 tang, 10 jê doçka li ser bi giştî 88 tirmpêlên leşkerî, 17 tirmpêleên bi madeyên teqemeniyê barkirî, 3 kamyonên bombebarkirî berî bighêjin armanca xwe, 4 jê bombebarkirî bi giştî 23 motrosklêt, 18 doçka, 3 hawan, 2 tirmpêlên hamer hatin ruxandin. Di heman demê de hêzên YPG’ê 170 çekên kilaşinkov, 24 BKC, 32 ARBC, 3 çekên M16, 20 dorpîn, çekek sekvaniyê, hawanek, 21 çekên kesan, 3 dimançe, 38 rext, 205 bombeyên destan, tivingek nêçîrê, 11 mayîn, çekek AKC, alaveke bombeya kesan, 7 bêtêl û gelek cebilxane destserkirin.
263 şervan canê xwe gorî kirin
Di berxwedana 3 mehan de 5 şervanên ku çalakiyên fedayî pêk anîn, bi giştî 248 şervanên YPG’ê û YPJ’ê ji bo parstina Kobanê heta dilopa dawî şer kirin û jiyana xwe jidest dan. 15 şervanên Odeya Burkan El-Firat û hêzên Asayîşê jî bi qehremanî şer kirin û jiyana xwe jidest dan.
KOBANÊ