Çalakiya nobetê ya Şengaliyan a ji bo vekirina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de, di roja 21’ê de bi biryardarî dewam dike.

15’ê Kanûna 2018’an Korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di dema fermana 2014’an de ji aliyê şervanên YPG/YPJ´ê ve hatibû vekirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin. Paşê li ser nerazîbûnên tund ên Şengaliyan, hikûmet neçar mabû ku bi awayekî fiîlî korîdorê veke, û soz dabûn Şengaliyan ku korîdor wê vekirî bimîne. Lê piştî demekê, careke din korîdor bi temamî li ser Şengaliyan hate girtin.

Ji bo korîdor were vekirin û bi fermî were qebûlkirin, di 24’ê Çile de çalakiya konvedanê li ber korîdorê hate destpêkirin. Çalakiya nobetê ya Şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de, di roja 21’ê de li ser sînor didome.

Di korîdora mirovî re ji bilî pêwîstiyên nexweşxaneyê û dermankirina nexweşan, dîlên şer ên ku  QSD’ê ew ji DAIŞ´ê rizgar kirine jî xwe digihînin Şengalê. 

 

ROJNEWS / ŞENGAL