SOLÎN REŞÎD / ANHA / ŞEHBA
Komîna Avrîn a Sînemayê xebatên xwe di warê sînemayê de li kampa Şehbayê didomîne. Gelek berhemên têkildarî Berxwedana Serdemê û hêviya şêniyan ji bo vegera Efrînê çêkirine.
Di destpêkê de ji 6 endaman pêk dihat.Bi derfetên kêm xebitîn. Bi destpêkirina êrişên dewleta dagirker a Tirk li dijî Efrînê, kamerayên komînê bûyerên Berxwedana Serdemê belge kirin.
Piştî ku hemû şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin Şehbayê, xebatên Komîna Avrîn a Sînameyê di destpêkê de ji ber belavbûna endamên wê, bê bandor bû. Lê di demeke kin de komînê xwe ji nû ve bi rêxistin kir û niha ji 8 endaman pêk tê.
Endamên komînê bi rêya komîteyên arşîv, ragihandin, teknîk, montaj û senaryoyê, xebatên xwe dabeş kirine.
Endamên komînê heftane bi armanca pêşxistina şarezatiya xwe di warê sînemayê de perwerde dibin.
10 film dane ber xwe
Ji berhemên ku komîn niha li ser dixebite; belgefîlmek li ser berxwedana Efrînê ya 58 rojan e. Dîmenê bûyerên filmê dê li kantona Şehbayê bi alîkariya şanogerên koma şanoyê werin girtin. Her wiha li gorî plansaziya komînê dê rêzeberhemên sînemayî yên li ser binpêkirinên mafan û hiqûqê yên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê ji şewitandina xwezayê, revandina şêniyan, berxwedana şêniyan li kampan û hêviya vegera wan a li Efrînê hebin.
Hevseroka Komîna Avrîn a Sînemayê, Bêrîvan Dadix diyar kir ku armanca wan belgekirina rastiya Berxwedana Serdemê ye ku li Efrînê pêk hatiye û her wiha berdewamkirina vê berxwedanê di qonaxa duyem de li kantona Şehbayê ye.