Berxwedana Siyanê û Rustemên hevçax

  • Pişta xwedayên zilmê dişike û Siyanê roja4'an bi dengê bilbil û bi rengê bişkivîna gulxunçeyan radibe nimêja serketinê. Berê xwe dide tava pîroz û li be-ramber vê berxwedanê serî ditewînin zinar hemû û Çiyayên Garê. Neyar bi bin ketiye û ji xaka pîroz li pişt xwe mêze nekiriye û bê encam reviyaye.
 Şehîd Şoreş Beytüşşebap (Kamuran Ataman)

 

GELAWÊJ EWRÎN

 

Ev der Siyanê ye, navbera du çiyan û zinarên asê û bilind bi qasî asîman e bejna vê bedewiyê. Di bêdengiya sibatoka bêbext de li benda tolhildaneke mezin li nava çavê zalim û namerdan dide serhildêriya xwe ya hezarê salan. Ji bedewiya xwe ya bêwêne, çem û kanî, dar û çiyayên bi heybet hemû nav hêjayî xwe dîtine. Kî di ber re bihuriye, misoger di dil de jê re gotiye, ‘Tu jî beheşteke efsûnî yî ku di pirtûkên pîroz de behsê dikin!’ di himbêza rêzeçiyayên Garê de ya herî dilruba ye, Siyanê. Çiyayên ku pişta xwe dane deşta Nînova, wek ku hemû êş, derd û kul, westandina piştî şerên germ û giran ên li çolistanên Nînova li vê berava tije wate, bi dawî dibe. Di her bêhnwedana ceng û qehremaniyan de Siyanê sînga xwe ji şervan û berxwedêran re vekiriye. Bûye tasek ava heyatê û bi ser lêvên qelişî û têhnî ve xwe berdaye xwarê û paşê bûye sembola ken û şahiya serketinê. 

Sal bihurîne û ev welat dîsa hêjayî dîroka xwe ya hezarê salan, şahidiyê ji berxwedaneke din a dîroka bi şan a xelkên Mezopotamyayê re dike. Mirov bi rojan, bi mehan û bi salan behsa vê berxwedanê bike, qet û qet têra îfadeya heqîqetê nake. Kevir û latên Siyanê bi carekê bi dengê guriniya bombeyên zaliman hejiya di şeva 10'ê Sibatê de. Wê şevê artêşên cihana sermayedar hemû, tevahiya berhemên hişmendiya xwe ya desthilatdar ên qaşo modern bi hewa kirin, te digot wê biçin şerê bi xwedê re, xwe bi carekê xistin şûna xwedayekî modern û di serxweşiya desthilatdariyê de wer dihesibandin ezel û ebed in; mirov digot qey wê zemîn û zeman wêran bikin. 

Li ber bayê xeyalên Osmanîgeriya nû, dihatin bêbextiya xwe ya hezarê salan bibin serî. Wer dihesibandin dema sibehê ji xewa şêrîn rabin, êdî Kurdek azad nemaye û li gorî xwe di bin betonê de serê girtine. Qesta wan rasterast çiyayên serhildêr ên Garê û beheşta evîndaran, Siyanê bû. Ne bi balafirekê, bi dehan balafir ne bi bombeyekê bi sedan bombe bi ser van çiyan de barandin bi carekê. Wê şevê her tişta li Siyanê, xwe ji şerê sîngesîng re amade kiribû. Her darê, her kevirî, her kanî, gul û nergisa ber bi bişkivînê ve, ji vê cenga mezin re sînga xwe vekiribû. Çawa mirovahiyê li ser vê xakê her tim di navbera du çeman de şerê manê, yê hebûnê kiriye, di navbera du zinarên bilind de jî ewladên bi xêr ên dayika Starê, wek her carê, sînga xwe dane ber bombe û guleyên xwedayên modern û bê maske. Ew bi rastiya xwe ya pak û sade, li beramber xwedayên bê maske daketibûn meydana cengê. Te digot qey wê şevê Derwêş ji deşta Mûsilê bi hewara wan ve hatibû, berî berbangê. 

Bila Firdewsî careke din Şahnameyekê ji bo qehremaniya van Rusteman binivîsîne, wê bibîne ku, bê mubalexe, Rustemên qehreman derketin pêşiya wî. Şeva 10'ê Sibatê, Siyanê di himbêza xwe de Derwêş û Rustemên hemdem dihewandin. 6 lawên Medî destanek din a Keyakser dinivîsand. Ez tiştekî li ser destana wan a berxwedanê zêde nakim, berovajî, wer kêm dimîne qelema min a feqîr û bêçare ku di serî de dixwazim li beramber wan rexnê li xwe bigirim û serî li hember heybeta wan bitewînim. Bi vê lêborînê, dixwazim behsa 4 rojên berxwedanê bikim...

Wan xwest film çêkin, lê şok bûn

Di şikefta di navbera du çiyan a Siyanê de ev bûyer qewimî û bi qasî lihevketina baskên pepûleyekê, aliyekî din ê zeriyanê dibe tofan û serî radike. Hevrê Şoreş, bi pêşdîtin, hêminî û sekna xwe ya milîtanî nîşan da ku vîna mirovekî azad dikare textê împratoriyên herî mezin jî bihejîne û hilweşîne. Erka herî mezin li ser milê hevrê Şoreş heye. Pê dihese ku bombebaraneke zêde li ser şikefta ew tê de, çêdibe. Hema bi lez xwe di nava şikeftê de bi gurç û pêç dike û xwe ji cenga mezin re amade dike. Ber bi destê sibê, nêzî saet 5:00'an mêze dike ku leşkerên kirêkirî yên NATO'yê xwe ji Skorskyan bi paraşûtan berdidin xwarê. Qaşo leşkerên herî bijare yên vê artêşa kujer û qirker in, taybet in! Tu dibêjî, qey hatine dîmenan ji filmekî Hoolywodê re bigirin. 

Hevrê Şoreş bi pîlanê dihese û di cih de kesên dixwazin ji jor ve xwe bi paraşûtê berdin, bi çeka di destê xwe de hedef digire û nahêle wisa bi hêsanî xwe berdin xwarê. Skorsky neçar dimîne rêka xwe biguherîne û şêwazeke din biceribîne. Dijmin dibîne ku nikarin dakevin, disekinin û careke din dest bi bombebarana deriyê şikeftê dikin. Di wê navberê de hevrê Şoreş û hevalên wî di nava tûnela şikeftê de sengerên xwe amade dikin. Mijara herî girîng û hesas ew e ku di destê van qehremanan de dîlên vê artêşa qirker hene. Di navbera du dijminan de xwe dibînin. Dijminek di destê wan de girtî û divê biparêzin, ji ber ku bi salan e wan ew êsîr parastine. Dijminek jî bi hovane bombeyan bi ser wan de dibarîne. Ji bo wê jî hevrê Şoreş di serî de girîngî dide ewlekariya wan girtiyan. Ji wan re dibêje, dijmin dixwaze bikeve hundir û em ê şer bikin, hûn jî neçar in li vir di odeyên xwe de bimînin. Ew li wir dimînin û hevrê Şoreş û hevalên wî dest bi şerê giran dikin. Di destê wan de tenê keleş û bombe heye. Şev û roj bê navber di nava tûnela şikeftê de li ber xwe didin. Nahêlin dijmin gavekê jî biavêje hundir. Dijmin jî her carê ber derî bombebaranê dike û dixwaze kevir û latên mezin bi ser wan de bîne xwarê, wan ji ber derî dûr bixe, bê bandor bike ji bo ku xwe bigihîne hundirê şikeftê. 

4 rojan her cure çekên NATO di dewrê de bû, ji bo tenê ji derî bibihurin û bikevin hundir. Lê hevrê Şoreş li pêş û hevreyên din li pişt wî senger girtine û tenê kêliyekê jî ji cengê dest bernedan û bê rawestan şer dikin. Ne av tê bîra wan ne xwarin û ne jî xew. Kêliyekê çavê xwe ji deriyê şikeftê bernadin. Her carê ku dijmin bombeyan bi ser wan de dibarîne, di nava toz û dûmanê de dimînin lê dîsa şer dikin û şer dikin. Bi hezaran qalikên guleyan li derdora wan bi ser hev de rijiyaye, destê wan 4 rojan li ser tetikê ranabe û her şer dikin. Artêşa giregir a zalim û namerdan hêza xwe hemû seferber kiribû û qet nekarî gaveke tenê jî nêzî derî bibe. Newêrîn û nekarîn tenê gavekê werin pêş. 

Hevrê Şoreş hemû şervanên xwe dabûn pişt xwe û bixwe jî wek fermandarekî pêşeng di eniya herî pêş de hem ji hevrêyên xwe re sînga xwe kire sîper hem jî sînga xwe li beramber neyaran kire sîper. Dilekî mezin bi qasî deryayê, dilekî mezin bi qasî hemû bedewiya Siyanê bi qasî tevahiya Kurdistanê di sînga Şoreş û hevrêyên wî de lêdida. Wê kêliyê tevahiya welat bi Siyanê di dil û ruhê Şoreş de sirûda serketinê dilorand. Van namerdan gelo çi çek nemabû ku li wir bikar neanîn, gelekî xwe ceribandin wek ku man û nemana hêzên sermayedar hemûyan ketina wê şikeftê be. Wer bi hovane li wan zinar û lawan didan, te digot qey tola salan radikin. Wer bi kîn û nefreta di dilê xwe de bi ser 6 qehremanan ve bombe dibarandin ku di sedsal û dîrokeke din de em kêm rastî bûyereke wiha hatine. 

Jixwe, wê şevê û rojên piştî wê jî li tevahiya Garê dengê balafirên şer û keşfê qet nasekine, li derveyî wan dengan, tiştek nedihat bihîstin. Pêwîst bû mirov bi dengekî bilind biaxive, ji bo dengê yê nêzî xwe bibihîze. Asîman êdî hesretî bêdengiyê bû. Çi lêdana, çi lênedana, tenê ji bo şerê psîkolojîk bimeşînin jî balefir qet ranewestiyan. Lê gerîla dîsa jî di bin van bombebaran û keşfan hemûyan de di nava liv û tevgerê bû. Komên gerîla di demeke kurt de xwe gihandin nêzî şikefta girtiyan û destûr nedidan ku kobra bikevin deverê. Leşkerên li ber deriyê şikeftê hatibûn kuştin, demeke dirêj meytê wan li wir mabû û ji ber ku nedikarîn ji hewa ve bikevin qadê, nedikarîn meytên xwe jî rakin. Sekvanên gerîla ji her hêlê ve li benda kobrayên wan bûn, çawa dixwestin bikevin qadê, careke din bi paş ve vedigeriyan. 

Rêûresma berxwedana Siyanê jî êdî heye

Hevrê Şoreş bi erk û berpirsyariya mezin û dîrokî a li ser milê xwe şer kir û hevrêyên xwe jî bi xwe re xistin nava cenga mezin. Di nava 4 rojan de nefes bi dijmin nedan stendin. Dema dijmin mêze kir, nikare bikeve şikeftê. Vê carê serî li rêbaza herî hovane ango bikaranîna madeyên kîmyewî da û jehr û qehra xwe ya bibinketinê bi ser cangoriyên azadiyê de barand. Ji ber ku êdî taqeta wan a berxwedanê nemabû, ew qaşo komandoyên taybet tar û mar bûbûn. Tiştekî pere nedikir di wê cenga mezin de û li beramber wan qehremanan. Jixwe, kordîneyê şer ji aliyê gerîlayên ji derve destek didan Hevrê Şoreş û hevalên wî, hatibû kuştin. Şer bê koordîne ma û belav bû. Lê şerma herî mezin êdî ya vê artêşa binketî bû. Bi zora balafir û bombeyan zinarên li ber deriyê duyemîn anîbûn xwarê û bêyî ku xwe nêzî deriyê din bikin, ji deriyê din ve dikevin hundir, polîs, leşker û rayedarên xwe yên ku bi bombeyên xwe kuştibûn, radikin û rev û rev ji wir diçin. Balkêş e dema dikevin şikeftê, qet naçin aliyên ku hevrê Şoreş wan li wir li ber xwe daye. Bi lez cenazeyên xwe digirin û li pişt xwe mêze nakin û direvin. 

Ew wê demê dikevin hundir ku êdî hevrê Şoreş tevî 5 hevalên xwe heta guleya dawî şer dike û êdî herî dawî her 6 bi hev re bêdudilî bêyî ku kêliyekê bisekinin, li nav çavê hev temaşe dikin û bi hev re destê xwe datînin ser tetikê û xwe şehîd dikin. Bihevre wek berxwedana çaran a li zindana Amedê, dirûşmeya serketinê bi qîrîn dibêjin û pê li tetikê dikin. Dengê wan çiya û zinarên Siyanê dihejîne, di deşta Mûsil de dengê hespê Şoreş û hevrêyên wî tê guhê hemû mirovahiyê, di nava du çeman de hespê xwe dibezînin di cenga bi neyaran re. Her yek ji wan Derwêş e li ser pişta hespê Hedban. Neyar ji tirsa lerizî ne, wer bizdiyane ku newêrîne xwe nêzî cenazeyên Hevrê Şoreş û hevalên wî bikin. Piştî ku eskerên xwe qetil dikin û ji wir derdixin. Careke din balafir tên û bi caran li ber deriyê şikeftê dide. Ango naxwazin ti şopeke din li wir bihêlin. Wer ji cenazeyên van cangoriyan ditirsin, Tevî ku dizanin şehîd bûne, lê dîsa jî balafir bi dehê caran wir bombebaran dikin. 

Pişta xwedayên zilmê dişike û Siyanê roja4'an bi dengê bilbil û bi rengê bişkivîna gulxunçeyan radibe nimêja serketinê. Berê xwe dide tava pîroz û li be-ramber vê berxwedanê serî ditewînin zinar hemû û Çiyayên Garê. Neyar bi bin ketiye û ji xaka pîroz li pişt xwe mêze nekiriye û bê encam reviyaye. Di şokeke mezin de ye û hê jî di wê şokê de ye û bi ser xwe ve nehatiye. 

Dema hevrêyên Ş. Şoreş xwe digihînin şikeftê û dikevin hundir ji ber tesîra madeyên kîmyewî, zû ji wir derdikevin. Tevdîrên xwe digirin û dîsa dikevin şikeftê. Ya dibînin tije rastiyên dîrokeke bi şanazî ye. Şoreş û hevrêyên wî hemû bihevre destê wan li ser tetikê û çeka wan di bin çena wan de û wisa xwe şehîd kirine. Bi hezaran qalikên guleyan li derdora wan. Her yek ji wan gelek kefî û betanî avêtine ser xwe, dema dijmin kîmyabaran kiriye, ji bo xwe biparêzin, bandor li wan nebe û karibin şer bikin, ew hemû bi avê şil kirine û hema li ser xwe pêçane. Bi rojan wisa kirine. Hemûyan li pey hevrê Şoreş senger girtiye û li pişt fermandarê xwe yê qehreman wan şer kiriye. Ev dîmenê berxwedaneke herî pîroz a dîroka tekoşîna mirovahiyê li beramber hovîtiya hêzên sermayedar e. Berxwedana Kela Dimdimê tîne bîr mirovan. Birîna xedar a Derwêş tîne bîra mirovan, Derwêşê ku bi wê birîna xwe şer kiriye û şehîd bûye. Rindêxan dikeve bîra mirovî ku xwe li ser pira Malabadî avêtiye û neketiye destê neyaran. Zerîfe û Elîşêr tên bîra mirov, Qazî Mihemed û Şêx Seyîd tîne bîra mirovan ku axînek jî nekişandin û bi serbilindî çûne ber sêdarê. Gelek qehreman, keç û xort wek Şoreş li ser vê rêûresmê meşiyan û canê xwe feda kirin. 

Ez vê jî ji bîr nekim, li gel ku hevrê Şoreş gule li sînga wî ketiye û birîna wî xedar e lê dîsa şer dike û nasekine. Dema hevrêyên wî diçin ser cenazeyên wan, guleya di sînga wî de dibînin. Bi birîna xwe ya xedar nasekine û dîsa di eniya herî pêş de şer dike. Herî dawî jî bi hev re biryarê didin, ji bo ku nekevin destê neyaran, guleya dawî li xwe didin û wisa şehîd dibin. 6 kes bi hev re bi heman hestan jiyan û bi hev re bûn pepûleyên li dor agir. Bi hevre dersa herî mezin a egîdiyê dan her kesî. Wan ji dost û dijminan re got, em gerîlayên serdema Neteweya Demokratîk in û rêbaza me jî wê ev be. Ji gel û hevrêyên xwe re jî gotin, ji bo avakirina civakeke polîtîk û exlaqî, ji bo ev welat hêjayî dîroka xwe ya qedîm bijî, divê em wiha şer bikin û li ber xwe bidin. Siyanê dersên mezin hewandin û her kes şaş û matmayî hişt. Êdî modernîteya naveroka wê vala, nikare pesnê xwe bide, di wextekî de ku Şoreş û hevrêyên wî tenê bi çekên ferdî yên di destê xwe de teknîk û hunerê wan hemû bi erdê re kirin yek. Li beramberî vîna wan, kes nikare behsa bipêşketin û modernbûna xwe bike. Li beramberî vîna ji pola, artêşên qirker hemû bi milyonan caran bi bin ketine û stûxwar in. Mehkûmî mirin, rizîbûn û hilweşandinê ne. Ya bi ser ketî rêûresma Medî ye ku li ser koka xwe şîn bûye û mizginiya serketineke din di bihara azadiyê de pêşkêşî xelkên qedîm ên herêmê kiriye. Dîsa ev xak hêjayî dîroka xwe ya hezarê salan agirê Newrozê li ser bilindahiya bejna Garê pêdixe û dawî li zilma Dehakan tîne. Hevrê Şoreş û hevalên wî beriya her kesî mizginiya bihara serketinê xelatî mirovahiyê kir û îro bi ruhê wan agirê Newrozê li her derê geş dibe û wê bibe...

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.