Min li Sûrê ew berxwedan û qehremanî dît. Her çendî wek şervanekî berxwedêrên Sûrê min nikarîbû cihê xwe di nava şer de bigirim jî serbilind im ku bûm rêhevalê berxwedêran. Li gorî derfetan min xizmet dikir. Bi giranî min karê lojistîk û alikariya birîndaran û silvîlan dikir.  

Sûr di dîroka Kurdan de cîhekî girînge. Lewma êrişên dagirkeriyê li ser Amedê û bi taybet li ser Sûrê dijwar bûn. Ev yek jî, ji bo şikandina îradeya gelê Kurd û tinekirna çanda berxwedanê bû. Lê ciwanên berxwdêr û zarokên Amdê, bi wê berxwedana xwe hêza AKP’ê û çeteyên bi wê ve girêdayî têk birin. Hêza artêşa NATO’yê têkbir. Dewlet Tirka ku AKP serkêşiyê jê re dike, bi hemû cûreyên çekan êriş anîn ser Sûrê. 

Hin çekên ku navên wan nedihatin zanîn jî, ji bo bi ceribînin, li Sûrî li dijî şervanên YPS’ê û sivîlên ku derneketin û li berxwe didan hat bikaranîn. Tevî vê yekê jî Artêşa Tirk ku bi fermana AKP’ê- Erdogan tevdigeriya, li ber îrada şervanên YPS’ê û gelê ku di Sûrê de mabû têk çû. 

Min bi çavên xwe têkoşîn û berxwedana bê hempa ya li Sûrî hatiye meşandin dit. Bûm şahidê berxwedana wan ciwanên canên xwe ji bo azadiya gel û welatê xwe feda dikirin. Bûm şahidê wan ciwanên ku bê tirs, dev li ken li ber êrişên tank, top û hin çekên navên wan nehatiye zanin şer dikirin. Ciwanên tevî ku bi giranî birîndar jî di çeperên herî pêş de şer dikin min dîn. Bûm şahidê gel ê ku tevî hemû êrişan dev ji warên xwe berneda. 

Di zaroktiya xwe de jî ez bûbûm şahidê hovîtiya dewleta Tirk, lê ev êrişên li ser Sûrê, ew hovîtî derbas kiribû. Êdî ne êriş bûn, wehşet bû. 

Artêşa Tirk, bi hemû tekînîka xwe û her şêwazên wehştetê êriş dikir. Li aliyê din jî, ji bo rastiyan veşêrin û derbeyên ku li artêşê û hêza taybet dikevin berovajî bike, bi riya medyayê şerê taybet dida meşandin. Lê ji bîrkiribûn ku êdî Sûra berxwedêr, bi saya têkoşîna lehengên xwe, destana dîrokî bi xwîna xwe dinivisînin. 

Ya herî balkêş jî rewşa zarokên Sûrê bû. Belê êdî ew zarokên berxwedanê bûn. Li milekî, dê an jî bavê zarokan ji bo parastina xwe li gel şervanên YPS’ê  di nava ceng û berxwedanê de bûn. Xendeq dikolan, qûm dikişandin, xwarin çêdikirin, av dikşandin, kevir û çiwal dianîn û carcaran jî di şer de alîkarî didan. Ew zarokên bê guneh ku bi zaroktiya xwe hina şanebûbûn ketin nava cengê, ketin ber fermana şer ya ku AKP’ê bi artêşa xwe ve anî ser warê wan. Ew jî bi dê û bavên xwe re bûn berxwedêr û bi wan destên xwe yên nazik û delal kevir berhev dikirin. 

Tevî şerê dijwar, bê xwarin diman, bê av diman û bê war diman… Serma û nexweşî jî hebû. Lê kenê li ser rûyê wan û zaroktiya wan ticarî winda ne dibû. Her tiliyên wan  bi nişaneya serkeftinê li ba bûn. Di ser serê wan re, li ber lingê wan an jî gelek caran li ber wan gule û perçeyên topên di firîn û diketin. Lê êdî fêrbûbûn, ne ditirsiyan û digotin; “Bijî berxwedana Sûrê”. Wan ji şervanên YPS’ê, şervanên YPS’ê jî ji wan moral digirt. 

Belê berxwedana bê hempa, destana Sûrê bi xwîna ciwanên leheng ku ez jî bûm şahidên hinekan ji wan hate nivisandin. Ji tirsa hêzên dewleta Tirk nizanibûn wê çawa bikin û bi ku ve birevin. Hijmara berxwedêran gelek kêm bû, derfetên di destên wan de ne zêde bû, çekên wan yên giran tine bûn. Doktorên wan tine bû. Dermanên di destê wan de qediya bû. Ji ber dorpêç û şerê dijwar av, xwarin û ceryan tine bû. Birîndar dibûn lê moralê wan her bilind bû. Tevî birînên giran, di nava şer de bûn. Bi vê îrada mezin, bi vê lehengiya mezin û berxwedana bê navber, artêşa Tirk nikaribû li ber xwe bide û derbeyên mezin xwarin û şikest. Serkeftin bi xwîna wan ciwanên ku navê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) li xwe kirbûn hate bidest xistin. Bi gotineke din mirov dikare ji bo binkeftina artêşa Tirk a li beramberî îradeya berxwedêrên şagirtên Mezlum Dogan û Zekîya Alkanan bêje; bi artêşeke zindî û zirxî hatin lê bi îradeyek şekestî û mirî vegeriyan.