Gerîlaya YJA Starê ya bi navê Zîn Rûken a ku di sala 2009’an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû girtin û di zîndanê de bi endama PJAK’ê Şîrîn Elemhûlî ya ku di 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû îdam kirin re mabû, jiyan û têkoşîna Şêrîn Elemhûlî vegot.

Gerîla Zîn Rûken anî ziman ku, piştî ew di dema lêpirsînê ya ku bi îşkence û destdirêjiyên cûr be cûr re derbas bû, şensê wê yê naskirina Şîrîn Elemhûlî bi dest ket. Rûken bi van gotinan dîtina xwe ya bi Şêrîn Elemhûlî re anî ziman; “Piştî hefteyekê ez bi tena xwe mam, ez derbasî beşa ku heval Şîrîn lê bû. Dema derbasî wir bûm, min ji sekn, rêbazê dayîn û stendina van jinan fêm kir ku ew heval in. Lê min nedikarî pirs bikim ka heval in an na. Piştre heval Şîrîn hate cem min û bi rûyek li ken ji min re got, tu li vir çi dikî? Min jî got dema min xwest tevlî refê gerîla bibim, ji aliyê dewleta Îranê ve hatim girtin. Ji ber di zindanê de ya herî ciwan ez bûm, heval Şîrîn di warê ruhî û pîskolojîk de pir alîkarî da min.”


‘Heval Şîrîn ji bo hemû jinan mînak bû’

Zîn Rûken a ku bal kişand ser têkiliyên şoreşgera Kurd Şîrîn Elemhûlî ya bi tevahî jinên di zindanê de, ev xal destnîşan kir: “Di zindanê de têkiliyên Şîrîn Elemhûlî bi tevahî jinan re pir xurt bû. Wê di her warî de jin perwerde dikirin û bi taybet di warê pîskolojiya jinan fam kirin de kedek mezin dida. Ji ber wê heval Şîrîn ji bo hemû jinan mînak bû. Nêzikatiyên derdor bi heval Şîrîn û girtiyên siyasî yên din re pir cûda bû. Sekna heval Şîrîn a şoreşgerî, têkoşîna wê û serîhildana wê di hemû jinan de jî guhertinên girîng dabû ava kirin.”


‘Êşkenceyên dewletê bê wate hişt’

Gerîla Zîn Rûken anî ziman ku di zindanê de îşkenceyên herî giran, yên herî hov li dijî têkoşer Şîrîn  Elemhûlî pêk dianîn. Rûken bi van gotinan rastî û armanca van îşkenceyan anî ziman; “Heval Şîrîn nêzî 15 rojan ser serkî daliqandî hatibû hiştin. Her wiha destdirêjî lê hatibû kirin. Ango di warê rûhî, psîkolojîk û fîzîkî de îşkenceyek pir giran li dijî heval Şîrîn pêk hatibû. Piştî wê ji heval Şîrîn re dibêjin, tu nêzî nîv saetekê li dijî PKK’ê biaxive, em ê di TV’yên xwe de biweşînin. Heval Şîrîn vê qebûl nake û bi tundî red dike. Qazî wê demê hêrs dibe û dibêje vê ber çavê min bibin, çi jê dikin bikin, wê paçe parçe bikin. Heval Şîrîn wiha ji parêzer re dibêje; “Tenê hûn destdirêjî li fîzîka me dikin, destê we ewqas dirêj e. Lê ti carî hûn nikarin destdirêjî li fikir û ramanê me, li îdeolojiya me bikin. Hûn nikarin bi rêya îşkence û îdam kirinê, felsefeya me ya jiyana azad ji holê rakin. Hûnê nikaribin me ji Serokatiya me, ji ruh û fikrê me dûr bixin.” Êdî dewlet li hemberî heval Şîrîn bê çare dima. Ji ber wê dewletê vê carê rêbazê xwe yê îşkencê guhert, xwest di nava hemû girtiyan de heval Şîrîn îşkence bike. Ji ber wê di nava hemû girtiyên jin de, bi awayek hovane li heval Şîrîn dan. Di van kêliyan de kes nekarî xwe bigre, qêrîn û îsyaneke mezin dengveda li dîwarên zîndanê. Ji nişkê ve biryara me hemû jinan bû yek û me hemiyan bi hev re êrîşê memûran kir. Me ji wan re got, “Ya em ê hevdû hûnê bikin, yan jî hûnê ji vir biçin…”


‘Bû qêrîna jinên Kurd’

Gerîlaya YJA Star’ê Zîn Rûken di dewamiya axaftinê xwe de anî ziman ku, dema Dewleta Îranê dît ku di nava zîndanê de serîhildan û qêrînek bilind radibe, ji neçariyê îşkence da seknandin, ji ber ew jî dizanibûn ku wê encamên cûda derkevin. Zîn Rûken bi van gotinan berxwedana Şîrîn Elemhûlî vedibêje; “Di şexsiyeta heval Şîrîn de, di berxwedaniya wê de pir vekirî dihat xuya kirin ku heval Şîrîn ji hesabê takekesî, xwe fikirîn derbas kiribû. Êdî di şexsê heval Şîrîn de rêxistin dihat nas kirin. Ji ber wê piştî Îranê dît ku sekn û berxwedaniya heval Şîrîn bandorek mezin di nava hemû jinan de ava kiriye, lêpirsînek berfireh di nava zîndanê de vekir û neçar ma ku heval Şîrîn derbasî zindaneke din bike. Heval Şîrîn ji cem me birin, ji me re gotin em wê azad dikin, lê piştre me agahî girt ku heval Şîrîn derbasî zîndana Evîn kirine.”


‘ Li çiyê ez ê li her tim li cem te bim’

Zîn Rûken a ku di sala 2010’an de ji girtîgehê derdikeve, çend bîranînên xwe yên bi şoreşgera Kurd Şîrîn Elemhûlî re bi van gotinan parve dike û dawî li axaftina xwe tîne; “Gelek bîranînên me bi heval Şîrîn re hebûn. Tê bîra min, her şev ji me re strana per û baskê min hebiya digot. Her wiha dema biryara berdana min hat dayîn, min nedixwest ji wan hevalan dûr bikevim, lê heval Şîrîn ji min re digot, ‘Divê tu derbikevî û bê ku rawestî berê xwe bidî çiyayên azad. Dema tu ji vir derbikevî bi şev li asîmanan meyze bike, dema tu stêrka herî beriqandî bibînî, wê demê bizane ku em hemû her tim bi te re ne.‘ Ji min re digot te rastiya vir dît, divê tu vê têkoşînê û rastiya zîndanê ji her kesî re vebêjî. Her wiha digot dema tu li çiya di meşê de biwestî, bizane ku ez her li kêleka te me…”


RÛKEN CEMAL / ANF/BEHDÎNAN