
Li Serêkaniyê çalakiya YPG’ê
Ser û pevçûnên li ser êrîşên komên çete destpêkirin, li Serêkaniyê di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên El Nusra de didome. Hat ragihandin ku şervanên Kurd li dijî çeteyên El Nusra yên li gundên Çafa û Mişrafa çalakî li dar xistine. Hat ragihandin ku di çalakiyê de 20 endamên komên çete hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, şervanên YPG/YPJ’ê bişev saet derdora 02.00’an de êrîş pêk anîne û di êrîşa şervanên Kurd de ji çeteyên El Nusra gelek jî birîndar in.
Li Çilaxa şerê dijwar
Şerên li herêmên wekî Girhok û Yûsifiyê jî ev demeke berdewam dikin. Li gor agahiyên ku ji herêmê hatine bi dest xistin pêr saet di 14.30’an de çeteyên Dewleta Îslamî Îraq û Bîlad El-Şam/El Nusra li derdora gundê Girhok û Yûsifiyê yê başûrê Çilaxa bi tang û çekên giran xwestin êrîşî çeperên YPG’ê bikin, di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê de şer û pevçûn rû dane. Şerê ku bi saetan berdewam kir, de gelek çete hatin kuştin, lê derbarê kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
Helep tê bombekirin
Şerên li taxa Seken Şebabî ya Helebê jî didomin. Pêr bişev di navbera şervanên YPG’ê û komên çete de pevçûnên dijwar qewimîn. Hat hînbûn ku di van pevçûnan de 5 çete hatine kuştin û 4 jî birîdar bûne. Çeteyên girêdayî El Nusra û Artêşa Azad ev demek dirêj e ku di navbera xwe de peymanek çêkirine, dixwazin bikevin taxa Sekin Şebabî. Çeteyên ku ji ber berxwedana şervanên Kurd nikarin bi pêş bikevin, li herêmên cûda bi hewanan taxên Kurdan topbaran dikin. Di topbarana çeteyan de heta niha bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û bi jin û zarok jî di nav de gelek welatî jî birîndar bûbûn.
Çavkaniyan diyar kirin ku komên çete bi şevê din jî êrîşên xwe yê hawan û tangan berdewam kirine, di emcama topbaranê de ziyana madî çêbûye.
Li Sûsikê 4 wendahî dan
Hat zanîn li gundê Sûsik yê Girê Spî (Til Ebyed) di şer û pevçûnên pêr êvarê de 4 çete hatine kuştin. Hat ragihandin ku piştî komên çete êrîşî bendên YPG’ê kirine, şervanên YPG’ê bersiv dane çeteyan û êrîşa wan şikandine. Hat ragihandin ku komên çete pişt re gundê Sûsik bombebaran kirine. Çavkanyên Girê Spî jî ragiyandin ku çeteyên El Nusra/DIAŞ û Ehrar El Şam koma giridayê El Nusra ji welatiyên Girê Spî xwestin ku li dijî Kurdan şer bikin.
Li aliyekî din hin çavkaniyê herêmî yên Girê Spî jî diyar kirin ku komên çete, ji mizgeftan banga cîhada li dijî Kurdan li welatiyan kirine. Çavkaniyan destnîşan kirin ku welatiyên Girê Spî ku nexwestin li dijî Kurdan şer bikin, ji ber zextên çeteyan neçar mene malên xwe terk bikin.
SERÊKANIYÊ/HELEP