Şêniyên Kantona Efrînê berxwedana  zindanan silav kirin û piştevaniya çalakiya gireva birçîbûnê kirin. 150 siyasetmedarên Kurd û parlemeterên HDP′ê di girtîgehên dewleta Tirk de, çalakiya gireva birçîbûnê dane destpêkirin û bi vê yekê li hember siyasetên ku AKP′ê li herçar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd dide meşandin, her wiha danûstandina xerab a bi girtiyan re, nerazîbûn nîşan dan.

Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê bi armanca silavkirina berxwedana zindanan û piştevaniya çalakiya gireva birçîbûnê, meş li dar xistin. Di meşê de, Hevserokê Meclîsa Rêveber Osman Şêx Îsa, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd, Serokê Desteya Parastinê Ebdo Ibrahîm, Serokê Desteya Têkîliyên Derve Silêman Cafer, nûnerên Sazî û Rêxistinên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM′ê û Kongreya Star, amade bûn.

Meş ji qada Newroz dest pê kir û ber bi qada Şehîdan ve, herikî. Meşvanan alên HDP′ê, Rêveberiya Xweser a Kantonê, YPG/YPJ/TEV-DEM′ê û Kongreya Star hildan û pankartên ku li ser hatine nivîsîn ″Berxwedan jiyane, bê Serok jiyan nabe″, ″Bijî berxwedana têkoşerên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de″, ″Îmralî kela berxwedanê ye″, ″Efrîn berxwedana têkoşeran silav dike″vekirin.

Meşvanan di bin baranê de, meşa xwe domandin û bi dirûşmeyan berxwedana girtiyan silav kirin, azadiya Ocalan xwestin û berxwedana YPG/YPJ′ê jî silav kirin. Meş li qada Şehîdan rawestiya, deqeyek rêz hat girtin. Piştre Serokê Desteya Parastinê Ebdo Ibrahîm, Endama Rêveberiya Meclîsa TEV-DEM′ê Fîdan Ebdo û Endama Rêveberiya Kongreya Star Roşîn Îbo, axivîn.

Li me xwedî derketibûn

Axaftvanan dane zanîn ku çalakiya gireva birçîbûnê di roja xwe ya 55 an de berdewame û destnîşan kirin ku ev çalakî li hember zulm û siyasetên AKP′ê, berxwedaneke dîrokî ye. Her wiha anîne ziman ku berxwedana ku îro tê meşandin, berdewama berxwedana Mezlûm Dogane.

Di axaftinan her wiha hate gotin ku gelê Bakurê Kurdistanê ji destpêka şoreşê ve, piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê kirin û gotin ku Erdogan bi siyasetên ku li dijî Kurd dide meşandin, agirê şoreşa Rojava  vemirîne. Axaftvanan gotin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin, heta girtî serbest têne berdan. Meş bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″, ″Bijî berxwedana zindanan″, bi dawî bû. 


 EFRÎN