Îro 50 roje ku girtiyên zindanê di çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Dema çalakvanan dest bi çalakiya xwe kirin, wê demê ne ji bo xwe, ne ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û ji bo azadiya gelê xwe dest bi çalakî kirin. Ev cara yekemîne, ku li cihanê çalakiyekê bi wî rengî tê lidarxistin.
Di nav çalakvanan de wekîl, şaredar, rojnamevan, siyasetmedar û parêzer hene. Her çalakvanek xwediyê dîrokekû û her çalakvanek xwediyê têkoşîneke ji bo azadiya gelê xwe.
Gelek kes ji bo wê çalakiyê bêdeng in. Hikûmet jî bêdenge û Yekîtiya Ewropa jî bêdenge. Gelo bêdengiya Ewropa û ya henek rojnamevan û siyasetmedarên Kurdan heya kengî bidome? Bêdengiya wan tê wateya ku piştgirtin didin mirinê. Ji ber ku daxwazên çalakvanan daxwazên mirovî ne. Ew kesên ku bêdeng in bila ji wan zarokên ku îro li Kolanan diqîrin û dibêjin “Bijî Berxwedana Zindanan” fedî bikin.
Ev 15 rojin ez li Kurdistanê di nav gel de me û li pêşiya zindanê di nav çalakiyan de me. Em dibînin ku herî zêde zarok îro li wê çalakî xwedî derdikevin. Ev jî rastiya dîroka gelê Kurde.
Em berxwedana zindana Amedê ya di sala 1982'an de ji bîr nakin û îro çarekê din dîroka zindanê ya di sala 1982'an dubare dibe. Îro di sala 2012'an de çareke din çalakiya zindanê dîrokê dinivsîne. Berxwedana Mazlûman berdewam dibe. Îro berxwedana gelê Kurd nîşan dide, ku çalakvan ne tenê ne. Îro gelê Kurd bi berxwedana zindanan bi giştî li tevahiya Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê piştgirπi dide. Ez wê berxwedanê sîlav dikim.
Ji bo ku kesên ku nebihîse, nebîne û kor be û bêdengiya Ewropayê ez li Amedê ketim çalakiya birçîbûnê. Belkî çalakiya min tenê sembolîk be, lê belê wîjdanê min êdî tamûl nekir wê bêdengiyê, ji bo wê jî min dixwest wê mesaja protestoyî li hemberî bêdengiyê bidim. Îro roj roja namûsê ye, ne roja ku li malê runiştandinê ye. Her çalakvanek wek gulekî ye, ji bo ku ev gul şîn bibe, pêwiste ku em wê gulê xwedî derkevin û av bidin.
Ez dixwazim bibêjim ku daxwaziya çalakvanan weke perwerdehiya bi zimanê dayikê û xweparastina bi zimanê dayikê li Ewropa û li cihanê nîmûne hene.
Yekîtiya Ewropa bi xwe dibêje, tecrîda li Îmraliyê peymana mafê mirovan binpê dike. Ji bo wê jî hikûmeta AKP'ê ji bo çi disekine?
Ji xwe tu her roj me dikujî û me dikî zindanê, qet ferqa te û Tansu Çîler tûne ye. Tansu Çîler karê xwe veşartî dikir, lê belê tu vekirî karê xwe dikî. Ji bo wê jî mesaja çalakvanan gelekî giringe û pêwiste ku herkes baş binirxîne.
Çi dibe bila bibe, hetanî dawiyê emê li çalakvanên xwe xwedî derkevin. Çalakvan ne tenê ne, daxwazên çalakvanan daxwazên gelê Kurd in.
Ez çareke din piştgirî didim çalakvanan û we hemiyan sîlav dikim...
Ez we hembêz dikim û dibêjim destê xwedê li pişta we be...
Berxwedana Zindanê